Home / Uncategorized / 300 Şêniyên Ereb Xwe Li Gundê Sergran Ya Kerkuk’ê Bi Zorê Bi Cih Kirin

300 Şêniyên Ereb Xwe Li Gundê Sergran Ya Kerkuk’ê Bi Zorê Bi Cih Kirin

KERKUK- Îro danê sibê li gundê Pelkane girêdayî nahya Sergran ya Kerkuk’ê ji 300 şêniyên Ereb zêdetir bi zorê xwe di malên Kurdan de bi cih kirin. Her wiha hat diyar kirin heya niha li Kerkuk’ê 60 berpirsyarên Kurd ji erkên xwe hatine dûr xistin.

 

Îro danê sibê li gundê Pelkane girêdayî nahya Sergran ya Kerkuk’ê ji 300 şêniyên Ereb zêdetir bi zorê xwe di malên Kurdan de bi cih kirin. Erebên ku di dema rejîma Baas de li gundên Kerkuk’ê yên Kurdan hatibun bi cih kirin, piştî ruxandina rejîma Baas koçî deverên bajarên Iraqê bibun piştî dagirkirina artêşa Iraq’ê ya Kerkuk’ê careke din bi zorê li van gundan xwe bi cih dikin.

Şêniyê gundê Pelkane Aram Hesen li ser buyerê axivî û got, ‘’ îro danê sibê 300 şêniyên Ereb ketin gundê me û bi zorê di malên gund yên Kurdan de xwe bi cih kirin. Li ser buyerê polîsên Iraqê hatin agahdar kirin, gelek polis û esker sewqî gund hatin kirin lê heya niha jî pirsgirêk ne hatiye çareser kirin.’’

Heya Niha 60 Berpirsyar Ji Kar Hatine Durxistin

Li gorî lêkolînên li herêmê hatine kirin li Kerkuk’ê piştî dagirkirina 16’ê Cotmehê 2017’an û şunde, 60 berpirsyarên di karên cuda de di xebitin ku bi rêgez Kurd ji erkên xwe hatine dûr xistin û li şuna wan Turkmenên Şie yan Ereb tên bi cih kirin.

Ji ber nakukiyên siyasî yên di navbera partiyên siyasî de ku li ser îdareya Kerkukê li hev nakin demekî dirêje erkên îdarî yên weke walî, berpirsê polîs, perwerde, tendurustî û şaredarî giştî ji aliyê hukumeta Iraq’ê ve bi wekalet hatine diyar kirin û tên rêvebirin.

demnews.net

About demnews

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *