Home / Cîhan / Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-2

Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-2

NAVENDA NÛÇEYAN – Sowyet Rûsya ya ku wek pergalek ‘komînîst’ bixwe pesindar e lê di 1914’an de Yekemîn Şerê Cîhanê de bi Dewletên Mutefîk ên wan wekî hêzên emperyalîst didît re di heman eniyê de cih girt, sed sale polîtîkaya wê ya Kurd qet neguheriye. Rûsya ku di dîrokê de li hemberê êrîş û komkujiyên ser Kurdan bêdeng maye, heta ji avakirina Komara Kurd a Mahabad heya dagirkirina Efrînê vekirî-girtî piştgiriya siyasî û leşkerî daye dewletên êrîşê ser kurdan kirine.

 Sowyet Rûsya ya ku wek pergalek ‘komînîst’ bixwe pesindar e lê di 1914’an de Yekemîn Şerê Cîhanê de bi Dewletên Mutefîk ên wan wekî hêzên emperyalîst didît re di heman eniyê de cih girt, sed sale polîtîkaya wê ya Kurd qet neguheriye. Rûsya ku di dîrokê de li hemberê êrîş û komkujiyên ser Kurdan bêdeng maye, heta ji avakirina Komara Kurd a Mahabad heya dagirkirina Efrînê vekirî-girtî piştgiriya siyasî û leşkerî daye dewletên êrîşê ser kurdan kirine. Di Sûriye ya 2011’an de polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan tu caran neguherî û hineke din pêşdetir de çû û piştevaniya xwe ji bo hêz û dewletên êrîşên li ser Kurdan dikirin kêm nedikir.

Di Sûriye ya 2011’an de Rûsya û Kurd

Şerê navxweyî ya Sûriyê ku di meha adarê ya 2011’an de dest pê kir, bi lezekî ku kes ne li bendê bû li welat belav bû. Her kes ku hewil dida çi dibe çi nabe dixwest fêr bibin, DAIŞ ji nişka ve beşek girîng a Sûriyeyê xist bin qontrola xwe. Piştî wê dema kete Iraqê Misul girt û ber bi Kerkûkê ve çû Herêma Federal a Kurdistanê bi xeteriyek mezin re rû bi rû ma. Kurd ji nişka ve hat bîra cîhanê. Hem hêzên navneteweyî hem jî dewletên heremî li gor pêwîstiya berjewendiyên xwe dengên xwe bilind kirin û gelek dewletan rasterast bi riya hewayî alîkariya leşkerî şandin Kurdistanê. Rûsya jî di nava van dewletên ku alîkarî şandin de bû. Lê bi firqekî; Rûsya ne rasterast, di ser navenda hikûmeta Iraqê alîkariyê şand Herêma Kurdistana Federal. Dema polîtîkaya kurd a Rûsyayê bê lêkolîn kirin di nava dîrokê de her tim negatîf (neyînî) bûye. Eger hin caran ji negatîfbûnê derketibe notr ê jî an berjewendiyekê wê ya aboriyê hebûye an jî zêde gotinên wê derbas nebû ye. Lewra daxuyaniya dîplomatîk a Rûsyayê ya derbarê referandûma başûrê Kurdistanê ya di 25’ê îlona 2017’an de pêk hatî de pir manedar bû. Daxuyanî: “Di hêla dîrokî de têkiliyên baş ên Rûsya bi gelê Kurd re hebûye… Em di baweriya ku di mijara nîqaşên li derdora Kurdistana Iraqê de ji bo rewşê zêde neyê sor kirin her tiştên pêwîst dike bê kirin divê bê kirin. Hemû tiştên em dibêjin, derbarê divê alî xwe bigihînin hev û çareseriyeke ji aliyê her kesî ve bê qebûl kirin e.” (04.10.2017 sputnik). Li pişt vê daxuyaniya ku hinek erênî tê xuyakirin de jî şîrketên petrolê yên Rûsan ku di demên dawî de bi rêveberên Başûrê Kurdistanê re hevpeymanên petrolê hatibûn danîn hebû. Lê di esasê xwe de dema tu vê daxuyaniyê bi zimanekî dîplomatîk dixwûnî zimanek neyinî ye û referandumê destek nake. Jixwe di encamê de herî dawî Wezîrê Karê Derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov ku di 27’ê sibata 2018’an de  daxuyanî da de ji bo çareseriya qrîza di navbera rêveberiya Kurdistana Federal û hikûmeta Navendî ya Iraqê de wek Rûsya dê ya Serokwezîrê Iraqê Ebadî destek bikin, bi awayek vekirî danî holê.

 

DAIŞ li Sûriye û Iraqê ji aliyekî ve cihên ku dagir kiriye otorîteya xwe ava dikir di aliyê din de jî qadên serdestiya xwe berfireh dikir. Û êdî DAIŞ, bi piştgirî û alîkariya hin hêzên dewletan çav berda erdnigariya Kurdistanê û armanc dikir ku Kurdan bi temamî ji holê rabike. Li Şengalê bi qetilkirina hezaran kurdan re qirkirinek mezin pêk anî. DAIŞ heman awayî êrîşê erdnigariya Kurdistanê yanî Rojava kir. Kurdên ku bi çar alî hatin dorpêçkirin, bi derfetên kêm lê bi vîna pola li dijî hovîtiya DAIŞ’ê derketin. Û di encamê de hovîtiya DAIŞ’ê bi dayîna berdelên mezin re berteraf kirin. Hinek hêzên girêdayên koalisyona navneteweyî yên hatibûn Sûriye, li Rojava bi cih bûn. Rûsya jî di nava van hêzên navneteweyî de cih girt û li herêma Efrîn a Rojavayê bi cih bû. Kurdan ji destpêkê ve diyar dikin ku ew naxwazin Sûriye parçe bibe, tenê dixwazin rejîm demokratîk bibe û makezagonek ku mafên hemû komên kêman û baweriyên heyî berçav bên girtin bê amadekirin. Xwestin ku di vê makezagona divê bê amadekirin de mafê kurdan jî bi yasayê mîsoger bê kirin. Ragihandin ku ji destpêkê ve jî wan bi hêzên rejîmê re neketine pêvçûnan û tenê axa xwe û gelên li ser vê axî dijîn parastin e.

Ligel hemû tiştan polîtîkaya Rûsya ya ser Kurdan neguherî

Rûsya jî ji bo parastina mutefikê xwe yê qedîm a di Rojhilata Navîn de rejîma Baas û deshiladar Beşar Esad bike dest bikaranîna hemû hunerên xwe kir. Di vê çeperî de ji ber Kurdan bi rejîmê re neketibûn nav pêvçûnê Rûsya wan wekî mutefîkê xwe yê xwezayî didît. Lê di esasê xwe de ev mutefikî li ser paşeroja rejîma BAAS û Esad mîsoger bike û weke girêdayê berjewendiyên Rûsya ya di Rojhilata Navîn de wê dewam bike an na de hatibû avakirin û yekalî û demkurtî bû! Ji destpêka qrîza Sûriye ve piştevanê herî mezin a rejîma Baas û Esad bêguman Rûsya ye. Ger di qada navneteweyî de ger di hêla Neteweyên Yekbûyî de û ger jî di qadê de vê piştevaniya xwe vekirî nîşan da. Kurdan jî axa xwe bi dayîna bedelên mezin parastin. Dema vê yekê dikirin kurdan pergalekî demokratîk a hemû kesan di nava xwe de dihewand ku di Rojhilata Navîn de dikare bibe modelek ava kirin. Ji vê re kêmbe jî hem Rûsya hem jî endamên din ên koalisyona navneteweyî gelek caran piştgiriya xwe aşkere kirin. Ev pergal di herêma Efrînê de jî hat avakirin. Rûsya di vê demî de bi kurdan re hevkariyek baş jî kir. Piştî Tirkiye di 24’ê mijdara 2015’an de balafireke şer a aîdê Rûsya xist xwarê, Rûsya ji bo ya Tirkiyeyê sor bike hevkariya xwe ya pragmatîzm a bi Kurdan re bi awayek vekirîtir kir. Lê bi qûrnazî. Wisa bû ku destûr da Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Moskowayê buroyekî veke; lê li vê bûroyî re ne statuyek misyona dîplomatîk, statuya misyona derveyê hikumetê da. An go Moskowa vê nûnertiyî weke saziyeke sivîl qebûl kir û di vekirinê de ne ji rayedarên hikumetê û ne jî ji burokrasiya dewletê kes beşdar nebû. Ev helwesta Rûsya ya dijî Kurdan bêguman manewrayên polîtîk ên zirav bûn. Rûsya, di têkiliyên xwe yên bi Kurdan re vê polîtîkaya xwe ya zirav piştre jî dewam kir. Lewra ger di hevdîtinên Cinew û ger jî Astana û herî dawî jî konferansa li Soçî hatî kirin de ji bo kurd tevlî bibin tu car di wateya rastîn de giraniya xwe dananî. Di hemû daxuyaniyên rayedarên Rûs ên dane çapemeniyê de mirov vê yekî bi awayek zelal didît.

Rûsya ya Kurdan dawetê ser maseya çareseriyê nekir

Di daxuyaniyên derbarê çareserkirina qrîza Sûriyê de her tim gotineke giştî ya “em difikirin divê hemû alî tevlî çareseriyê bibin” tercîh dikirin. Li ser pirsa rojnamevanan a “Kurd jî di navê de ye an na?” de bê dil bersiva erê didan; lê vê yekî di platformên ji çapemeniyê re girtî de çiqas diparastin, di ne dawetkirina kurdan a ser masê de dihat fêmkirin. Yanî di vê dema qrîtîk de jî ya Kurdên Rojava ji însaf û ujdana Îran û Tirkiyê re hişt. Çewa wek di 1946’an de li Mehabadê kir.

Ligel Rûsya ya Tirkiyê her tim piştevanê DAIŞ’ê didît jî…

Bêguman êrîşa Tirkiye ya ser Efrînê jî encamekî vê polîtîkaya zirav a Rûsyayê ye. Berî konferansa li Soçî axaftinên rayedarên Rûs ên dabûn ragihandî her çiqas dê Kurd dawetê konferansa Soçî bên kirin de asta bilind de hatibe ziman jî di esasê xwe de ev, divêtiya polîtîkaya Rûsya ya li dijî kurdan dimeşîne û hevpeymana bi Tirkiyeyê re bû. Rayedarên Rûs ji aliyekî ve fermandarên YPG’ê dawetê Moskowa kirin û madalyon dane wan di aliyê din de jî bi Tirkiyeyê re jî li pişt deriyan plana êrîşên li dijî kurdan dikirin. Rûsya bi salan ya Tirkiyeyê bi sorkirina şerê navxweyî ya sûriyê, piştgirî dide DAIŞ û komên radîqal tewanbar dikir. Ya Tirkiyeyê ji ber li dijî Esad derdikeve her tim bi zimanek tûnd rexne dikir. Lê ji ber DAIŞ hêviya mezin a Tirkiyeyê şikand li dijî Kurdan têk çû, evcar Rûsya û rejîma Sûriye hinek rehet bû.

Rûsya, êdî ji bo planên xwe yên nû bixe dewrê biryar da ku dem hatiye û ji bo ya kurdan di hêla siyasî û leşkerî de bixe zoritiyê û li gor Rûsyayê tevbigere, ji bo Tirkiyê êrîşê Efrînê bike lempaya kesk pêxist. Ya kurdan di navbera tercîhên an Efrînê radestê rejîma Sûriyê bikin an jî dê rastî êrîşên Tirkiyeyê bên de hatin hiştin.  Rûsya, bi vekirina sehaya hewayî ya ji Tirkiyê re û vekişandina leşkerên xwe yên ji Efrînê rola xwe ya di lîstikê de îlan kir. Di heman demî de ya Esad a ku dijminên yekemîn a Tirkiyeyê ye ji bo bêdeng be îkna kir an jî zext lê kir. Di esasê xwe de ev ji bo Esad jî baş bû; lewra eger Tirkiye êrîşê Efrînê bike dê kurdan li dijî Esadê zeyîf bike. Piştî vê ragihandina Rûsya hemû gotinên xwe kirin yek û dest bi manşetên îknakirina rayagiştî ku tu berpirsiyartiya Rûsyayê di vê êrîşê de tuneye kir. Gotin ku tu deyinê Rûsya ya li dijî kurdan tuneye û berpirsiyartiyê avêtin ser Amerîkayê. Bi awayek vekirî ragihandin ku Amerîka piştgirî û çek da kurdan û ya Tirkiyeyê li djî wan sor kir, wek Rûsya gelek caran ya DYA’yê di vê mijarî de hişyar kirine, lê Amerîka li wan guhdar nekiriye, ji ber vê yekî jî berpirsiyartiya Amerîka ya di êrîşa ser Efrînê de heye. Heta di hin rojnameyan de ji bo Rûsya navbera Tirkiye-Amerîka xirabtir bike Efrînê da Tirkiyeyê û di vê hêlî de polîtîkayê bimeşîne.

Dê ya Kurdan tevlî Komîteya Amadekariya Reşnivîsa Makezagona Sûriyê bê kirin?

Di dema qrîza dîplomatîk a di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat, di daxuyaniyên rayedarên rûs ên di çapemeniyê de derketin de makezagoneke nû ya di Sûriyê de bê çêkirin divê di asta makezagoneke fedaralî de be û di vê hêlî de reşnivîsa makezagonê hatiye amadekirin, ji bo vê jî hewil didin ya Esad qayîl bikin. Daxuyaniyên bi vê şêwazî rayagiştî ya cîhanê gelek caran xwendin.  Lê kengê qrîza dîplomatîk a di navbera her du dewletan de normal bû û pirsgirêkên navbera xwe di astekî de çareser kirin, êdî piştre polîtîka Rûsya ya li ser Kurdan zivirî seyra xwe ya berê. Di daxuyaniyên piştî vê yekî de êdî îbareyên bi vê rengî nehatin bikaranîn. Yek ji biryarên di konferansa Soçî de hatî girtin avakirina komîteyekî makezagonê ya ji 50 kesî pêk te bû. Ji bo vê jî wek welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran dê her yek lîsteyek ji 50 kesî pêşkeş bike û dê komîteya ji 50 kesî pêk tê wê ji nav van 150 kesan bên hilbijartin. Tirkiye û Îran ku di her platformî de li dijî Kurdan derdiketin, xuyaye di biryarên ku konferansa Soçî derketin de roleke diyarker lîstin. Di nava vê komîteya ji 50 kes pêk tê de ne kurdek, ne jî pisporeke makezagonê ku nûnertiya Kurdan bike heye, heta dosteke Kurd jî dê cih negire.

 

Vaye tam 100 sal e Rûsya wek ‘pêwîstiya’ mafê danîna qedera neteweyan ji perçekirina erdnîgarî Kurdan, perçiqandin, qetilkirin, surgunbûn, koçberbûna kurdan re her tim temaşe kiriye, heta gelek caran li pişt perdeyê jî piştgirî daye wan hêzan. Sed sale Kurd ji aliyê çar dewletan ve tên perçiqandin, rastî qirkirina çandî, rastî pişavtina bi pergalî dimînin, îşkence dibînin, tên qetilkirin, siyasetmedarên wan bi dehan salan di girtîgehan de dimînin, lê Rûsya tu caran li dijî van pêkanînan yek peyvek jî nekiriye. Her tim ji nedîtî ve hatiye û xwe nêzî wir jî nekiriye. Her wiha gelek caran li dijî kurdên di welatê wê de jî heman muameleyî kiriye. Rastiya tiştê Rûsya ji Kurdan re rewa dîtî ev e. Di esasê xwe de polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan her tim stratejîk bûye. Ev stratejî jî stratejiyek li ser ku Kurd bi qezanc nekin ava bûye.

Demnews.net

About demnews

Check Also

Ji Ber Nakokiyên Hêzan, Hevsengiya Sûriyê Rûnayine –JI EDÎTORYA

Di şerê navxweyî ya Sûriyê de hevsengî rûnayine. Di pêvajoya ku weke sêyemîn şerê parvekirinê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *