Home / Forum / Nijadperestî û Derewa ‘Em Brane, Di Heman Keştiyê de ne’

Nijadperestî û Derewa ‘Em Brane, Di Heman Keştiyê de ne’

Pêşbirka, her nijadperest sûcdarkirina nijadperesteke din, her kesê ku di welatê xwe de an jî civaka di erdnîgariya din de komkujî dike tîne bîr an jî hêzên din ku komkujiyê pêk tînin sucdarkirin berdewam dike.
Tiştê em dixwazin bibêjin bi salane desthiladariya AKP’ê ya Tirkiyê ya Îsraîlê, Îsraîl jî ya Tirkiyê-Tayîp Erdogan û Netenyahû- Tirkiye-rejîma Esad, Îran-Îsraîl, Tirkiye-Almanya û Almanya hin dewletên din, ew vê ew wî, bi dîktatorî, komkujerkar, nijadperestiya hev tînin bîra hev û hev sûcdar dikin.
Niha heman rewş di Tirkiyê de di navbera desthiladarî û aliyên tê gotin ‘muxalefeta giştî’ de heman tişt hat jiyankirin. Di pêvajoya Tirkiye dema êrîşê ser Efrînê dikir, di serî de partiya CHP ku ‘muxalefeta giştî’ tê bi navkirin hunermend û akademisyenên ku Erdogan ji wan weke ‘hunermendên muswede’ pênase kir ji êrîşê re çepikan dan. Lê dema endamên OSO bi alên xwe di Meydana Taqsîm a Stenbolê de sersal pîroz dikirin, van kesan bertekên ku ‘nijadperestiyê’ jî derbas dike nîşan dan. Dema Tayîp Erdogan ji bo wan pênaseya “Ev leşkerên min ên Kuvayî Milî yên li Sûriyê ne’ bikaranî ji van aliyan tu bertekek nehat nîşandan û bi gotina ‘erê, lê’ derbas kirin. We bi erêkirina vê êrîşî re ya kurdên ku we ji wan re digot “Em brane, di heman keştiyê de ne” nîvê deryayê de hişt û noqê avê kir. Lewra dema êrîşek li ser axa Sûriyê pêk hat diyar bû ku dê rewşek wiha derkeve holê. Divê we zanibûya herî zêde koçberî, herî zêde tahrîbat pêk bê… Hûn zanibûn lê li hesaba we nedihat.

Di Meydana Taksîmê de pîrozkirina sersalê ya OSO’yan û bertek!
Niha jî Nivîskarê Rojnameya Sozcu Yilmaz Ozdil, di quncika xwe de derbarê OSO’yi yên di Meydana Taksîmê de bi al û dirûşmeyan sersal pîroz kirin de nivîsekî bi sernavê “Di vê rezaleta pîrozkirinê de keda wan derbasbûyî…” nivîsand û bertek nîşan da. Di nivîsa xwe de di nava wan de serbaz, çawişên pispor, tîmên Tevgera Taybet a Polîs û Jendermeyan jî heyî nav, paşnav û bajarên li rojavayê Tirkiyê ji dayikbûyîne rêz kiriye. Bi sedan van navên leşkerên Artêşa Tirk ku di Efrînê de mirine dijmêre –kî ligel hemû israran Artêşa Tirk hejmar û van navan aşkere nedikir- wek nivîskarekî her tim nebaşiya nijadperestiyê tanî bîra civakê nijadperestiyê tolere dike û nijadperestiyê belav dike.

Nijadperestî nexweşîne!
Nijadperestî nexweşîne û bi heman awayî yên nijadperestiyê dikin, her tim bi awayekî tînin bîra hinekê din jî aqil lebitandine. Nijadperestî, cudakarî, perçekirin, wirdekirin xirabiye, dijminatiya mirovahiyê ye lê yê tevlî dibin her tim anîna bîra maxdurên nijadperestiyê bûye halê dînbûnê ya paranoya û herî xirabiyê. Jê zêdetir ev kesên ku her tengav dibin argumana bi kar tînin jî xirab e. Dema bê adaletî, nelirêtî, bê hiqûqî, zilim, nefret, binpêkirina mafê mirovan, polîtîkayên nijadperestî ya rastî dema welat bi reşiyê ve diçe, hêzên serdest her tim argumana “em birane, ev keştî noqî avê bibe” bikar tînin. Ne jidilbûna wan û tenê ji bo xwe xilas bikin xwe tevdidin mirov dikare di rûyê wan de bixwûne.
Ev gotin a ku tu aliyê wê ya pratîkê tuneye û tenê ji şibandin, henekekê pêk tê, di esasê xwe de sedema xwe ya ewqas tê îstîsmarkirin heye. Ji ber ku însan pir hêsanî dixapin.
Îfadeya “em brane” û “heman keştiyê de ne”, mecazeke ku hemû cure xirabiyê, bê hiqûqiyê, qirêjiyê di netewperestî û heremî de tê asê kirin e. Narqozekî ku girseyan diradizîne ye. Her çiqas ji di dema destpêkê de bandora xwe tune be jî di ser girseyên zakîreya masiyê de pir tê bikaranîn û wek sloganeke hişk hebûna xwe didomîn e.
Dema dikevin aciziyê hema gotina ‘em di heman keştiyê de ne’ dubare dikin
Di demên tengav de, daxwazên pêkhateyên din ên wekî haq, hiqûq, wekhevî, bratî, edalet qet hilnadin dîqatê, wekî pirsgirêk çareser bûne bi mehareta îlûzyonê mijara keştiyê tê bîranîn, ev yek jî bi tahkîmkirina otorîteyê başqe tu wateya xwe nîne. Bêxemên navenda berjewendiyê; muxalifên ku jixwe nabînîn daxwazên wan ên maf tune dihesibînin û ew zemîna keştiyê behsê dikin jî di esasê xwe de fetis, tengezar a di zivirînin cahnimê jibîr dikin ku ew bixwe ne. Îluzyona keştiyê, çewa ku ne yê xêrê ye, bela, erdhêja civakî û xeteriyan jî deşifre dikin. Ev nîşaneya aciziyê ye. Ji bo girse deng ji rewşa xirab re dernexin hewildana wan bidin razandin. Dema dikevin aciziyê û tengezarî dijîn alîkarî dixwazin lê tu caran soza didin bi cih nayinin…
Mînaka van jî heye; di salên 1800’an de Osmaniyan ji bo serhildana Kozanogluyan bitepsîne ji Begên Kurdan alîkarî xwest, dîsa heman argûman û sloganan bi kar anîbû, ji Agirî 400 şervanên hatî hilbijartin di pêşengtiya Mihemed Paşa yê Surmeyî û Evdalê Zeynikê hatibûn şandin, hemû di şer de ji nexweşîna zirav miribûn, Mihemed Paşa yê Surmeyî jî mar pêve vedabû û miribû. 30 şervanên sax mayî jî kes ne li wan geriyabû û nepirsîbûn. Ji ber ku ew iluzyona ‘em hemû heman keştiyê de ne’ tenê ji bo şandina 400 şervanan bû. Sedema ev gotinên “Em brane, hişmendiya ummetiyê, hevkariya qederê û heman keştiyê de ne” ku baweriya xwe winda kirine û ketiye halê bê tehamul ew e ku hêzên serdest van sloganan li gor berjewendiyên xwe bikar tînin e.
Li Tirkiyeyê dema statukoparêz tengav dibin di her serdemî de desthiladar vê narkozî bikar tînin, lê ev demek dirêje êdî tîr di çewalê de rast nabe û piraniya civakê ketine firqa ku ev slogan xapandinek mezin e. Ji ber vê yekî jî gotina “em di heman keştiyê de ne” ku wek e tehdît, hişyariyek tê dayîn, çewa ku ji tu derdî re nabe çareser wisa jî êdî tu wateya xwe jî nemaye.
Desthiladar êdî vê yekî ji bo xwe yasayê wek mertalê bikar tînin û kesên nayên vê yasayî tên cezakirin an jî wek xaîn û dijmin tên îlankirin. Ev jî tê çi wateyî Noam Chomsky di pirtûka xwe ya “Qorsan û Împaratoran” de di pêşgotina pirtûkê de pir zelal vedibêje…
Azîz Augustîne, çîroka Îskenderê Mezin ku qorsanekî dîl girtibû vedibêje. Îskender ji qorsan (kaçaxê keştiyê) dipirse “Tu bi kîjan cesaretî êrîşkariya deryayê dikî?”. Qorsan jî bersiva “Tu bi kîjan cesaretî êrîşê hemû cîhanê kir? Ez ji ber xwedî keştiyekî me wek qorsan (kaçaxçiyek) têm pênasekrin, tu jî heman tiştî bi sedan keştiyan pêk tînî lê tu wek împarator têyî pênasekirin.”
Wek heqîqat em ne di keştiyê de ne, ji ber qeraxeke xwe bigihijineyê û peya bibin jî tuneye, keştiyekê din a ku em derbasî wê bibin jî tune ye. Yanî bi temamî ji îluzyonekê pêk tê. Yên dibêjin em diheman keştiyê de ne, tenê ji bo berjewendiyên xwe mîsoger bikin e. Çewa ku hemû nirxan xerc kirin wisa jî, vê nirxa ku dikare pêşiya felaketên mezin bigire ji berjewendiyên xwe re feda kirin û dikin.

Dem News/Ejder Aslan

About demnews

Check Also

Ji Sarah N.Stern: Şerê kurdan şerekî mirovahiyê ye

Ji Sarah N. Stern ku Nivîskar avaker û serokê EMET (Endowment of Middle East Truth …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *