Home / Analîz / Li Rexmê Ew Qasî Dewlemendî Çima Ew Qasî Feqîrî?

Li Rexmê Ew Qasî Dewlemendî Çima Ew Qasî Feqîrî?

Herêma Kurdistanê ji aliyê berhemên xwe yên ser erd û bin erd ve xwedî zengîniyek pir mezine. Xaka wê di aliyê çandiniyê de gelek berhemdare. Petrol û gaza ku li herêma Kurdistanê derdikeve û hinardeyî derve tê kirin dikare aboriya herêma Kurdistanê bi gihîne astekî herî bilind. Ji ber ku di xaka Kurdistanê de bi dehan bîr û kargehên petrol û gazê ku kar dikin, bi dehan bîrên ku nû dest bi kar dikin hene. Gelek cihên ku petrol û gaza xwezayî dikare lê were derxistin û hêj nehatine derxistin jî hene.

Ji bo Iraq û bi taybet hukumeta Başurê Kurdistanê di têkiliyên aborî û ticaretê de Tirkiye yek ji welatên herî giringe. Ev bilindbuna têkiliyên aborî di navbera hukumeta herêma Kurdistan û Tirkiyê de, di pêvajoya şerê li dijî DAİŞ’ê de jî bandoriyekî xwe ya erênî nekir. Ticareta herdu aliyan li ser xeta Zaxo, Dihok, hewlêr, Silêmanî heya digihêje Xaneqîn û ji wir jî derbazî Bexda û Besra dihat meşandin. Lê ji ber nakokiyên siyasî di navbera Bexda û Hewlêr de bi taybet pirsgirêka deriyên sînoran û nedayîna dahata gumrikan, şandina kelupelan ya Bexda û Basra hat kêmkirin û bihayê wan jî hat zêdekirin.

Rexmê gef û daxuyaniyên tund yên Tirkiyê di dema qaşo Referandumê de jî tu caran têkiliyên hewlêr- Enqerê lewaz nebune, berovajî mirov dikare bêje di van salên dawî de bi awayekî ber bi çav têkiliyên wan derketiye asta herî jor. Her wiha ji bo têkiliyên bazirganî, ji bo hukumeta Başur, bi qasî Tirkiyê İran jî giringe.

 

Tirkiye 4 Mehin Dahata Neftê Nedaye Herêma Kurdistanê

Li gorî lêkolînên hatine kirin, Herêma Kurdistanê rojane 240 hezar bermîl neft, tenê ji bo Bendara Ceyhanê dişîne Tirkiyê. Li rexmê ku di bazara cîhanê de nirxê yek bermîl 70 dolar e, herêma Kurdistanê yek bermîl bi 23 dolar difiroşe. Li gorî vê dahata giştî ya mehane 289 milyar û 800 hazar dolar digire. Ango nêzî 350 milyar dînarê Iraqî.

Li gorî daxuyaniya Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû Serkewt Şemsedîn û parlamenterê Iraqê Ehmed Hacî Reşîd, Tirkiyê 4 mehin dahata nefta ji başurê Kurdistanê digire, radestî hukumeta herêma Kurdistanê nekiriye. Li gorî vê dahata 4 mehan a nefta Herêma Kurdistanê ku diçe Tirkiyeyê milyarek û 105 milyon û 200 hezar dolar e. Li gorî danustandin û pêşketinên siyasî di navbera herdu aliyan de tên dîtin, Tirkiye vî pereyî tu carî radestî herêma Kurdistanê nake. Ji ber ku ev danûstandina ticarî ku tê kirin, ne li gorî tu yasa, li gorî hevpeymanên li ser esasê berjewendiyan tên kirin.

Hukumeta Bexda mehane 522 milyar dînar muçe dişîne herêma Kurdistanê. Ji bo hukumeta İraqê muçeyê karmendan bişîne, divê hukumeta herêmê rojana 250 hezar bermîl neftê radestî kompanya İraqê Somo bike. Li gorî Hukumeta herêma Kurdistanê diyar dike, ji bo muçeyê karmendan were dayîn pêwistî bi 850 milyar dînar zêdetir heye. pereyê ku dimîne jî ji dahata nefta ku dişîne Tirkiyê muçeyê karmendan temam dike. Lê ji ber neşandina dahata nefta diçe Tirkiyê, hukumeta herêmê nikare bi temamî muçeyê karmendan bide.

Sala 2014’an, di dema kabîneya Nurî Malikî de, Hikûmeta Iraqê ji ber ku dewleta Tirk û Şirketa Botaş bêyî erêkirina Iraqê nefta Herêma Kurdistanê biriye Bendera Ceyhanê, li Odeya Bazirganiya Cihanê (ICC) giliya dewleta Tirk û Şîrketa Botaş a Tirkiyeyê kir. Doz, heya niha jî bi dawî ne buye û ji bo demekî ne diyar hatiye taluq kirin.

Hinek ji şirketên petrolê ku li Başurê Kurdistanê herî zêde kar dikin evin; Chevron, Exxon, total, Rosneft, DNO ASA, Repsol, Vast Exploration, Marathon, Hunt Oil, MOL, Sterling Enerji, Addax, OMW, Talisman Energy, Knock, Western Zagros û Dana Gas

Herêma Kurdistanê Bazirganiyê Di 5 Deriyên Navnetewî Re Dike

Herêma Kurdistanê 5 deriyên sînor yên navnetewî weke; bi Tirkiyê re deriyê Xabur (İbrahîm Xelîl), bi Îranê re deriyê Hecî Umran, Deriyê Başma û Pervîzxan, bi Suriyê re jî deriyê Fişxabur di navde 5 derî hene. Herêma Kurdistanê nêzî 10 deriyên sînor yên ne fermî ku vedibin welatên cîran hene. Ev deriyên sînor li Dihokê Serzir, li nêzî Hewlêr Bermîze, li Silêmaniyê Kêlî, Sirvan, Tavila, Seyranben, Şuşmê, Tîleko û Sertelî tên dîtin. Her çi qasî ji aliyê hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê ve were îdea kirin ku ev deriyên ne fermî hatine qedexe kirin jî lê ji bo hatin û hinardekirina kelupelan vekiriye. Li gorî daneyên herî dawî herî kêm hezar 351 şirket û bi hezaran karkerên Tirkiyê li Başurê Kurdistanê kar dikin.

Bazirganiya di navbera Başurê Kurdistanê û Tirkiyê de tu caran bi temamî ne hatiye rawestandin. Lê, kêm be jî dem bi dem li gorî pêvajoyên siyasî hecmê bazirganiyê hatiye guhertin.

Li gorî daneyên hatîn diyar kirin heya despêka 2017’an di navbera Başurê Kurdistan û Tirkiyê de 10 milyar dolar bazirganî hatiye kirin. Ji ber sedema mijara Referandumê di 7 mehên despêkê sala 2017’an de, navbera herdu aliyan de hecmê bazirganiyê daket 5 milyar û 500 milyon dolar. Li gorî daxuyaniyên hatîn dayîn ji despêka 2018’an û şunde hecmê bazirganiya di navbera herdu aliyan de li gorî salên borî careke din zêde buye. Lê çi qasî zêde buye, heya niha jî ne hatiye diyarkirin.

Hukumeta Başurê Kurdistanê jî dinav de, di navbera İran û Iraqê de bi giştî hecmê bazirganiyê 12 milyar dolar tê nişandan. Ji despêka sala 2018’an û şunde ev jimar ber bi bilindbunê ve çuye. Li gorî daneyên hukumeta herêma Kurdistanê di sala 2018’an de tenê di navbera Kurdistan û İranê de 8 milyar dolar bazirganî hatiye kirin.

Li gorî yasaya îdareya darayî a giştî ya Parlamentoya Iraqê, pêwîste dahata hemû xalên gumirgê yên Iraqê tevî yên Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta navendî werin şandin. Lê hukumeta Herêma Kurdistan ev yasa heya niha jî bicih neaniye.

Heya niha Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, gelek caran ji Desteya xalên sînoran xwesitiye ku di derbarê dahata tê komkirin de, agahiyan bi wan re parve bikin. Lê, hukumeta herêma Kurdistanê amade ne buye ku agahiyan bi hukumeta navendî re parve bike. Niha, hemu dahata ku ji deriyên sînoran derdikeve bi giştî dikeve xezîna hukumeta herêma Kurdistanê.

Di vir de pirsa, gelo ew qasî dahat bi kuve diçe û ji bo çi tê bi karanîn? dikeve hişê mirovan.

Amarên Rêjeya Bê Kariyê Ku Tên Nişandan Ji Rastiyê Durin

Li herêma Kurdistanê, ji ber politîkayên şaş yên hukumetê rêjeya bê kariyê her ku diçe bi awayekî metirsîdar zêde dibe. Li rexmê bi sed hezaran milyar dolar dahat, herêma Kurdistanê ne kariye xwe ji krîza aborî rizgar bike û her ku diçe kurtir dibe.

Li gorî amarên ji Wezareta Plansaziya hukumeta herêma Kurdistanê hatîn girtin, rêjeya bê kariyê di 2014’an 6.5, 2015’de %13.5, 2018’an de sedi 10 bu. Lê heya Nisana 2019’an ev rêje ji sedi 15 bilind bu. Li gorî Rêveberê Sendîkaya Karkerên Avahîsaz ya Silêmaniyê Osman Zîndanî, ‘’amarên rêjeya bê kariyê ku ji aliyê hukumetê ve tên nîşandan ji rastiyê durin û diyar dike, li herêma Kurdistanê rêjeya bê kariyê di navbera ji sedi 20-25’e’’. Bi dehan projeyên ku beriya kûrbuna krîza aborî hatibun despêkirin di nîviyê de man, bi sed hezaran kes bê karin. Her sal bi hezaran ciwanên ku zanîngehê xilas dikin, di Kurdistanê de kar nabînin. Gelek malbat hene ji ber hejariyê nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Ji ber rewşa bê kariyê bi sedan ciwan xwestine derbazî welatên rojava bibin, di deryayan de xeniqîne. Hukumeta herêmê qaşo xwe ji nuve saz dike, kabîneya xwe ava dike. Lê kes û aliyên ku heya niha li ser kar bûn careke din li ser kursiyê ne, ev jî diyar dike ku krîz bi dawî nabe, berovajî wê kurtir bibe.

Dem News / Rumeysa Tekîn

 

About demnews

Check Also

Li hemberê êrîşên Tirkiyê îtîfaqa Kurd-Ereb ava dibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dewleta Tirk a li hemberê gelê Kurd rastî bertekên gelê Ereb …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *