Home / Analîz / Ji Ber Nakokiyên Hêzan, Hevsengiya Sûriyê Rûnayine –JI EDÎTORYA

Ji Ber Nakokiyên Hêzan, Hevsengiya Sûriyê Rûnayine –JI EDÎTORYA

Di şerê navxweyî ya Sûriyê de hevsengî rûnayine. Di pêvajoya ku weke sêyemîn şerê parvekirinê ya cîhanê tê binavkirin siyaseta serdestan nakokiyê kurtir dike. Di vê qadî de ji ber pêşketinên dawî di hêla neyinî de yê herî zêde bandor dibin jî Tirkiye û Îran in. DYA, di mijara kirîna S-400 de ku bi Tirkiyeyê re ketiye nav nakokiyan, dixwaze wê û rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê bîne ser heman maseyî.  

Li Rojhilata Navîn di qada Sûriye de ku weke sêyemîn şerê parvekirinê tê binavkirin, helwest û manewrayên leşkerî, siyasî û aborî ya hêzên navneteweyî rojane diguhere, neçareserî jî kûrtir dibe. Di şerê ku navbera Dewletên Yekbûyiya Amerîka (DYA) û Rûsya de têşe digire de hêzên din ên navneteweyî û hêzên heremî jî bê helwest namînin. Jibilî hêzên Ewropî yên weke Brîtanya, Almanya û Fransa, hêzên di heremê de bi bandorin ên weke Îsraîl, Îran û Tirkiye jî dixwazin di qadê de hin tiştan bidest bixin. Piştî bîlançoya 8 salan a şerê di Sûriyê de terafên şer ku hewil didin hin hevsengiyên nû ava bikin, Tirkiye ya ku di navbera DYA û Rûsya de asê maye qrîza heremî kûr dike. 

Kîjan Hêz?

Tirkiye ku di rojavayê Firatê de bi Rûsya re têkilî çêkiriye, heya kirîna sîstema parastinê ya fuzeya S-400 pêşde çû, kirîna fuzeyê ku ji aliyê welatekê endamê NATO’yê ve hatiye kirîn ji bo hêzên Ewropiyan jî wek xetek sor tê dîtin. Ji du hêzên herî mezin ên NATO’yê DYA û Almanya bi daxuyaniyên zelal anîn ziman ku ew vê kirîna fuzeyê qebûl nakin. Standina partiya yekemîn a S-400 ku dê di meha Tîrmehê de pêk bîne diyare ku dê derî ji pirsgirêkên mezintir re veke. Ev dê bibe nîşaneya ku dê Tirkiye bi DYA re an jî bi Rûsya re tevbigere ye. Tirkiye jî, piştî hişyariya DYA û Almanyayê hewil dide formulên navbêrê bibîne. Lê heya niha hemû riyên ku weke alternatîf hatî nîşandan nehatiye qebûlkirin. 

Dê Rasterast Bandor Serî Bike

Tercîha Tirkiyeyê di heman demî de faqtorekê dê rasterast bandorê ser siyaset û rola wê ya ser qada Sûriye bike. Helwestekê ku ji bo Rûsya bê nîşandan, ya Tirkiyeya ku heya niha bi piştgiriya NATO’yê li rojavayê Firatê disekinî li hemberê Rûsya û Îranê bixe pozisyoneke zahmetir. Di heman demî de wê di mijarên siyasî, aborî, bazirganî, enerjî û tevgerandinê de jî tecrîd bibe. Helwestek ji bo DYA jî deyine, dê di siyaset û hevpeymanên ku li rojavayê Firatê bi Rûsya û Îranê re daniye bi neyinî bandor bike. Ji ber vê yekî jî dibe di serî de Efrîn û Idlib di tevahî heremê de bibe sedema guherandinek mezin. Di her du rewşan de jî rojên zahmet li benda Tirkiyeyê ye, her wiha tê nirxandin ku wek pêşketinek ku îşareta Tirkiye ji axa Sûriye derkeve ye. 

Gelo DYA Hişyariyên Dawî Dike?

DYA ku ji vê tengavbûna Tirkiyê dixwaze sûd werbigire, bi têkiliyên dîplomatîk a bi Tirkiyeyê re diyare ku di nav lêgerîna ku ji bo karibe siyaseta xwe bimeşîne têkiliyek din a cuda digere. Nûnertiya Taybet a Sûriyê ya DYA hevdîtinên bi Tirkiyeyê re, mijarên sereke ya nîqaşan kirîna S-400 û derbarê van mijaran de hişyariyên dawî li Tirkiyeyê tê kirin. Dîsa hat ragihandin ku derbarê mijara herêma ewlehî ya tê plankirin de hin pêşniyarî bê kirin, kiteyên wê jî piştî hevdîtinan dê ji rayagiştî re bê aşkere kirin. Çavkaniyên ku heremê ji nêz ve dişopînin tînin ziman ku Tirkiye germ nêzî mijara herêma ewlehî nabe. 

DYA Dixwaze Ya Tirkiye Û Rêveberiya Xweser Bîne Heman Maseyê

DYA ku di heman demî de bi rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtinan didomîne, hewil dide di navbera her du hêzan de hevsengiyekê çêke. Hat diyarkirin ku yek ji sereke siyaseta DYA ya vê demî ewe ku “Ya Kurdan û dewleta Tirk di heman maseyî bîne gel hev” e, lê heya niha derbarê vê de gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê jî, her çiqas deriyê têkiliyê negirtibe jî rewşa Efrînê û derbarê tehdîdên Tirkiyeyê ya derbarê heremê de hin şertan datîne. 

Hevdîtinên MSD û Rejîmê 

Têkilîdayîn û hevdîtinên MSD û rejîma Sûriyê ku du aliyên herî bingehîn ên Sûriyê ne jî didom e. Hewildanên Rûsya ku dixwaze ya Tirkiyeyê aliyê xwe bigire di ser rejîma Sûriyê bandor dike. Li gor siyaseta Rûsyayê, têkiliyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê diguhere. Diyalogên derbarê jinûve înşakirina welat, avakirina îdarî û heya qada leşkerî divê çewa bibe tê kirin, ji ber nêzîkatiya Rûsyayê her çiqas hinek kêmasî derkevin jî xebatên di bin navê “Komcivîna Diyalog a Sûriyê” berdewam dikin. Ji bo komcivînekê din xebatên diyarkirina cih û kesên bên vexwendin tê kirin. 

Hewildanên Rûsyayê

Rûsya bi hewildana ya Tirkiyeyê li cem xwe bigire û li dijî NATO’yê hin deskeftiyan bigire, di vê hêlî de hin tawîzên aborî dide Tirkiyeyê. Dîsa têkilî û peymanên li İdlib û Efrînê ya bi Tirkiyeyê re daniye heya jê heye dixwaze dirêj bike. Rûsya ya ku heya mehên Tîrmeh-Tebaxê ku dê helwestek hişk nîşanê Tirkiyê nede, çavên xwe ji têkiliya Tirkiye ku dixwaze di ser rejîmê de li dijî rêveberiya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê têkilî dimeşîne jî digire heta di pişt berdeyê de destek jî dike. Li aliyê din Rûsya, Tirkiyeyekê ku ji NATO’yê bi temamî qût bûyî zêdetir, di ser Tirkiyeyekê girêdayê NATO’yê lê têkiliyên wan bi pirsgirêk dixwaze DYA’yê zor bike. 

Di Navbera Rûsya Û Îranê De Çima Gengeşî Heye?

Tê gotin ku yek aqtorekê din a di qada Sûriyeyêde  Îran e, di navbera wê û Rûsya de hin nakokî derketine. Helwesta Rûsya ku di mijara divê Îran û Tirkiye ji axa Sûriyê derkevin de têkiliya wê ya bi Îranê re gengeşî çêdike. Tê dîtin ku ev gengeşiya di navbera her du aliyan de derbasî qada hakimiyeta leşkerî jî bûye, di hin ciha de ev rewş dizivire pêvçûnên li dijî hev. Dixuyê ku nakokiya esasî ya di navbera Rûsya û Îranê de Heleb e. Tê nirxandin ku her du hêz jî di nêrîna ku “Kê Helebê qontrol bike di Sûriyeyê de herî bi hêz wê ew be” ne, di mijara piştî rêveberiya Beşar Esad dê kî/ê biçe desthiladariya hikûmetê de jî pirsgirêk dijîn. 

Sêla Idlib Dîsa Sor Bû

Wek bi van hemû pêşketinan ve girêdayî di herêma Sûriyê ji Cerablûs heya Idlibê pêvçûn berdewam dikin. Di vê heremî de Efrîn û Idlib rolek mezin dilîzin. Ligel hinek nêzîkbûna Tirkiye û rejîma Sûriye çêdibe jî li Idlibê di rojên dawî de pêvçûnên di navbera çeteyên Heyat Tahrîr El Şam/El Nûsra û hêzên rejîma Sûriyê de zêde bûye. Rejîm ev hefteyeke bênavber heremên ku berê de weke “Herema bêpêvçûn” hatibû îlankirin û di heman demî de noqteyên çavdêriyê ya aîdê hêzên leşkerên dewleta tirk lê heyî bombe dike. Tê gotin ku hin komên çete yên girêdayên HTŞ, ji bo dewriyeyên hevpar ên ji aliyê Rûsya û Tirkiye ve tê kirin asteng bike riyên derbasbûnê girtiye û tê ragihandin ku Rûsya li hin ciha li komên girêdayê Tirkiyeyê dide. Di rojên dawî de Rûsya û rejîm li 50 gund û bajarokên li başûrê Idlibê ku di bin qontrola çeteyên HTŞ de ye dide. 

Rewşa Efrîn

Li Efrîna ku li kêleka pêvçûnan e jî, di navbera komên ku Tirkiye wan destek dike de cih bi cih pêvçûnên xanîmetê derdikeve. Pêvçûnên ku di navbera Ehrar Şerqiye û Sultan Murat de didomin, artêşa Tirk jî dixwaze van pêvçûnan bide rawestandin. Li aliyê din ku li dora Efrînê dîwar tê lêkirin, tê nirxandin ku dîwar hem li dijî çalakiyên Hêzên Ezadiya Efrînê, hem jî di paşerojê de Tirkiye vê heremî li ser axa xwe zêde bike ye. Mijareke din Tirkiye ji bo Efrînê ku bi Rûsyayê re hevpeymanê çêkiriye demboriyê ye û ev hevpeyman li gor tercîhên ku Tirkiye dê di axa Sûriyê de bike de dibe ku biguherin jî. 

Ji Bo Girên Golanê

Di şerê Sûriyê de yek ji aqtorên ku dem dem derdikeve holê jî Îsraîl e. Îsraîl, di nava polîtîkayên DYA ya ser heremê de sernaveke girîng disekine. DYA, bi taybetî ji bo hêza Îranê ya li ser sînorê Îsraîl-Sûriyê kêm bike û ewlehiya Îsraîlê dixwaze hilde garantiyê, di aliyê din de jî pêşiya têkiliyên Îsraîl û Rûsyayê vedike û di vê polîtîkaya xwe de pêşketinek heye. Di vê çerçoveyî de Girên Golan a Sûriyê ku heya niha wek pirsgirêk bû bi awayek fermî qebûl kir ku evder axa Îsraîlê ye. Tê gotin ku ev rewş jî, ji parastina yekitiya axa Sûriyê zêdetir, siyasetek ku dê perçe bibe û bi vê awayî jî biçin çareseriyê bê meşandin. 

/Demnews.net

About demnews

Check Also

Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-2

NAVENDA NÛÇEYAN – Sowyet Rûsya ya ku wek pergalek ‘komînîst’ bixwe pesindar e lê di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *