Home / Forum / Biryara Hêzên Derve Çi Dibe Bila Bibe, Têkoşîn Wê Her Tim Berdewam Bike

Biryara Hêzên Derve Çi Dibe Bila Bibe, Têkoşîn Wê Her Tim Berdewam Bike

Amerîka û hêzên derve ku xwe li herêmê bi cih kirine, hebin jî û tunebin jî rastiya tekoşîna gel heye. Hêzekî mezin a xweparastinê heye. Jixwe rêveberiya xweser tu carî parçekirina Suriyê ne xwestiye û her tim ev şiyarî dane. Daxuyaniyên YPG’ê û rêveberiya xweser, ya dewleta Tirkiyê û hevkarên wê xistin nava tengasiyan. Çi dibe bila bibe li ser xaka Suriyê û Bakurê Suriyê wê hêzên xwecihî ku temsîla gel dikin biryara dawî ji bo herêmê bidin. Ji derveyî wê tu proje û biryarên din şerê ku li xaka Suriyê heye bi dawî nake.

Rojhilata Navîn ji herçar aliyên xwe ve salekî tijî şer û pevçûnên cihanî li pey xwe hişt kû bi gelek hesabên balkêş di nivî de mayî û gelekên ku nû despê dikin de derbasî sala nû bû. Yek ji van hesabên balkêş ku dikare dengeya heremê bide guhertin biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a vekişandina leşkerên xwe ji Suriyê bû. Ev biryar ne nûbu lê ji nişka ve hat îmzekirin. Ji ber ku beriya niha jî gelek caran Tramp diyar kiribû ku piştî tunekirina DAİŞ’ê ew ê hêzên xwe ji Suriyê vebikişînin. Trump sedema kişandina xwe jî bê bandorkirina çeteyên DAİŞ’ê nîşan da. Lê mirov niha nikare bêje ku li Suriyê metirsiya DAİŞ’ê xilas buye, berovajî wê DAİŞ di Rojhilata Navîn de li benda derfetekê ye ku ji nû ve xwe zindî bike û belav bibe. Hêj çend roj beriya niha Nûnerê taybet yê berê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê DYA Bret Mcgurk diyar kiribu ku, ‘’Tu kes bila ne bêje terora DAİŞ’ê ji holê rabûye. Tu kes ew qasî saf nîne. Ji ber wê çendê em ê di van xakan de hebuna xwe berdewam bikin.’’ Jixwe Mcgurk piştî van gotinên xwe îstifa kiribû û li şuna wî Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê DYA’yê James Jeffrey hat erkdarkirin.

Amerîka li cihê ku berjewendiyên wî lê nebin planên stratejîk û berfireh danayine. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku armanca hatina Amerîkayê ya Suriyê ne tenê DAİŞ e. ji ber wê yekê jî li rexmê derxistina vê biryarê jî Amerîka niha ji xaka Suriyê dernakeve. Ger ku derkeve jî ew ê demekî pir dirêj û bi awayekî hêdî hêdî derkeve.

 

Armanc rojev dagirtin e!

Biryara vekişîna Amerîkayê li Sûriyê di heman demê tê weteya şikestina siyaseta derve ya Amerîkayê jî. Amerîka di Suriyê de siyasetekî pir alî dileyize, ne ji berjewendiyên xwe tavîzan dide ne jî dixwaze navbera wan û aliyên din yên li xaka Suriyê de xirab bibe. Amerîka nêzî 8 salane ku ketiye nav şerê li herêmê bi qasî ku vekirî alîkarî dide Tirkiyê û hêzên din yên çekdar ew qasî li paş perdê jî alîkarî dide. Ji ber wê sedemê jî her çiqasî vekirî diyar nekin jî di aliyê leşkerî, siyasî û aborî de qrîzan jiyan dike. Jixwe di daxuyaniya Trump a ku ‘’Em li gelek welatên cîhanê şer dikin. Rusya, İran, Suriye û hêzên din dijminên DAİŞ’ê yên xwecihîne. Li herêmê karê dij-terorê me dikir lê niha demê vegera malê û ji nû ve xwe avakirinê ye’’ de ev yek bi awayekî vekirî derdikeve holê. Di aliyekî de jî armanca vê biryarê dagirtin û serdegirtina rojevê bû.

 

Gelo daxuyaniya vekişandinê tedbîrek ji bo Iraqê ye?

Trump piştî diyarkirina vê biryara xwe bi awayekî surprîz seredana leşkerên xwe yên li bingeha Hewayî leşkerî El Esad kir ku li Iraqê ye. Trump ji derveyî leşkerên xwe bi tu rayedarekî Iraqê re hevditin pêk ne anî û ev jî bu sedema qrîzê di navbera pêkhateyên di Iraqê de. Amerîka li her devera ku Îran lê belav buye xwe li wê derê kom dike û bi hêz dike. Jixwe Iraq di tevahiya sala 2018’an de bu dika şerê nifusê di navbera Amerîka û Îranê de. Her du alî di pêşbaziyê debûn ku kî bêhtir xwe bi cih bike. Dibe ku ev hemleya Trump li hemberî İranê jî hatibe kirin. Piştî vê serdana Trump û daxuyaniyên ku wê Amerîka jî Suriyê vedikişe ber bi Iraqê ve diçe, hêzên Iraqê tevgera xwe ya ewlehiyê li dirêjahiya sînorên bi Suriyê re zêde kirin.

Li aliyê din mijara operasyona Tirkiyê ya li dijî dagirkirina Minbicê di rojevê de bi berfirehî cihê xwe digire. Tirkiye wê bi hêsanî nikaribe operasyonekî wiha pêk bîne. Ji ber ku yekem hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê duyem jî hêzên Rusya, İran û Suriyê yên li herêmê desturekî wisan nedin Tirkiyê. Jixwe di civîna vê dawiyê ya li Moskovayê de jî rayedarên Tirkiyê destvale vegeriyan. Ev jî tê wê wateyê ku êdî Rusya û aliyên li pişt dixwazin ji Tirkiyê re bêjin “êdî tu rol û karê te di xaka Suriyê de nema ye.” Ji bo wê jî daxuyaniyên paşvedayîna operasyonê ji aliyê Tirkiyê ve hatin dayîn. Eger ku tu planên pişt perdê yên Amerîkayê bi Tirkiyê re nebin, ne bawer e ku Amerîka jî desturekî wiha bide Tirkiyê.

Hesabek demdirêj kû despêkirî û bi biryarbûnekî mezin heya dawiyê biçe, tekoşîna gelê Kurdistanêye. Ji her çar aliyan ve êrişên dagirkeran li ser gel despêkirine. Eger gelê me li gorî rihê demê tevbigere û berxwedana xwe xurt bike bê guman ewê bi serbikevin.

 

Her tişt ne Amerîka ye!

Di demekî wisa de daxuyaniya YPG’ê ya  ji bo hukumeta Suriyê sînoran bi parêzin giringiyekî xwe ya mezin heye. Diyar bû ku di Suriyê û Rojhilata Navîn de her tişt ne Amerîkaye. Amerîka û hêzên derve ku xwe li herêmê bi cih kirine hebin û tunebin jî rastiya tekoşîna gel heye. Hêzekî mezin a xweparastinê heye. Jixwe rêveberiya xweser tu carî parçekirina Suriyê ne xwestiye û her tim ev şiyarî dane. Ev daxuyaniyên YPG’ê û rêveberiya xweser dewleta Tirkiyê û hevkarên wê xistin nava tengasiyan. Çi dibe bila bibe li ser xaka Suriyê û Bakurê Suriyê wê hêzên xwecihî ku temsîla gel dikin biryara dawî ji bo herêmê bidin. Ji derveyî wê tu proje û biryarên din şerê ku li xaka Suriyê heye bi dawî nake.

Tekoşîna HSD’ê li hemberî hêzên çete, biryara Trump, ziyareta wî ya li Iraq, helwestên Rusya, İran û Suriyê û hewildanên Tirkiyê ji bo dagirkirina Minbicê diyar dike ku wê sala nu zêde cudahiyekî xwe ji sala 2018’an nebe. Tê pêşbinî kirin ku bi van pevçûnan re sala nû jî wê ew qasî bi aram û zelal derbas nebe.

 

Dem News/Rumeysa Tekîn

About demnews

Check Also

Nijadperestî û Derewa ‘Em Brane, Di Heman Keştiyê de ne’

Pêşbirka, her nijadperest sûcdarkirina nijadperesteke din, her kesê ku di welatê xwe de an jî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *