Home / Nûçe / PDK: Wê Tevlînebuna YNK’ê Bandorê Li Peywendiyên Nava PDK Û YNK’ê De Bike

PDK: Wê Tevlînebuna YNK’ê Bandorê Li Peywendiyên Nava PDK Û YNK’ê De Bike

HEWLÊR- Parlemena Herêma Kurdistanê ya Federal, îro rûniştina hilbijartina Serokatiya Herêmê pêk anî û Nêçirvan Barzanî weke Serokê Herêmê hat hilbijartin. Fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) û Nifşê Nu rûniştin boykut kirin. Fraksiyona Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) di derbarê tevlînebuna YNK’ê de daxuyanî da.

Daxuyanî Serokê Fraksiyona PDK’ê Umêd Xoşnaw da û got ku wê dengnedayîna YNK’ê ya ji bo serokê herêmê, bandorê li peywendiyên navbera PDK û YNK’ê de bike.

Umêd Xoşnaw diyarkir ku, “Heya kêliyên dawî jî em li bendê bûn ku YNK tevlî civînê bibe. Lê tevlî nebû. Ger PDK’ê bixwestiba tena serê xwe vê proseyê zelal bikirba, wê 6 mehan civîna parlamento û pêkanîna hikumeta nû paşneketiba. Niha jî gel dizanin kiye sedemê paşxistina hikumeta nû.”

Umêd di dawiyê de jî got; “Wê di rojên pêş de serokê parlamentoya herêma Kurdistanê civîna fermî pêkbîne û wê di rûniştinê de serokê herêmê sond bixwe. Piştî wê jî wê parlamentoya Kurdistanê, Mesrur Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêmê erkdar bike û piştî wê jî wê Mesrur ji aliyê serokê herêmê ve weke serokê hikumetê bê erkdar kirin.”

Demnews.net

About demnews

Check Also

Balafirên Şer Di Heftiyekê De Bi Dehan Gund Û Çiyayên Başurê Kurdistanê Bombebaran Kir

NAVENDA NUÇEYAN- Balafirên artêşa Tirkiyê ya dagirker di heftiyekê de bi dehan caran gund û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *