Home / Nûçe / Li Herêma Kurdistanê Rêjeya Bêkariyê Di Navbera Ji Sedi 20-25 De Ye

Li Herêma Kurdistanê Rêjeya Bêkariyê Di Navbera Ji Sedi 20-25 De Ye

NAVENDA NUÇEYAN- Li herêma Kurdistan a Federal ji ber nakukiyên di navbera aliyên siyasî û avanekirina hukumetê, rêjeya bêkariyê her ku diçe bi awayekî metirsîdar zêde dibe. Hat diyarkirin ku, li gorî amaran li herêma Kurdistanê rêjeya bê kariyê di navbera ji sedi 20-25 de ye. Hukumeta herêmê, mehane di hindir û deriyên sînor de, bi milyar dolaran bazirganî dike. Hat diyar kirin ku, di derbarê bêkariyê de amarên mehane ku hukumet radigihîne, ji rastiyê durin.

Li herêma Kurdistan a Federal ji ber nakukiyên di navbera aliyên siyasî û avanekirina hukumetê, rêjeya bêkariyê her ku diçe bi awayekî metirsîdar zêde dibe. Hat diyarkirin ku, li gorî amaran li herêma Kurdistanê rêjeya bê kariyê di navbera ji sedi 20-25 de ye. Li gorî lêkolînên hatîn kirin, her sal bi sedan ciwan zanîngehê di qedînin lê, kar nabînin.

Mehane bi Milyar dolaran bazirganî tê kirin

Herêma Kurdistanê di 5 deriyên sînor yên navnetewî û nêzî 10 deriyên ne fermî ku vedibin welatên cîran, rojane bi bihayê milyon dolaran bazirganiyê dike. Her wiha di hindir de, bi sedan Kompanya û Şirketên biyanî ku di herêmê de kar di meşînin re, ticaretê dike. Hukumeta herêma kurdistanê bi giştî mehane bihayê milyar dolaran qezancê bi dest dixe û dişîne xezîneya hukumetê. Lê rêjeya bê kariyê û hejariyê li herêmê her ku diçe zêde dibe.

Rêjeya bêkariyê ku tê nişandan ne rastin

Li herêma Kurdistanê mehane rêjeya bê kariyê ji aliyê Wezareta Plansaziya Hukumeta herêma Kurdistanê, bi raya giştî re tê parvekirin. Li gorî amarên hatîn diyarkirin rêjeya bêkariyê 2018’an de, ji sedi 10 bû, heya Nisana 2019’an ev rêje ji sedi 15 hat nişandan. Lê, li gorî Rêveberê Sendîkaya Karkerên Avahîsaz ya Silêmaniyê Osman Zîndanî ku ji Rojnews’ê re diyar kiriye, ‘’amarên rêjeya bê kariyê ku ji aliyê Wezareta Plansaziyê ve tên nîşandan, ji rastiyê durin. Li herêma Kurdistan a Federal rêjeya bê kariyê di navbera ji sedi 20-25’de ye’’. Li gorî lêkolînan, di herêma Kurdistanê de bêkarî herî zêde di nava temenê 20-30 tê dîtin.

Hecmê Bazirganiya Di Navbera Hewlêr Û Enqerê De Nayê Diyarkirin

Li gorî lêkolînên hatîne kirin, heya despêka 2017’an di navbera Başurê Kurdistan û Tirkiyê de 10 milyar dolar bazirganî hatiye kirin. Ji ber sedema qaşo Referanduma başurê Kurdistanê di 7 mehên despêkê sala 2017’an de, navbera herdu aliyan de hecmê bazirganiyê daket 5 milyar û 500 milyon dolar. Li gorî daxuyaniyên hatîn dayîn ji despêka 2018’an û şunde hecmê bazirganiya di navbera herdu aliyan de careke din zêde buye. Lê çi qasî zêde buye, heya niha jî bi awayekî zelal ne hatiye diyarkirin.

Welatekî din ku hukumeta Herêma Kurdistanê bazirganiyê pêre dike, Îran e. Li gorî daneyên hukumeta herêma Kurdistanê di sala 2018’an de tenê di navbera Kurdistan û İranê de 8 milyar dolar bazirganî hatiye kirin. Ji despêka 2019’an heya niha, hecmê bazirganiyê di navbera Îran û hukumeta Herêmê de hatiye kirin bi awayekî zelal nayê zanîn. Di vir de pirsa, li rexmê dahata milyar dolaran çima ew qasî bê karî heye? dikeve hişê mirovan.

Demnews.net

About demnews

Check Also

Balafirên Şer Di Heftiyekê De Bi Dehan Gund Û Çiyayên Başurê Kurdistanê Bombebaran Kir

NAVENDA NUÇEYAN- Balafirên artêşa Tirkiyê ya dagirker di heftiyekê de bi dehan caran gund û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *