Home / Uncategorized / Şasuwar Ebdulwahîd Di Greva Birçîbunê Deye

Şasuwar Ebdulwahîd Di Greva Birçîbunê Deye

SİLÊMANÎ- Hat diyarkirin ku Serokê giştî yê Nifşê Nu (Şasuwar Ebdulwahîd) ku dibin çavande deye, 3 roje ketiye di greva birçîbunê de. Şasuwar Ebdulwehîd, 7 roje di bin çavan deye û tu xeber ji rewşa wî nayê girtin.

Hat diyarkirin ku Serokê giştî yê Nifşê Nu (Şasuwar Ebdulwahîd) ku dibin çavande deye, 3 roje ketiye greva birçîbunê de. Şasuwar Ebdulwehîd, 7 roje dibin çavan deye û tu xeber ji rewşa wî nayê girtin. Şasuwar Ebdulwehîd bi hinceta, xirab karanîna alavên têkiliyê dibin çavan de tê girtin.

Têkildarî mijarê Alîkarê Serokê Koma Nifşê Nu Kawa Abdulkadir daxuyaniyek da û got, ‘’Serokê Partiya me 7 roje di bin çavan deye, bi malbata wî re hevdîtin nayê kirin. 3’ê roje dest bi greva birçîbunê kiriye, rewşa wî ya tendurustiyê ne başe.’’

Bi binçavkirina Ebdulwahî re, heya niha 3 serokên partiyên muxalefetê ji aliyê desthilatdariya hikumeta herêma Kurdistanê ve hatine binçavkirin.

Di 16’ê Gulanê de serokê Nifşê Nû Şaswar Ebulwahîd bi fermana asayîşa giştî hate binçavkirin û hîn jî nehatiye azad kirin. Partiya Şaswar Ebdulwahîd li parlamentoya herêma Kurdistanê xwediyê 8 parlamenterane û li Iraqê jî xwediyê 4 parlamenterane.

demnews.net

About demnews

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *