Home / Dosiya / Dijminê Hebuna Jinê: Rejîma Qayyuman

Dijminê Hebuna Jinê: Rejîma Qayyuman

HDP ku di bingeha xwe de paradigmaya ekolojîk û azadîparêziya Jinê esas digire di her serdema xwe de gavekî mezin avêtiye. Ji bo ku jin bi gotin, ziman û çanda xwe hebin, nêrîna jinê di siyasetê de derxin asta herî jor, demokrasiya xwecihî pêk bînin, wehheviya zayendî lingekî girîng ê têkoşînê ye. HDP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 30’ê Adara 2014’an de

pratîk bên meşandin jî “lijneyên jinan” û “koordînasyonên jinan” hatin hilbijartin. Dîsa “komîsyonên di rêveberiyên xwecihî de pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev pêk anî û di Tirkiyê de weke partiya yekem gelek hevserokên Jin erkdar kirin.

Ji bo ku jin bi awayekî bi bandor beşdarî pêvajoyên biryardayînê yên şaredariyan bibin “meclîsên jinan ên şaredariyan” hatin damezirandin, ji bo ku karên meclîsan ên wekheviya jin û mêran” ên ku ji hilbijartiyên jin û mêr pêk dihatin hatin damezirandin. “komên jinan” ên ku beriya xebatên meclîsan kom dibûn û rojev dinirxandin hatin pêkanîn.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê OHAL’a ku piştî hewildana derbeya 15’ê Tîrmehê hat ragihandin, bi taybet li hemberî destkeftiyên jinê bi xwe re gelek kiryarên antîdemokratîk jî anîn. Bêyî ku tu sedemekî şênber bê nişandan, bi awayekî derhiqûqî li şaredariyên DBP’yî yên ku bi hişmendiya temsîliyeta wekhev û hevşaredartiya ku di qada sîyasetê de destkeftiya herî mezin a jinê bû, qayyum hatin erkdarkirin û ev berhem ji aliyê hişmendiya zilam ve hatin xespkirin.

 

Proje û Xebatên Jinan Yên Ji Aliyê Rejîma Qayyuman Ve Hatine Xespkirin

Amed û Navçeyên Wê

Wargeha xwendakarên jin ku cihê 400 kesî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çêkiribû ji aliyê qeyûm ve hat valakirin. Avahiya wargehê ji bo lêzimên nexweşan wek mêvanxane hat bikaranîn.

-Parastgeha Jin ya girêdayî şaredariya bajarê mezin ya Amed’ê hat desteser kirin, xebatên wê hatin sekinandin û weke mala xwesipartina ŞÖNİM hat bi nav kirin û her kesê ku pêwistiya wan bi sipartinê heye şandin vê perestgehê.

-Projeyên Şaredariya Kayapinar’a navçeya bajarê Amedê weke; projeya ‘’Meydana bajêrgeha Jin’’ ku plana wê hatibu danîn cihê wê hatibu diyar kirin weke ‘’Meydana Bajêr’’ hat guhertin. Ev proje pir berfireh bu û derfeta kar ji bo jinan têde dihat plan kirin. Her wiha projeya cihê ku ji bo pirtukxaneya jinan hatî veqetandin guhertin û xistin cihê ‘’Meydana Qehwê’’.

-Xebatkarên Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan a şaredariya Peyas’ê ya Amedê bi KHK’yê, bi hejmara 677’an ji kar hatin avêtin, tevahiya xebatkarên ‘navenda jinê ya Ceren û Selis’ ji kar hatin derxistin û xebatên navendê hatin bi dawîkirin. Navend ji şaredariyê girtin û bi saziya dewletê ya TÜRGEV’ê ve dan girêdan.

-‘’Navenda Şêwira Jinê ya Meya’’ ku girêdayî şaredariya Farqîn navçeya Amed’ê bu, veguherandin navenda ‘’Şêwira Malbatê’’ û hevjîna serokê şaxê ciwanan ya AKP’a Silwanê weke rêveber hat erkdarkirin.

-Li navçeya Hênê (Hani) ya Amed’ê Navenda Şêwira Jinê hat girtin û kirin navenda posta û kursa quranê.

-Disan li Amed û navçeyên wê; Navenda DİKASUM girêdayî şaredariya bajarê mezin a Amedê, Navenda Jinan a Ekinê girêdayî şaredariya Peyasê, Navenda Jinan ya Amîdayê girêdayî şaredariya Surê, Navenda Jinan ya Rozayê girêdayî şaredariya Yenîşehîrê, Navenda Jinan ya Jînwar girêdayî şaredariya Çinarê, Navenda Jinan ya Nujiyan girêdayî Lîcê, Navenda Jina ya Zozan Eren girêdayî Şaredariya Pasurê û Navenda Jinan ya Nujîn girêdayî şaredariya Bismîlê ji aliyê qayyum ve hatin girtin û dawî li xebatên wan anîn.

Wan û Navçeyên Wê

-Pêşdibistana Taybet İnan (Taybet İnan Kreşi): Jinên şaredariya navçeya Edremîd ya Wan’ê di 4’ê Adara 2016’an de bi navê ‘’Pêşdibistana Taybet İnan’’ bi tevlîbuna gelek jinan hatibû vekirin. Ev pêşdibistan bi navê dayîka 11 zarokan ku li navçeya Şirnex ya Silopiyê di kolanê de ji aliyê çeteyên AKP’ê ve hatibu qetilkirin û cenazeyê wê heftiyekê li kolanê mabu, hat bi navkirin. Kayumê di 7’ê kanuna 2017’an de tabelaya ku bi zimanê kurdî û Tirkî hatî nivîsandin daxist û deriyê dibistanê kilît kir. Kayyumê piştî daxistina tabelaya dibistanê, tabelaya qaşo ‘’Navenda alîkariya Malbatê’’ ku tenê bi tirkî hatî nivîsandin daliqand.

-Navenda Parastina Jinê: Şaredariya bajarê mezin yê Wan’ê di sala 2006’an de navendek ji bo Jinên ku jiyana wan di metirsiyê deye, jinên ku bi şidetê re rubiru di mînin, jinên ku pirsgirêkên civakî jiyan dikin vekir. Ev navend di bin sêwana ‘Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn’’ de xebatên xwe di meşandin. Lê piştî erkdarkirina qayumê ne qanunî yê AKP’ê ev navend hat girtin û dawî li xebata wê anîn.

-Disan waliyê ji aliyê hukumeta AKP’ê ve di 1’ê hezîrana 2017’an de ji bo şaredariya bajarê mezin yê Wan’ê bi awayekî ne qanunî hatî erkdar kirin, biryara şaredariyê ya her roja pêncşemê wesayîtên komî yên girêdayî şaredariyê ku bê pere di xizmeta jinan debû hat betalkirin. Mala perestgeha jinê ku girêdayî Şaredariya Bajarê mezin yê Wanê û xeta ‘’Elo xeta şidetê’’ hatin girtin.

-Piştî ku di 26’ê Gulana 2017’an de li navçeya Gulpinarê ya Wan’ê Kayumê AKP’yî Osman Doğramacı bi awayek ne qanunî anîn ser kar, dest danîn ser hemû xebatên jinan û gelek projeyên ku hatibun plan kirin hatin xirapkirin. Li Gulpinarê navend û malên ji bo tendurustî û alîkariyê hatîn avakirin hatin girtin, Navenda Jiyana Jin, koperatîfa Jin ya Xevasor û girêdayî wê xwaringeha ji bo jinan hatî avakirin hatin girtin û ev xwaringeh bi saziya KADEM ya ku di bin siwana Sumeyye Erdoğan keça serokwezirê Tirk Tayîp Erdogan  deye, hat girêdan.

-Kayyum, bazara keda jinê ya gel ku girêdayî şaredariya Rêya Armuşê (İpekyolu) ya Wanê girtin û derfetên kar yên jinan ji destê wan girtin. Di heman demê de projeya heman Şaredariyê ya yurdek ji bo 202 keçên xwendekarên xwendina bilind hat sekinandin. Kabîneya şaredariyê ya ji bo kontrolkirina tendurustiya jin û zarokan hat girtin.

-Xebatên atolya kilîman ya şaredariya navçeya Edremît ya Wan’ê hatin sekinandin û projeya ‘’Xalên Firoşgeha Mor’’ hat betalkirin.

-Atolya Jin ya girêdayî Şaredariya navçeya Başkale ya Wan’ê û koperatîfa Jin ya girêdayî Şaredariya Gulpinar a Wan’ê hatin girtin.

-Serayên girêdayî Şaredariya navçeya Saray a Wan’ê ku jinan têde kar dikirin hatin girtin û bi dehan jinên ku têde kar dikirin bê kar man.

– Qayyum, Navenda Jîn ya Jinan a Meya girêdayî şaredariya Rêya Armuşê, Mala piştgiriyê ya Jinan girêdayî şaredariya Erdîşê û Navenda Jînê ya Jinan girêdayî şaredariya Serav ê girt û dawî li xebatên wan anî.

Batman û Navçeyên Wê

-Li Batman’ê xebatên projeya bi navê ‘’Gundê Jiyana Jin’’ ji bo jinên mexdurê zext û şidetê hatin rawestandin û tunekirin.

-Disan projeya bazara bi navê ‘’ Semta Bazara Xwezeyî ya Jinan’’ ku jinan di aliyê ekonomiyê de li ser lingan di hêle hat sekinandin û proje kirin bazara giştî.

-Kompleksa Werzîşê Ya Şaredariya Batmanê ku bi tenê ji bo jinan bû ji aliyê qeyûm ve hat veguherandin û kirin navenda werzîşê ya giştî. Qadeke xweser a jinan ji destê wan hat wergirtin.

Mêrdin û Navçeyên wê

-Bi projeya keda jinê ya bi navê “Jiyana Bê Sînor” a Şaredariya Nisêbînê ku da 70 jin bûbûna xwedî kar lê qeyûm proje da sekinandin.

-Navenda Gulşilav a Jinan girêdayî Şaredariyê Nisêbînê ku bi pirsgirêkên jinan re mijol dibu û çareser dikir hat girtin û li dijî naveroka wê xistin xizmetê.

-Navê ‘Navenda Jinan ya Nûda’ girêdayî Şaredariya Qoserê wek ‘Navenda Jinan’ (Hanımeli) hat guhertin. Xebatên ku li navendê ji bo jinên ku rastî êrîşan hatine bi tevahi ji holê hatine rakirin.

-Karmendekî mêr tayînî Serokatiya Daîreya Jinê ku girêdayî Şaredariya Mezin a Mêrdînê hat kirin.

-Qayyumên ku li Mêrdîn û navçeyên wê hatîn erkdarkirin Navenda Jin a Arîn girêdayî şaredariya bajarê Mezin a Mêrdîn, Navenda Jin a Rewşen girêdayî şaredariya Şemrexê, Navenda Jin a Çîçek girêdayî şaredariya Kerboranê û Navenda Jin a Peljîn girêdayî şaredariya Dêrikê hatin  girtin û dawî li xebatên wan anîn.

-Qeymakam Ahmet Odabaşi yê ku wek qeyûm li Şaredariya Qoserê hat erkdarkirin Qada Jiyana Tendurist a Ubeydullah Eren ku di sala 2015’an de dest bi xebatê kiribû û li wê derê ji bo jinan perwerdehiya werzîş û fîtnesê dihat dayîn veguherand kursa Quranê.

-Li Artemêtê navê parkên ku jin û aştî tê de derbas dibû ji aliyê qeyûm ve tenê bi zimanê tirkî weke ‘’Parka Şehîd Mihemed Fatih Safi Türk’’ hatin guhertin.

Şirnex û Navçeyên Wê

-Li bajarê Şirnex û navçeya wê Silopî gelek mekanên rêveberiyên Jinan ku hatibun avakirin û bi karên jinan re mijol dibun hatin girtin û bi Rêveberiya rêxistina Şaxê Jinan ya AKP’ê ve hatin girêdan, paşê jî ev cih xistin cihê qursên quran û qursên dirutina cilan.

-Disan qayyumên ku hatin erkdarkirin, Navenda Jin a Zahîde girêdayî şaredariya Şirnexê, Navenda Jina a Sitiya Zînê girêdayî şaredariya Cizîrê û Navenda Jin ya Viyan girêdayî şaredariya Silopiya hatin girtin.

Sêrt

-Qayyum piştî ku hat erkdarkirin navenda Şêwirê Ya Jina a Arînê girêdayî şaredariya Baykanê hat girtin û dawî li xebatên wan anîn.

-Li Sêrtê Kayumê AKP’yî despêkî karkerên Jin hemû ji kar derxistin û di bin navê ‘’Navenda Çanda Xaniman’’ de projeyek da destpêkirin.

Xebatên Şaredariya Akdenizê Ji Bo Jinê

-Navenda Jinên İştar ji aliyê şaredariya Akdenîza Mêrsinê ve di sala 2010’an de hat avakirin. Navend di her aliyê jiyanê de ji bo pirsgirêkên pskolojî, şêwirmendî, hiquqî, danustandin û mijarên civakî ji bo jinan dibu alîkar. Bi awayekî ne qanunî erkdarkirina qayumê AKP’yî Hamdi Bilge Aktaş Navenda İştar hemû xebatên wê hatin sekinandin, tabelaya wê hat daxistin û navend bi Wezareta Malbat û Polîtikayên Civakî ve hat girêdan.

-Qayyumên ku ji aliyê hukumeta AKP-MHP’ê ve hatin erkdarkirin, li Colemêr Navenda Jin ya Binefş girêdayî şaredariya Colemêrg, Navenda Jin a Berwarê girêdayî şaredariya Çelê, Navenda Jinê ya Nujînê girêdayî şaredariya Şemîzînanê, li Rihayê Navenda Jinê ya Berjîn Amara girêdayî şaredariya Wêranşarê, Navenda Jinê ya Sarayê girêdayî şaredariya Xelfetiyê, Navenda Jin a Sema Yuce girêdayî şaredariya Bazîdê, Navenda Jina a Savuşkayê girêdayî şaredariya Gimgimê û li Dêrsimê Navenda Jin a Jiyanê girêdayî şaredariya Dêrsimê girtin û dawî li xebatên wan anîn.

Jin Careke Din Xwe Bi Rêxistin Dikin

Piştî dagirkirina hemû şaredariyên bajar û bajarokên Kurdistanê ji aliyê hukumeta AKP-MHP’ê ve asta zext û zordariya li ser gel derket asta herî jor. Qeyûman navendên tundiya li dijî jinê ku bi berdêlên giran û kedeke mezin hatibûn avakirin, sitargeh, qadên jiyanê ên jinan, koperatîf û baxçeyên zarokan dest danîn ser û girtin. Tabelayên pirzimanî hemû hatin daxistin û hatin guhertin û tenê bi zimanê tirkî hatin daliqandin. Bi hezaran xebatkarên ku di van sazî û navendan de bibun xwedî kar ji kar hatin derxistin û bê kar hatin hiştin.

Agahiyên jinên ku rastî tundiyê hatibûn û serî li şaredariyan dabûn diviyabû ku ji bo ewlehiyê bên parastin di vê pêvajoyê de, hatin teşhîrkirin. Gelek ji wan jinan ji ber ku ne hatin parastin hatin qetilkirin û wendakirin, suçdarên van qetliaman ji aliyê qanuna rejîma AKP-MHP’ê ve bi cezayekî sivik hatin cezakirin yan jî bi hinceta qaşo namusa xwe parastiye serbest hatin berdan. Ev navend hemu xistin bin xizmeta xwe û şaredariyên bi îradeya gel hatibun hilbijartin xistibun navenda hîle, dizî û fuhuşê. Şaredariyên ku dest danîbun ser ketin bin deynekî mezin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî bi dek û dolaban bi di bin zextan de hatin li darxistin. Stratejiya HDP’ê li Kurdistanê serkeftin û li bajarên Tirkiyê bi îxtidarê dayîna wendakirin, li rexmê hemu hewildanên dagirkerî, çewisandin û hîleyan bi serket. Li rexmê ew qasî zext û zordariya rejîma AKP-MHP’ê ku bi hişmendiya zilam tê bi rêveberin disan jî ne karî vîna gel ya li hemberî tekoşîna azadiyê bê rih bikin. Partiya HDP careke din li Tirkiyê û hemû bajarên Kurdistanê asta tempoya xebatên xwe derxistin asta herî jor. Disa ji bo cihê jinê di siyaset, ekonomî, civak û jiyanê de her wiha ji bo parastina wê ji zext û zora hişmendiya zilam ji hemû partiyên tirkiyê zêdetir cih daye jinê. Jin bajar bi bajar, navçe bi navçe, kolan bi kolan digerin û bi biryarin ku bibin dengê hemû jinên li Tirkiye û Kurdistanê, her wiha bi biryarin ku careke din hemû navend û xebatên wan ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve hatine xesp kirin careke din bixin meryetê û bibin dengê bi hezaran jinan ku niha ji aliyê sistema zilimkar ya zilam ve tên perçiqandin. Ji ber ku jin a Kurd bi xwe bi bawere û dizane hêza aştî û çareseriyê di xwe de girtiye.

Rumeysa Tekîn

Demnews.net

About demnews

Check Also

Di destpêka civakê de JIN

Destpêka cîvaka îro heye, ya rast destpêka her hebûn û pergalekê heye. Tu tişt ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *