Home / Nûçe / Serokê Hukumeta Herêma Kurdistan A Federal Hat Hilbijartin

Serokê Hukumeta Herêma Kurdistan A Federal Hat Hilbijartin

HEWLÊR- Parlemana Herêma Kurdistanê a Federal îro li Parlementoyê civîna ji bo hilbijartina Serokatiya Herêmê lidarxist. Di civîna Parlemenê de namzetê PDK’ê Nêçirvan Barzanî bi 68 dengan weke Serokê Herêmê hat hilbijartin. Hilbijartin vekirî hat kirin û tenê 10 deqîqe berdewam kir. Fraksiyona YNK’ê û Tevgera Nifşê Nu tevlî runiştina Parlemenê nebun.

Parlemena herêma Kurdistanê a Federal îro li Parlementoyê civîna ji bo hilbijartina Serokatiya Herêmê lidarxist. Di civîna Parlementoyê de namzetê PDK’ê Nêçirvan Barzanî, bi 68 dengan weke Serokê herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Civîn tenê 10 deqe berdewam kir

Runiştina li Parlemenê ji bo hilbijartina Serokatiya herêmê hatî li darxistin tenê 10 deqîqan berdewam kir. Hilbijartin vekirî hat kirin. Di despêkê de Nêçirvan Barzanî ket dengdanê û bi piraniya dengan hat hilbijartin. Namzetên din, Umed Abdulselam Qadır, Muhammed Hama Salih Qadır, Rebwar Aziz Mustafa û Hiwa Abdullah Hıdır ne ketin dengdanê.

Fraksiyona YNK’ê û Nifşê Nu bejdar nebun

Fraksiyona (Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê) YNK û Nifşê Nu (Newey Nwê) bejdarî rûniştina hilbijartinê nebun û herdu partiyan piştî dengdanê daxuyanî dan çapemeniyê.

Berdevkê Fraksiyona Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Omer li baregeha YNK’ê ya li Silêmaniyê di derbarê tevlînebuna rûniştinê de daxuyanî da û got; ‘’ Me demek beriya niha du hevpeyman li gel Partiya Demokrat Kurdistan’ê (PDK) îmza kirin. Yek ji van hevpeymanan ji bo bi yek re tevgerkirin û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û pirsgirêkên ku peywendiya xwe bi hukumeta Bexda re hene. Hevpeymana duyem jî, ji bo çawaniya dabeşkirina Hukumetê û hevsegkirina meqamên cuda. Lê PDK’ê li gorî van hevpeymanan tevger nekir.’’

Şêx Omer di derbarê sedema tevlînebuna runiştina Parlemenê de jî got; ‘’Em li hember, binpêkirina hevpeyman û bi serê xwe tevger kirina PDK’ê, runiştina Parlemenê ji bo hilbijartina Serokayetiya Herêmê boykut dikin.’’

Letîf Şêx Omer wiha domand; “Heta niha ti gavek ji bo pêkanîna lihevkirina ji aliyê PDK’ê ve nehatine avêtin. Belku her carê pirsgirêkek ji bo danîna waliyê Kerkûkê ku para YNK’ê ye çêdike. Em ji raya giştî ya Kurdistanê re radigihînin ku ev siyaset paşguh xistin û wê encamên biryarên yek rayî ne baş bin.”

Her wiha Şêx Omer diyarkir ku, ’Hilbijartina Serokatiya herêmê bêy Fraksiyona YNK’ê hat kirin. Ev rewş, li Kurdistanê meşruyeta pêvajoya biryardanê, dixe rewşekî lêpirsînê. Êdî YNK ne berpirsyarê tu buyerên ku bi qewimin ne, Berpirsyar aliyê beramberî.’’

Endamê Fraksiyona Nifşê Nu Mem Burhan Qadir diyarkir ku, ‘’Em weke Fraksiyona Nifşê Nu li Parlemena herêma Kurdistanê runiştina hilbijartina Serokayetiya herêmê boykut dikin. Sedema boykut kirina runiştina me, yasaya hilbijartina Serokayetiya herêmê û şêwazê hilbijartinê ye. Em vê weke erk û berpirsyaretiyek dîrokî dizanin’’.

demnwes.net

About demnews

Check Also

Balafirên Şer Di Heftiyekê De Bi Dehan Gund Û Çiyayên Başurê Kurdistanê Bombebaran Kir

NAVENDA NUÇEYAN- Balafirên artêşa Tirkiyê ya dagirker di heftiyekê de bi dehan caran gund û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *