Home / Forum / Erkanên pergala nû ya dema ji wan re dibêjin ‘rûne’ rûdinên, ‘rabe’ radibin!

Erkanên pergala nû ya dema ji wan re dibêjin ‘rûne’ rûdinên, ‘rabe’ radibin!

Hûlûsî Akar Serok Erkanê Leşkerî ya Tirkiyê bû niha li gor sîstema nû bûye Wezîrê Parastinê. Niha Hûlûsî Akar rewşa xwe ya leşkerî jibîr kiriye, an jî qet ne di xema wî de ye, di meclîsê de ha bi wê û ha wan re qirên dike. Baş e di şerekî de dev ji disiplîn-misiplînê berde kî li pey Akar wê biçe? Di kulîsan de tê axaftin, dev ji şer berde kes pê re dernakeve seyranê jî.

Ya din jî Wezîrê Perwerdehiya Netewî heye, jê dipirsin “Ev mesela azmûna zanîngehê wê çewa çêbe, wê kengê azmûn çêbibe?” Tu agahiya vê mirovî ji azmûn-mazmûnan nîne, bersiva ‘wileh nizanim” dide. Niha ev azmûn çêbibe çiye çêne çiye, jixwe Wezîrê teyê ku pir cidî tê dîtin qaxizê vala ya azmûnê daye. Yanî azmûnê derbas nebû! Em azmûna zanîngehê wek pirsek bihesibînin tenê bersiva “erê” an jî “na” tenê bide, lê Wezîr vê bersivî jî nikare bide. Ji ber ku nizane. Ji ber ku Tayyîp Erdogan jê re gotiye ‘here ser wê kursiyî rûne’ ew jî çûye rûniştiye. Maqsed kursî tijî bike.

Serokomarê me hinek fikiriye ecêb ez kî/ê bikim wezîrê Aboriyê. Bila Bayraktar bibe Wezîrê Maliyê, baş e ma qet eleqaya wî bi aboriyê heye? Erê eger hûn ji vê alî lê binêrin heye mînak; wê ji wezaretiyan re butçe veqetîne de, wê bibêje yek ji min re yek ji wezareta perwerdehiyê re, yek ji min re yek ji wezareta Diyanetê, yek ji min re yek ji vê wezaretî re, yek ji min re yek ji wê wezaretî re, yek ji min re yek ji Qesrê re, yek ji min re didu ji Serok Komar re, yek ji min re ha bila ev her du jî ji wezareta Parastinê re, yek ji min re yek jî bidin Wezareta Aboriyê… Yanî me da her kesî lê em Wezareta Aboriyê jibîr nekin ew jî gunehe… dibirsin baş e wê gel, xelq çi bûxwe û vexwe? Dibêje ‘wezaretiyekî me wisa tune ye” ji xezûrê min re bibêjin bila wezaretiyek wisa vekin eger mabe em dê nîv butçeyek jî jê re veqetînin. Diçin ji bo ji xezûrê wî re bêjin. Ji xwezûrê ku “Li ber sobeya (şomîne) germ rûniştiye, îçkîya me ya mîllî Dew jî li ber e. Serok Komarê me dibêje “Ya ev jî derdeke ma, yê bibîne tiştên em dûxwûn vedixwûn cuda… Ma me negotibû em bi hev re di bin baranê de dimeşin, vaye jixwe me serma girtiye li ber sobê xwe germ dikin… me çi gotibû ‘araqa me ya millî dew e’. “ Ciwamêran bersivak xwe xweş girtin û pişta stûyê xwe xûrandin û zivirîn.

Yek wezîrek di karê xwe de pisportiya wî/ê tune ye, lewra Serok Komar ji wan re gotiye “herin wir rûnên, çûne rûniştine, na na min guherand tu derbasî wir bibe, tu jî derbasî vir bibe” û wisa jî pêk tê…

Di esasê xwe de hiçkû Tayyîp Erdogan henekê xwe bi wan dike! Lewra carekî serok komar kursiyên wezaretiyan guherandibû, gotibû ‘tu here wir, tu li here ser wî kursiyî rûne’ bi rastî jî çûbûn kursiyên hev guherandibûn…

Ya Bînalî Yildirim kir serokwezîr. Jê re dibêje here wir rûnê, rûdinê, rabe radibe. Niha navberek got here bibe namzetê Şaredariya Anqerê, piştre got na na ew der nabe Îstanbol vala dimîne derbasî wir bibe. Wî ji Serokwezîrtiyê ser kursiya şaredariyê dide rûniştandin.

Di ser de jî dibêje, xizmetên muazam (pir mezin) ên şaredariyên Anqere û Stenbolê hebûn. Lê hema piştî gotina xwe du roj ya Serokê Şaredariya Anqerê ji peywirê davêje. Dipirsin ka te gotibû pir xizmetên serkeftî kiribûn, çima ji peywirê digirî? Wekî ku bibêje ‘lê ew jî pir serxwede çû canim…” Hewil da gotina xwe virde û wirde bir.

Tiştê duh kirî îro jibîr dike, gotinên xwe yên çend seat berê diçe bajarekî din berovajê wî diguherîne. Hema ciha diguherîne vir, wir diguherîne. Li gor min ji ber vê yekî her tim tevlîhev dike. Lewra çi dibêje gotinên wî bi cih tînin. Kes jî nabêje ‘axa’ te duh tiştekê din gotibû niha tam tersê wê dibêje.. dibêje bacê (vergî) derxin ji sedî 25 çêdibe, dibêje na na hinek kêm bikin, kêm dikin. Di nava mehekî de çar caran rêjeya bacê bilind dibe û nizim dibe. Tevlîhev dike, lewra divê bibe ‘yek zilam’ ya, hemû rapor, hemû reqam tên pêşiya wî, divê we îmze bavêje binî… Eger wisa be tabî wê her tiştî tevlîhev bibe…

Rabû evcar jî mijara divê filmên reş a bi şibakeyên seyaran ve tên danîn bên rakirin, piştre jî dibêje belkî hewcê neke. Way liminê êdî ragihandina hawuzê bi rojan ketin pey vê rojevî, nîqaş dikin. Wek gotiye filmên camên seyaran… Lê kes nabêje gelo ev tiştek baş e, nebaşe, an jî çima bi şibakeyan ve tên kirin, an jî çima wê bê rakirin, napirsin. Lê hema nîqaş dikin. Ji ber ku ji nişka ve ji devê serok komar derketiye , belkî bêhemdî, şaşitî ji devê wî derketibe jî, lê êdî carek hatiye gotin… Ji ber vê jî divê bê nîqaşkirin, tiştekî bikin tuneye…

Li halê ‘Serokomarê me’ binêrin, ketiye çi halî, êdî fêm bikin… Şikil û şemala wî guheriye…

 

Dem News/Ejder Aslan

About demnews

Check Also

Ji Sarah N.Stern: Şerê kurdan şerekî mirovahiyê ye

Ji Sarah N. Stern ku Nivîskar avaker û serokê EMET (Endowment of Middle East Truth …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *