Home / Nûçe / Amerîka Fermana derketina karmendên xwe ji Başûrê Kurdistan û Iraqê da
A U.S. flag flies in front of the Annex I building inside the compound of the U.S. embassy in Baghdad December 14, 2011. The compound, located in Baghdad's Green Zone, will be the home for thousands of American citizens left after the U.S. military completes its withdrawal this month. REUTERS/Lucas Jackson (IRAQ - Tags: POLITICS CONFLICT MILITARY SOCIETY) - RTR2V842

Amerîka Fermana derketina karmendên xwe ji Başûrê Kurdistan û Iraqê da

 NAWENDA NUÇEYAN – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, fermana bi lez derketina karmend û welatiyên xwe yên li sefaretxane û balyozxaneyên Herêma Kurdistan û Iraqê da di xebitin da.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ji ber sedema aloziya di navbera Amerîka û Îranê de daxuyaniyekî nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de, ku eger karekî wan yê zarûrî nebe fermana bi lez vegera karmendên li sefaretxane û balyozxaneyên li Herêma Kurdistan û Iraqê da. Her wiha ji hemwelatiyên xwe jî xwestin ku eger kareke zarûrî nebe divê ji İraq û başurê Kurdistanê derkevin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de weke sedem jî, milisên Iraqê yên girêdayî İranê nîşan da û diyar kir ku ev milis gefan li hemwelatî û destkeftiyên wan li Iraq û Rojava dixwin.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku, Amerîka ji bo demeke dayîna vîze li nûnertiyên xwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê daye sekinandin.

demnews.net

About demnews

Check Also

Serokê Hukumeta Herêma Kurdistan A Federal Hat Hilbijartin

HEWLÊR- Parlemana Herêma Kurdistanê a Federal îro li Parlementoyê civîna ji bo hilbijartina Serokatiya Herêmê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *