Home / Nûçe / Nêçirvan Barzanî Ji Bo Dest Bi Erka Xwe Bike Sond Xwar

Nêçirvan Barzanî Ji Bo Dest Bi Erka Xwe Bike Sond Xwar

HEWLÊR- Serokê herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî, li Hola Seîd Ebdullah a Hewlêrê bi merasîmekî sond xwar û bi fermî dest bi kar kir. Ji bo şopandina merasîmê destur nehat dayîn ku çapemeniya azad bejdar bibe. Tevgera Nifşê nû tevlî merasîma sund xwarinê nebû.Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, ji bo tevlî merasîma sundxwarinê ya Nêçîrvan Barzanî bibe, hat Hewlêrê û beriya merasîmê bi Mesrur Barzanî re civiya.

Serokê herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî, li Hola Seîd Ebdullah a Hewlêrê bi merasîmekî sund xwar û bi fermî dest bi kar kir.

Destûra çapemeniya Azad ne hat dayîn ku merasîmê bi şopîne

Ji bo şopandina merasîmê rojnameger destûrê ji ragihandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê werdigirin. Di her runiştinekî fermî de destura ajansa Rojnews di hat dayîn ku bejdar bibe. Lê ji bo şopandina merasîma sondxwarinê ya Nêçirvan Barzanî bi hinceta ‘Cih qelebalixe’ destûr nehat dayîn. Balkêşe ku di her civîn û merasîmekî ku berpirsên dewleta Tirk têde bejdar bin, rê nayê dayin ku çapemeniya azad şopandinê bike.

Tevgera Nifşê Nu Tevlî Merasîmê Nebun

Ji bo merasîma sondxwarinê ya Serokê herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî hemu kesayet û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê hatibun daxwaz kirin. Lê Tevgera Nifşê Nu (Newy Nwê) li Parlemena herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyarkirin ku ew bi tu awayan bejdarî merasîmê nabin.

Fraksiyona Nifşê nu di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ‘’ sedem çibe bila bibe li dervey avahiya parlamena Kurdistanê pêkanîna merasîma sondxwarina Serokê herêma Kurdistanê, bê watekirina zagonên hukumetê ye, dure ji hemu yasayên Parlemenê. Ji ber wê sedemê, bi tu awayî em bejdarî merasîmê nabin.’’

Her çendî ku Fraksiyona YNK’ê runiştina hilbijartina serokatiya herêmê boykut kiribu jî, yekem kesê ku pîrozbahî li Nêçirvan Barzanî kiribu, Endamê Fraksiyona YNK’ê û Cêgirê Serokê hukumeta herêma Kurdistanê Qubat Talabanî bu. Fraksiyona YNK’ê piştî çend civînên navxweyî biryar da ku bi şandeyekî biçuk bejdarî merasîma sondxwarina Nêçirvan Barzanî bibin.

Çawuşoglu Ji Bo Merasîmê Taybet Hat Daxwazkirin

Di demeke ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde kirine de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, ji bo tevlî merasîma sundxwarinê bibe ji aliyê Nêçirvan Barzanî ve taybet hat daxwaz kirin. Çavuşoglu, li balafirxaneya Hewlêr ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Qubat Talabanî ve hat pêşwazîkirin. Çavuşoglu beriya merasîmê, bi Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê (îstixbarata PDK) Mesrur Barzanî ku wekî namzetê serokwezîrê herêmê hatiye diyarkirin re ji çapemeniyê re girtî, civiya.

Balkêşe ku di 27’ê Gulanê de jî, roja ku hilbijartina serokê herêma Kurdistanê li parlamentoyê pêk dihat, artêş Tirk êrîşên li dijî herêma Xakurkê dabûn destpêkirin. Di heman rojê de Serokomarê Iraqê Berhem Salih çûbû Tirkiyê û bi rayedarên Tirk re bi berfirehî têkiliyên Hewlêr-Enqere, têkiliyên Bexda-Enqerê û bi hevre parastina sînoran axivîbun. Çavuşoglu, yek ji wan kesane ku despêkê Nêçirvan Barzanî pîroz kiribu.

Her wiha di merasîmê de wê Serokê giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî, Serokkomarê İraqê Berhem Salih, Serokê Parlementoya İraqê Mihemed Helbusî, Nunerê Wezareta İraqê û gelek nunerên welatên derve tevlî bun û peyam dan.

Demnews.net

About demnews

Check Also

Balafirên Şer Di Heftiyekê De Bi Dehan Gund Û Çiyayên Başurê Kurdistanê Bombebaran Kir

NAVENDA NUÇEYAN- Balafirên artêşa Tirkiyê ya dagirker di heftiyekê de bi dehan caran gund û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *