Home / Analîz / Gelo Nêçirvan Barzanî Kerkukê Difiroşe Tirkmenan?

Gelo Nêçirvan Barzanî Kerkukê Difiroşe Tirkmenan?

Kerkuk ji ber cihê xwe yê stratejîk û zenginiyên xwe yên ser erd û bin erd hertim buye cihê şer û pevçunên hindirîn û derve. Piştî ruxandina Rejîma Saddam Huseyîn, Kerkuk her demê rastî destwerdana dewletên derve û pirsgirêkên kur di navbera Hukumeta Hewlêr û Bexda hatiye. Heya 16 îlona 2017’an li rexmê pirsgirêkên heyî, Kerkuk bi awayekî hevpar ji aliyê hukumeta Bexda û Hewlêr ve dihat rêvebirin. Piştî dagirkirina hukumeta İraqê aliyên Kurdî bi temamî bandora xwe li Kerkukê wenda kir û bê bedel xwe paşde kişandin. Ji 2017’an û şunde pirsgirêkên Kerkukê yên ewlekarî, siyasî, leşkerî, îdarî û civakî her ku diçe kur dibe û berbi kaosekî mezin ve di herike. Kerkuk herî zêde li rastî mudaxeleya Tirkiyê tê û di xwaze xwe bi rêya Tirkmenan li Kerkukê bi rêxistin bike.

Hewildanên Ji Bo Çareserkirina Pirsgirêkan Hatîn Kirin

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di mehên borî de li Bexda bi navbeyînkariya Amerîka, di navbera hukumeta Bexda Û Hewlêr de civînek berfireh hat lidarxistin. Di vê hevdîtinê de mijarên ewlekarî, hêzên leşkerî û avakirina Meclisa îdareya Kerkukê hatin nîqaşkirin. Cara duyem di 4’ê Sibatê de disan bi navbeyînkariya Amerîka, di navbera berpirsên leşkerî yên Iraqê, şandeyek ji Wezareta Parastinê û berpirsên Wezareta Pêşmerge li Hewlêr civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de gelek biryar hatin girtin. Yek ji van biryaran jî, ji bo her herêmekî avakirina komîtek hevbeş bu. Lê tu pêngavên berbiçav nehatin avêtin û Kerkuk di halê xwe de hat hiştin.

Demekî dirêje ku hewildanên pêkanîna Hukumeta Herêma Kurdistanê berdewam dikir. Lê her carê ji ber li hevnehatina meqaman, hevdîtin û hevpeymanên ku di hatin kirin vala derdiketin. Herî dawî di 5’ê Gulanê de hevpeymanek din di navbera PDK û YNK’ê de hat îmze kirin. Di vê hevdîtinê de tişta ku hatî guhertin, wê du alîkarên meqama Serokatiya Herêmê werin hilbijartin. Ji vana alîkarê yekem û li gel 9 meqaman ji bo YNK’ê, alîkarê duyem yê Serokatiya Herêmê û li gel 4 meqaman jî ji bo Tevgera Goran werin hiştin. Her wiha meqama Serokatiya Herêmê û Serok Wezîr û li gel 12 meqamên din ji bo PDK’ê werin hiştin. Di vê hevpeymanê de, di kabîneya hukumetê de ji bo Tirkmenan meqamekî diyar ne hat diyar kirin.

Gelo Nêçirvan Barzanî Kerkukê Difiroşe Tirkmenan?

Li gorî vê hevpeymanê hukumet hat sazkirin lê, pirsgirêka aliyên siyasî li herêma Kurdistanê bi dawî nebû. Ji ber ku li pêşiya wan hêj meqama îdareya Kerkuk û li Parlemena Iraqê meqama Wezîrê Dadê maye. Yek ji sedemên herî bingehîn yên çaresernekirina pirsgirêka îdareya Kerkukê PDK’ye. PDK di aliyê xwe de, daxwaza her du meqaman jî dikir, lê YNK ji kevin de bi taybet îdareya Kerkukê ji bo xwe maf dibîne. PDK ji bo van meqaman bi dest bixe serî li rêbazên cuda dide.

Meqamê Serokatiya Herêmê heya niha ji aliyê gel ve dihat hilbijartin, lê PDK û YNK’ê bi biryarekê ev yasa xirap kir. Êdî Serokatiya Herêmê li Parlementoyê tê hilbijartin. Heftiya borî li Parlemenê 5 namzet hatin destnişan kirin, yek ji vana jî Nêçîrvan Barzanî ye. Her çi qasî namzet hatibin destnişan kirin jî, Nêçirvan Barzanî wê were hilbijartin. Ji ber ku ev meqam pêşiya niha ji bo kê were veqetandin hesaba wê hatiye kirin. Ji bo hilbijartina Nêçirvan Barzanî herî zêde Tirkmen li kêleka PDK’ê cih di girin. Herî dawî Endamê Desteya Rêveber ya Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Maruf bi xwe destnişankir ku, ‘’ Em weke Tirkmen piştgiriya Nêçirvan Barzanî dikin, ew namzetê meye. Seredana Wezirê Karê Derve Mewlud Çavuşoglu tê wateya, Tirkmen Nunerên herî giring yên Tirkiyê ne’’. Eger Nêçirvan Barzanî namzetê Tirkmenan be, ev tê wê wateyê ku Nêçirvan ji aliyê Tirkiyê ve jî tê piştgirî kirin. Ev daxuyaniya Maruf pirsa, gelo Tirkmen li hemberî çi piştgiriya Nêçirvan dikin? di hişê mirovan de dide avakirin. PDK’ê meqamên ku di hukumetê de bi destxistîn, di zane ku eger bi israr daxwaza îdareya Kerkukê bike wê li rastî nerazîbunan were. Ji ber wê jî dibe ku di hilbijartinên îdareya Kerkukê de alîkariyê bide aliyê Tirkmenan. Ji ber ku aliyê herî nêzî wan û xala wan ya hevpar bi Tirkiyê re, Tirkmen in.

Li Herêmên Kurdistanî Yên Bi Nakuk Çi Dibe?

Tirkiyê tu caran Kerkuk ji çav dernexistiye, hertim ji bo xwe di Kerkukê de bi cih bike rêyek dîtiye û planên xwe têde daye avakirin. Tirkiye, niha jî ji bo hebuna xwe di Kerkuk û başurê Kurdistanê de berfireh bike Tirkmenan dide pêş. Tê zanîn ku Tirkiyê, nêzî hezar ciwanên Tirkmenên Kerkukê bi çek kiribun.Li Tirkiyê hemu pêwistiyên wan yên perwerdeya leşkerî û pêwistiyên madî dabîn kiribun. Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatih Yıldız, piştî cejna Qurbanê û şunde (2018) du caran seredana Bajarê Kerkukê kiribu û di herdu seredanên xwe de jî li rastî nerazîbunan hatibu. Yıldız, diyar kiribu ku wan ji hukumeta Iraqê xwestiye ku, destura wan bidin konsulusxaneyekî li Kerkukê vekin. Ji xwe Serok Komarê Tirk Recep Tayîp Erdoğan di gelek daxuyaniyên xwe de, Kerkuk weke bajarekî Turkmen pênase kiriye û li pey wî jî Fatîh Yıldız di seredanên xwe yên li Kerkukê de ev bajar weke bajarê bab û papîrên Tirkmenan pênase kiriye. Hukumeta Başurê Kurdistanê û di serîde PDK’ê tu carî, nerazîbuna xwe li hemberî xwedî derketina Tirk û Tirkmenan diyar ne kiriye.

Kerkuk bajarek e ku gelek, gelên cuda yên weke Kurd, Ereb, Tirkmen, Asurî… di nava xwe de digire. Di van rojên dawî de, serîde li Kerkuk û herêmên Kurdistanî yên bi nakuk gelek buyerên metirsîdar derdikevin holê. Gundên Kurdan ji aliyê Ereb û Tirkmenan ve tên desteser kirin, berpirsên Kurd ji kar tên derxistin, ciwanên Kurd tên kuştin û revandin, di nava mehekê de nêzî bi dehan gundan bi hezaran donim genimê gundiyan hat şewitandin. Her wiha li Musil, derdora Şengal û Mexmurê tevgera çeteyên DAİŞ’ê her ku diçe zêde dibe. Aloziya ku niha li Şengal û deverên din tê dîtin, heman tişt e. Piştî ku gel destura qaymiqamê PDK’yî neda û rastiya wan li Şengalê derket holê ket nava hewildanan. Ji bo careke din koçberkirina gelê herêmê û têkbirina rêveberiya xweser propagandaya reşkirinê bi hemu leza xwe dide meşandin. Têkiliyên çeteyên DAİŞ’ê û dewleta Tirkiyê bi belge gelek caran derketiye holê. Careke din derketina DAİŞ’ê û aloziya li herêmên bi nakuk hemwextê, têkçuna DAİŞ’ê li Suriyê ye. Her wiha mirov dikare bêje hemwextê zêdebuna bandora Tirkiyê li Kerkuk û başurê Kurdistanê ye. Ango mirov dikare bêje ku aloziya heye, bi destê PDK û Tirkiyê tê tevlîhev kirin.

 

Careke Din Vegera Hêzên Pêşmerge Ya Kerkukê

Piştî dagirkirina Iraqê ya Kerkuk, Xurmatu, Mexmur, Daquq û herêmên din yên bi nakuk, hêzên PDK’ê bê pevçûn xwe paşde kişandibun. Van demên dawî bi taybet li herêma Mexmurê metirsiya DAİŞ’ê her ku diçe mezin dibe. PDK’ê paşvekişandina ji herêma Mexmurê weke ‘’cih guhertina hêzan’’ bi nav kiribu, lê heya niha jî tu hêzên xwe ne şandine herêmê. Li rexmê hebuna hêzên Heşdî Şeebî û leşkerên Iraqê, sînorê herêma Mexmur di aliyê parastinê de ket di valatiyek mezin.

Mijara careke din vegera Pêşmerge ya herêmên Kurdistanê yên bi nakuk, demekî dirêje di rojeva medya Başurde bi taybet medya PDK’ê weke mumekê geş dibe û careke din vedimire. Li ser mijarê dem dem hevditin bi hukumeta İraqê re şeklî be jî tên kirin. Di demekî ku mijara avakirina hukumeta Federal ya Başurê Kurdistanê di rojevêde û hin berdewam dike, mijara vegera pêşmerge ya van herêman mirov dide fikirandin û vê pirsê di serê mirovande dide çêkirin. Gelo pêşmerge li beramberî çi vedigerin? Ger mijar tenê çeteyên DAİŞ’ê be, dema ku xwe paşde kişandin jî çeteyên DAİŞ’ê hebun.

Rêveberê Giştî Yê Wezareta Pêşmerge diyarkir ku, wan li wezareta pêşmerge 5 lijneyên navçeyî ji bo navçeyên parêzgeha Selahedîn, Kerkuk, Mexmur û bo rojavayê rojhilatê Musilê avakirine. Hukumeta Iraqê jî bi heman şêweyî pênc lijne avakirine. Lê di vê derbarê de heya niha tu pêngav ne hatine avêtin. Li gorî pêngavên ku hatine avêtin û îhtimal heye ku werin avêtin, hêzên Pêşmerge tu carê weke berê nikarin vegerin herêmên Kurdistanî yên bi nakuk, bi taybet jî Kerkukê. Ji ber ku pêvajoya ku niha heye naşibe pêvajoya beriya 2017’an. Her çi qasî dem bi dem hewildanên xwedî derketina li Kerkukê werin kirin jî, wisa diyare ku PDK’e ji di zane ew weke berê nikarin vegerin Kerkukê. Dixwaze aliyê ku li Kerkukê bibe desthilatdar têkiliyên xwe pêre xurt bike û di serde berjewendiyên xwe pêk bîne.  Wisa diyar dike ku ew alî jî Tirkmenin.

Demnews/Rumeysa Tekîn

About demnews

Check Also

Ciwanên Zanîngeha Dihokê piştgirî dan çalakiya Şêladizê

DİHOK – Ciwanên Şêladizê, Dêrelok û Dihokê ku li Zanîngeha bajarê Dihokê di xwînin bi …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *