Home / Nûçe / Balafirên Şer Di Heftiyekê De Bi Dehan Gund Û Çiyayên Başurê Kurdistanê Bombebaran Kir

Balafirên Şer Di Heftiyekê De Bi Dehan Gund Û Çiyayên Başurê Kurdistanê Bombebaran Kir

NAVENDA NUÇEYAN- Balafirên artêşa Tirkiyê ya dagirker di heftiyekê de bi dehan caran gund û çiyayên herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê sivîlek jiyana xwe ji dest da û zererek mezin gihişt bax û baxçeyên gundiyan. Hat diyarkirin ku gelek bermayên teqemeniyê ku neteqiyane li herêmê di mane. Rêya 79 gundan jî ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye hatiye qedexe kirin.

Balafirên artêşa Tirkiyê ya dagirker di heftiyekê de dehan caran gund û çiyayên herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê sivîlek jiyana xwe ji dest da û zererek mezin gihişt bax û baxçeyên gundiyan. Hat diyarkirin ku gelek bermayên teqemeniyê ku neteqiyane li herêmê di mane.

Piştî seredana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawuşoğlu ji bo Bexda û Hewlêr’ê, topbarana balafiran ya gund û çiyayên başurê Kurdistanê zêde buye. Balafirên şer yên artêşa Tirk ya dagirker gelek caran herêma Kurdistanê topbaran kir.

-Balafirên artêşa Tirk di 11’ê Gulanê de Dola Soy Bapîr û Geroy Kewerit ya dikeve ser herêma Bradost bombebaran kir.

-Balafirên şer bi balafirên keşfê re di 14’ê Gulanê de, herêma Çiyadêl ku dikeve ser navçeya Sîdekan a ser bi Hewlêrê bombebaran kir.

-Balafiran di 15’ê Gulanê de, Çiyayê Botê ya herêma Barzan a ser bi Hewlêr bombebaran kir. Welatiyê bi navê Kazim Elî (50) ku ji ber komkirina pincar çubu herêmê jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk ji bo wergirtina cenaze ji herêmê tenê destûra 20 kesan da. Balafiran di heman rojê de herêma, Sîdekan girêdayî navçeya Soran ya Hewlêr bi giranî bombebaran kir. Ji ber bombebarana ceyrana gundên girêdayî Soran Kolit, Deraw, Berkme û Julya qut bu.

-Balafirên şer yên Tirk, îro derdora navçeya Şêladizê û Kurejehro deverên nêzî cihên sivîlan bombebaran kir.

-Hat diyarkirin ku, di 15’ê Gulanê de li nêzî navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê, balafirek keşfê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker ketiye xwarê û şewitî. Piştî ketina balafirê, artêşa Tirk herêm bi giranî topbaran kir.

Hewan Û Topên Na Teqin Li Herêmê Di Mînin

Artêşa dewleta Tirk ya dagirker xaka başurê Kurdistanê rojane bi giranî topbaran dike. Di encama van bombebaranan de gelek hewan, top û guleyên çekên Tirk na teqin û li herêmê dimînin. Hat diyarkirin ku, rêjeyek zêde teqemeniyên dewleta Tirk di nava gundê Buzêne, Namêrgan, Binesenan, Xelîfan û Goreşêr yên bi ser herêma Bradostê hatine dîtin. Teqemeniyên dewleta Tirk li ser jiyana xelkê herêmê metirsiyek mezin çêdike. Xelkê herêmê ji ber van bermayên dewleta Tirk nikarin biçin bax û baxçeyên xwe binêrin.

Dewleta Tirk Rêya 79 Gundan Xedexe Kir

Artêşa dewleta Tirk ya dagirker her ku diçe cihê xwe di herêma Başurê Kurdistanê de berfireh dike. Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, artêşa Tirk li 79 gundên herêma Biradost a parêzgeha Hewlêrê hatinûçûna welatiyan ji demjimêrê 22.00′ ê şev heta saet 06.00’ê şeveqê qedexe kiriye. Herwiha bi riya balafiran 24 saetan sînor çavdêr dike. Hat diyarkirin ku, di dema saetên hatinûçûn hatine qedexekirin de, welatiyên bi wesayîtê hatinûçûnê bike, artêşa Tirk rasterast gulebaran bikin.

demnews.net

About demnews

Check Also

Li Herêma Kurdistanê Rêjeya Bêkariyê Di Navbera Ji Sedi 20-25 De Ye

NAVENDA NUÇEYAN- Li herêma Kurdistan a Federal ji ber nakukiyên di navbera aliyên siyasî û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *