Home / Cîhan / “DITIB Milê Dirêj ya Erdogan e.”

“DITIB Milê Dirêj ya Erdogan e.”

BERLİN- Serokê berê ya parastina makezagonan Hans-Georg Maaßen diyar kir ku saziya DITIB ya li Elmanya milê dirêj ya Erdogan e û karê sîxurtiyê ji bo îstîxbarata Tirkan birêve dibin.

 

Li 11’ê Gulana 2019, rojnameya Elmanî bi navê “Focus” li ser malpera xwe ya Înternetê hevpeyivînekî bi serokê berê ya parastina makezagonan Hans-Georg Maaßen ve weşandiye. Di vê hevpeyivînê de, bal li ser mijarên rojane wek pirsigirêkên koçbertiyê li Elmanya, tevger û helwestên nîjadperest li demên dawî û guhertina partiya CDU (Christlich Union Deutschlands – Hevgirtina Xiristiyan ya Elmanya) di hêla siyaseta xwe a penabertiyê de; tê kişandin.

“Ez Pirsgirêkên Mezin Li Entegrasyonê Dibînim.”

Gorî Maaßen, rojane zêdetirî 500 mirovan koçî Elmanya dibin ji bo penayekî, bes pirsgirêkên siyaseta CDU ya yekbûyîna wan koçberan hê jî didomin. Li vir Maaßen destnîşan dike ku guhertina partiya CDU ji hindur ve ji bo çareserkirina van pirsgirêkan wê bibe pengavekî aborî, demografî û civakî.

“Milîsên Terorê Hatine Binxistin, Bes Hê Jiyan Dikin.”

Girêdayî mijara koçbertiyê, ji aliyê rojname jî mijara hevpeyivînê ser rewşa dawî ya Sûrî û DAIŞ’ê tê kêşandin – gorî Maaßen rêxistina terorê DAIŞ ne qediya ye. Hem parvekirina peyama Baxdadî, hem jî êrîşa dawî li Srî Lanka, li gorî Maaßen nîşaneyên ji nû ve xwe rêxistinkirinê ya DAIŞ’ê ne. Li vir xeteriya vegera kevneşervanên DAIŞ’ê ji aliyê Elmanyayê ve tê berçavan derbas kirin.

“Tê Zanîn Ku DITIB Milê Dirêj a Erdogan e.”

Wek lûtkeya hevpeyivîna bi serokê berî ya parastina makezagonan ve, rojnameya focus’ê ji mijara xeteriya ji nû ve xwe rêxistinkirina DAIŞ’ê bi pirsekî ve derbasî mijara DITIB’ê (Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karê Diyanetê) dibe. Pirsa rojname bi vî awayî tê pirsîn :

“Tê zanîn ku Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karê Diyanetê, bi kurtî DITIB, li vê derê wek milê dirêj ya olî ya serokê dewleta Tirkiyê Recep Tayip Erdogan e. Divê li hemberî van pêşketinan ji aliyê saziyên îstîxbaratî ên hindurîn ve helwestekî çawa were danîn ?”

Bersiva Maaßen jî bi vî awayî bû :

“Ji xwe tê zanîn ku meleyên DITIB’ê wek saziyekî îstîxbaratî agahî komkirine û dane saziyên tirk. Mijar tevgera Gulen ku wek tê angaşte kirin berpirsê derbeya hember Erdogan ye, bû. Ev rewş wek desttêwerdanekî di serdariya dewleta me de ye. Her wekî din, bîrdoziya olî ya DITIB’ê li gorî nêrîna min bi hin cihan li rêzkariya bingehîn ya demokratîk ku di makezagonê de pêvekirî ne, re nakok e. Ji ber van sedeman, divê saziya parastina makezagonan vê tevgerê ji nêz ve bişopîne. Lê belê, veya girêdayî nirxandina biryardanerên siyasî ye.”

Ev hevpeviyvîn bi pirsa dawî a “Çima hikûmdar disekinin ?” ve û bersiva Maaßen a “Divê hun kesên din bipirsin.” tê bi dawî kirin. Li xwe mikurhatina serokê parastina makezagon ya Elmanyayê destnîşan dike ku hikumeta Elmanya ji vê rewşê agahdar in, bes ji bo desttêwerdana vê yekê kesên berpeyv tine ne.

Kiryarên Sîxûrtiyê Ê DITIB’ê Di Rabihoriyê De

Gûftûgoya DITIB’ê bi dewleta Tirk ve beriya demekî dirêj ketiye rojeva hikumeta Elmanyayê : piştî derbeya 15’ê Tîrmehê 2016, tenê li wilayeta NRW (Nord-Rhein-Westfalen) ku dikeve rojava-bakurê Elmanyayê û hejmarekî bilind a revendên Rojhilata Navîn, bi taybet tirk, gel xwe dihewîne; 13 meleyên DITIB’ê ji bo karûbarên sîrxûrtiyê hatine naskirin. Ji 2016 şûn ve, DITIB li rojeva Elmanyayê tê mînaqeşe kirin – daxwaza hikumetê ew e ku DITIB xwe dûrî siyaseta dewleta tirk bike, ango ger ku bixwaze wek civata olî were nasîn, divê helwestên xwe bide diyar kirin. Li vir diyar dibe, ger DITIB xwe dûrî kiryarên siyasî a dewleta tirk neke, wê çavkaniya maddî ji aliyê hikumeta Elmanyayê ve ku wek pereya arîkariyê ji DITIB’ê re tê dayîn, were çikandin.

Li Hember Sîxûrtiya DITIB’ê Bêdengiya Elmanya

Ruxmê lêpirsîn û lekolînên derbarê DITIB’ê têne meşandin, tê zanîn ku herî dawî lêpirsînên 19 meleyên gûmanbar ên DITIB’ê ku ji bo karûbarên sîxûrtiyê hatine gunehbaran kirin, hatine rawestandin. Tevî vê, her sê berpirsyarên DITIB’ê karmendên dewleta Tirkiyê ne : Kazim Tirkmen di navbera 2014 heta 2017 serokê kar û xebatên olî li Tirkiyê bû. Di heman demê de, tê gotin ku di navbera Tirkmen û Erdogan peywendiyekî şexsî heye. Wekî dîn, Ahmet Dîlek ku berîkarê wî ye, wek dîplomatekî li balyozxaneya tirkiyê li Koln’ê kar kiriye û gûmanên derbaskirina agahiyên hesas ên wê demê ji dewleta Tirkiyê re li ser Dîlek hene.

Ruxmê van agahiyan û herî dawî bi mikûrhatina serokê berî ya parastina makezagona Elmanyayê ve, bêdengbûyîna dewleta Elmanya hember karûbarên DITIB’ê bi awayekî eşkere derdikeve holê.

Demnews.net

About demnews

Check Also

Asayişa PDK’ê êrişî çalakvanên ber deriyê NY kirin

HEWLÊR- Asayîşa PDK’ê êrişî çalakvanên gireva Birçîbunê ya Jinên Meclisa Îştar ya Wargeha Mexmur ya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *