Home / Nûçe / DAİŞ Li Herêma Mexmurê Disa Xwe Bi Rêxistin Dike

DAİŞ Li Herêma Mexmurê Disa Xwe Bi Rêxistin Dike

MEXMUR- Hat diyarkirin ku çeteyên DAİŞ’ê yên li herêma Mexmur û çiyayê Qereçox mane xwe ji nûve bi rêxistin dikin û di meha remezanê de ji gundiyên herêmê bi zorê zekat kom dikin. Bi şev dikevin gundan û propagandaya xwe dikin.

Hat diyarkirin ku çeteyên DAİŞ’ê yên li herêma Mexmur û çiyayên Qereçox mane xwe ji nûve bi rêxistin dikin û di meha remezanê de ji gundiyên herêmê bi zorê zekat kom dikin. Her wiha hat diyarkirin ku gundiyên li ber xwe didin naxwazin zekat bidin, zeviyên wan tên şewitandin.

Piştî dagirkirina Kerkuk’ê ya di sala 2017’an de ji aliyê artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şabi ve, hêzên Pêşmerge di encama hinek hevpeymanan de bêy şer û pevçûn xwe ji hemu herêmên Kurdistanê yên li ser xeta 40’î ku jêre dibêjin herêmên bi nakok paşde kişandibûn. Çeteyên DAİŞ’ê ku li herêmê mane ji nûve xwe bi rêxistin kirin û dem bi dem êrişî gundan dikin û xelkê herêmê di revînin.

Şêniyê gundê Gelî Mencelan ku ji ber ewlekariyê ne xwest navê xwe aşkere bike diyar kir, ‘’çete di meha remezanê de dikevin gundan û ji gel zekat dixwazin, gundiyên ku ne xwazin zekat bidin zeviyên wan dişewitînin û gefan dikin. Bi şevê dikevin gundan propagandaya xwe dikin û çavê gel ditirsînin’’.

Gundiyê Gelî Mencelan her wiha got; ‘’Ev herêm di navbera xeta sinor ya herêma Kurdistan û hukumeta Iraq’ê de cih digire heya niha li hemberî van êrişan ne ji hukumeta herêmê ne ji hukumeta Iraqê tu pêngavên berbi çav ne hatine dîtin. Xemsariya wan tirsê di nava gundiyan de çêdike û dibe ku di demê pêşde gundî cihên xwe vale bikin’’.

Hukumeta Iraqê di 9’ê Kanuna 2017’an de bi awayekî resmî daxuyanî dabu û diyar kiribu ku li Iraqê dawî li şerê DAİŞ’ê hat.

Demnews.net

About demnews

Check Also

Serokê Hukumeta Herêma Kurdistan A Federal Hat Hilbijartin

HEWLÊR- Parlemana Herêma Kurdistanê a Federal îro li Parlementoyê civîna ji bo hilbijartina Serokatiya Herêmê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *