Home / Cîhan / Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-1

Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-1

NAVENDA NÛÇEYAN – Sowyet Rûsya ya ku wek pergalek ‘komînîst’ bixwe pesindar e lê di 1914’an de Yekemîn Şerê Cîhanê de bi Dewletên Mutefîk ên wan wekî hêzên emperyalîst didît re di heman eniyê de cih girt, sed sale polîtîkaya wê ya Kurd qet neguheriye. Rûsya ku di dîrokê de li hemberê êrîş û komkujiyên ser Kurdan bêdeng maye, heta ji avakirina Komara Kurd a Mahabad heya dagirkirina Efrînê vekirî-girtî piştgiriya siyasî û leşkerî daye dewletên êrîşê ser kurdan kirine.

Piştî êrîşê Tirkiyê ya ser Efrînê careke din polîtîkaya zirav a Rûsya ya li dijî kurdan dimeşand kete rojevê. Di vê nivisî de ji pêvajoya Yekemîn Şerê Cîhanê heta êrîşa Tirkiye ya ser Efrînê ji têkiliyên Rûsya-Kurd zêdetir em ê hewil bidin polîtîkaya Rûsya ya ser kurdan rave bikin.

Dema Yekemîn Şerê Cîhanê ya di 1914’an de dest pê kir Rûsya bi rejîma Çarlix dihat birêvebirin. Şerê ku di dîroka mirovahiyê de heta wê rojî yê herî hovane û berfirehî dîtî, encamekî hevsengiyên berjewendî-hêz ên aktorên navneteweyî yên weke îro bû. Bi xwezayî encamên metirsiyê ya şerê herî mezin a di dîroka cîhanê de hebû bê guman. Ji 9 milyon zêdetir însan hatin kûştin. Hejmara birîndaran jî kes nikaribû hesab bike. Li pişt xwe jî wêraniyek mezin hişt. Gund, bajarok, navçe û bajêr hilweşiyan, tarûmar bûn. Û di bîra mirovahiyê de hêstewarek mezin hat kolandin! Vaye di serdemekê wisa metirsî de polîtîkaya Kurd a ku xwe dispêre pragmatîzma Rûsyayê dest pê dike. Rêveberiya Osmanî ku bi xeyalên pêkanîna emelên Tûrancitiyê tevdigeriya, bi Rûsyaya Çarlix ya dijminê dîrokî re di vê şerî de di eniya dijber de cih girt.

Guherîna helwesta Rûsya

Paşayên xeyalperest ên Turanî ya Osmanî (Enver, Talat, Cemal) di şerê dijî Rûsya dan despêkirin de, di eniya Kafkas de rastî têkçûnek mezin hatin. Dema beşek mezin a artêşa wan di vê cebheyî de tune bûn, Rûsya bi êrîşêke dijber di wê demî de Kurdistan û Ermenîstan a bin qontrola Osmaniyan de bû hat dagirkirin. Di vê eniyê de Kurdan li dijî Rûsan berxwedanek mezin nîşan dan, ev yek di pirtûkên dîrokê de tê nivisîn. Lê Rûsya erdnîgariya Kurdistanê ku niha di bindestiya Tirkiyê de ye hema bêjê hemû bidest girtibû. Jixwe di 1916’an de Protokola Petrograd a di navbera Rûsya, Brîtanya, Fransa û Îtalya de bi dizî hatî îmza kirin û dîsa 1916’an de Hevpeymana Sykes-Pîcot a di navbera van hêzan de hat îmzekirin de ev herêm ji Rûsan re hat hiştin. Vaye tam di vê demî de Rûsya rasterast bi kurdan re bu muxatab. Lê serdestiya Rûsya ya ser heremê dirêj nekir. Lewra di 1917’an de komînîstan li Rûsyayê Şoreşa Cotmehê pêk anîn. Bi şoreşa di pêşengtiya Lenîn de 1917’an de li Rûsya pêk hatî re helwesta Rûsya ya di şer de jî dest bi guherandinê dike. Di 3’ê Adar a 1918’an de bi Hevpeymana Brestlîtovsk re Rûsya resmen aşkere kir ku dawî li şer aniye. Polîtîkaya Kurd a Rûsya jî ji vir û pêve êdî şiklek nû digire.

Bi Şoreşa Cotmehê re Rûsya, dev ji hemû mafê ku li ser Osmaniyan îdea dikir berda û di pêvajoya şer de Rûsya Çarlix ku hemû hevpeymanên veşartî-vekirî yên bi dewletên îtîlaf re îmze kiribû tune hesiband. Di nava wan de Hevpeymana Sykes-Pîcot û Protokola Petrograd a di 1916’an ku beşek mezin a Kurdistanê di bin serdestiya Rûsya de dihişt jî hebûn. Halbûkî Rûsya heta wê rojî bi taybetî pirsgirêka Ermenî ku ji aliyê dîroknivîsên tirkan ve navê ‘Mesela Sark’ lê kiribûn her tim di rojevê de hiştibû. Wisa bû ku Rûsya bi hevpeymanên 1878 Ayastefanos û 1878 Hevpeymana Berlînê re maf û çarenûsa Ermeniyên ku di bin serdestiya Osmaniyan de bû wek made xistibû nivisên van hevpeymanan. Lê bi Şoreşa Cotmehê re hem polîtîkaya Rûsya ya Osmanî-Tirk hem jî ‘Pirsgirêka Sark’ û polîtîkaya-hêviyên xwe yên di ser Behra Reş de xwe bigihijîne deryayên germ ji kok ve guherî. Rûsya Sovyet, êdî ne dijmin, wek mutefik û piştevanekî bi hêz a Şerê Rizgariya Tirk a di bin pêşengtiya Mustafa Kemal de destpê kiriye ye. Di 16’ê Adar a 1921’an de Rûsya bi sazûmankarê Tirkiye ya nû ku hêj nebûye dewlet re bi îmzekirina Hevpeymana Moskowa re resmen serdemek nû dest pê kir. Polîtîkaya Kurd a Rûsya jî wê li gor rihê vê “Serdema nû’ şekil bigire.

Kurdên di nav sînorê Rûsya de jî bûne qurbanê têkiliyên cîrantiyê

 

Îsbata vê ya yekem jî ji komkujiya Serhildana Koçgirî ya di 1921’an de dest pê kirî re Rûsya bêdeng dimîne. Sowyet Rûsya ne tenê li dijî serhildanên Kurdan a li hemberê Tirkiye, her wiha yên li hember Îran, Iraq û Sûriyeyê jî bên kirin dê heman helwestî berdewam bike. Di 1925’an de Serhildana Şêx Seîd de ligel bi hezaran mirov hatin qetilkirin jî Rûsya, li dijî hikumeta Tirkiyê tu bertekekî neyinî ya dîplomatîk dê nîşan nede. Bi heman şêwazî di serhildanên 1926-1930 Agirî û di encama wê de 1930’an de Komkujiya Zîlan de, di 1937-1938 Serhildanên Dêrsimê de Komara Tirkiyê ligel bi deh hezaran Kurd qetil kir jî di helwesta Rûsya Sowyet a derbarê kurdan de tu guherîn çênebû. Ligel wê Rûsya ya Tirkiyeyê wek şoreşgerî dibîne, bi devê dîroka fermî ya Tirkiyê re serhildanên Kurdan îzah dike û weke hevkareke veşartî ya Komara Tirkiyê tevdigere. Dê daxwazên neteweyî ya Kurdan weke paşverûtî, feodal, lîstikên emperyalîstan û hwd bibîne.  An go polîtîkaya Kurd a Rûsya Sowyet a di navbêra du şerên cîhanê de bi temamî jinedîtî ve bê û kî/ê ji kurdan çi kiribe jî li dijî wan ‘dîplomatîk’ be jî dengê xwe dernaxe û heta li pişt perdeyê weke siyaset, piştgirî daye hêzên ku bi deh hezaran kurdan qetil kirine. Lewra di 1923’an de Herêma Xweser a Kurdistana Sor ku navenda wê Laçîn a di sînorê Sowyet Rûsya de hatibû avakirin jî ji aliyê Rûsya ve di bin navê ‘Têkiliyên baş a bi cîranan re’ bi welatên cîran (Tirkiye-Îran) re piştî 3 salan dawî lê anî. Piştî vê Rûsya, kurdên li Kafkasyayê dijîn ber bi Asyaya Navîn re demdirêjî surgun (nefî) kir.

 

Rûsya di bloqa Dewletên Mutefik ku wan wek welatên emperyalîst didît de cih girt

 

Rûsyaya Sowyet di Duyemîn Şerê Cîhanê de (şerê hovane) di bloxa Dewletên Mutefik ku wan wek e welatên emperyalîst didît de cih girtibû û di encama şer de jî wek e aliyê serkeftî derket. Lê piştî vê pêvajoyî de jî di polîtîkaya Kurd a Rûsya de di wateya stratejîk de wê tu guherandinek çênebe. Lê li dijî du DYA-Îngîltere bi taybetî weke aborî û siyasî pêşxistina stratejîk de zahmetî bikşîne. Di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de û di dawiya wê de weke taqtîkî Sowyet Rûsya dîmena wekî ku piştgiriyê dide Kurdan xwe da nîşandan. Komara Kurd a Mahabadê ku di 1946’an de hat avakirin di despêkê de weke eskerî û siyasetê de dê piştgirî bide hin îşaretan da.

Rasterast bi kurdan re nebû muxatab

Berî Komarî bê îlankirin tê zanîn ku pêşengên kurdan Rûsya Sowyetê çend caran ziyaret kirine û kurdan ji Rûsya piştgiriya siyasî û askerî xwestiye. Lê tê zanîn jî ku Rûsya pêşî li Kurdistaneke serbûxwe re pir germ nenêrtiye. Ji ber vê yekî jî cihê ku ew bixwe rasterast bi Kurdan re hevdîtin bike ya rayedarên Azerbeycan bi kurdan re muxatab kiriye. Ev jî di esasê xwe de dide nîşandan ku siyaseta wan a ji bo Kurdan neguheriye. Lê Kurd jî bi neçarî pêdiviya wan bi hêzekî ku piştgiriya askerî û siyasî bide heye. Di wê demî de di navbêra rayedarên Sowyet Rûsya û Kurdan de çi hatiye axaftin di destê me de têbiniyek tam nîne. Lê di hin çavkaniyan de derbas dibe ku rayedarên Rûs di nêrîna ya Kurdistanê di ser Azerbeycan de bi Sowyet Rûsya ve girê bide heye. Tê gotin ku rayedarên Sowyet Rûsyayê di wê demî de ji Kurdan re gotiye ku ji bo Kurdistaneke serbûxwe hêj zû ye, le eger bi Azerbeycan ve bê girêdan dê erdnigariya Kurdistanê jî berfirehtir bibe. Vê jî bi riya Serokwezîrê Azerbeycanê ya demê re ji Kurdan re tê ragihandin. Lê Kurd vê yekî qebûl nakin û di 1946’an de Komara Kurd a Mahabad îlan dikin. Sowyet Rûsya hinek çek û cebilxane alîkarî daye Kurdan. Lê çekên Kurdan piranî çekên ku Artêşa Îran a di Dûyemîn Şerê Cîhanê de têkçûyî li pey xwe hiştî bûn. Lê bi ji ber şer qrîza petrolê re dewletên mezin bê rawestin dest bi keşifkirina qadên petrolê yên nû kirin.

Rûsya ya Kurdan ji bo bîrên petrolê firot!

Îngiltere (Brîtanya) û Amerîka dest bi qontrolkirina qadên petrolê yên di Îranê de kirin. Sowyet Rûsya jî bi heman mantixê mêtîngeriyê tevgeriya û xwest qadên petrolê yên Îranê qontrol bike. Sowyet Rûsya hem ji bo bandora xwe ya li ser Îranê zêde bike hem jî ji bo qadên petrolê qontrol bike têkiliyên xwe yên dîplomatîk a bi Îranê re jinûve zindî dike.

Piştî hevdîtinên di navbera Sowyet Rûsya û rejîma Şah de di 9’ê gulana 1946’an de bi ragihandina Radyoya Moskowa de Sowyet Rûsya, bi awayek fermî îlan kir ku ew Komara Kurdistan destek nakin. Têkiliyên dîplomatîk a navbêra Îran û Sowyet Rûsya de her diçe pêş dikeve û di 10’ê Kanûna 1946’an de di navbera her du dewletan de hevpeymanek tê kirin. Bi vê hevpeymanî re Rûsya dê demek dirêj ji petrolên Îranê sûd werbigire û beranberê wê jî dê Rûsya li hemberê Îran ku dê careke din Kurdistanê dagir bike û bi komkujiyek û pêşengên kurdan darve bike re bêdeng bimîne. Demek kin piştî vê hevpeymanî hêzên Îranê êrîşê Kurdistanê dike. Rejîma Îran a ku Kurdistanê careke din dagir dike, rêberên Komarê jî darve dike. Çend kurdan jî qetil dike nayê zanîn. Gelek kurdên li Tahran û heremên din jî binçav dike û digire. Lê Sowyet Rûsya ‘komînîst’ li hemberê van hemûyan di nava bêdengiyek mezin de vê hovîtiyê tenê temaşe dike. Rêgeza mafê her netew qedera xwe tayîn dike, di bîrên petrolê de dibe dûman ber bi hewa dibe!

Rûsya pêşengên Kurd ên xwe avêtibûn bextê wê muameleya êsîrê li wan dikir!

Sowyet Rûsya ya ‘komînîst’ ku petrolê bi Kurd û Kurdistanê tercîh kir, piştre jî Îran-Rûsya jî weke facto her çiqas çû îtîfaqên xwe bihêztir kirin. Zêdetir dê vê polîtîkaya xwe radîqaldîtir bike û wek kevneşopî bidomîne. Sererkanê Giştî ya Komara Kurd a Mehabadê Mele Mustafa Barzanî ku di 1947’an de bi komek pêşmerge (550) re çûn xwe avêtin bextê Rûsyayê. Lê Rûsya demek dirêj adeta muameleya dîl (êsîr) an bi wan dikir û wan di qampên şert û mercên nexweş de digirt. Di pêvajoya serhildanên Kurd ên 30 sal ji 1961’an Iraqê destpêkir heta 1990’an dom kir de helwesta Rûsya tu caran li ser Kurdan negûherî. Tam berovajê wê Rûsya, faşîzma Baas a di nava Ereban de demdirêj dom kir de ji bo xwe mutefîk dît û piştgirî da wan. Bi taybetî vê yekî li Iraq û Sûriyeyê pêk tîne. Rejîma Baas a Iraqê ligel gelek caran li ser Kurdan komkujiyê anî jî Rûsya ti car bertek nîşan nedaye berovajê wê piştgiriya xwe ji bo rejîma Baas dewam kiriye. Seddam Huseyîn ku di 16’ê Adarê 1988’an de bi çekên kimyawî bi hezaran kurdan qetil kir jî rêveberiya Moskowa vê yekî weke îdeayek welatên emperyalîst û ‘çeteyên Kurd’ didît. Li Îranê piştî Şoreşa Îslam a 1979’an de jî Îran-Rûsya weke de-facto herçiqas çû îtîfaqên xwe bi hêztir kirin. Piştî vê dîrokî li Îranê li hemberê hemû pêkûtiyên ser Kurdan Rûsya bertekek herî biçûk jî nîşan neda.

 Rûsya ti caran piştgiriya Kurdan nekiriye!

Piştî vê dîrokî Rûsya ji pêkûtiyên Îran ku li ser kurdan dida meşandin re tu bertekek biçûk jî nîşan neda.  Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku di sala 1978’an de li ser bîrdoziya Marksîst-Lenînîst ava bû, wek e bîrdozî bi Sowyet Rûsya re ji heman çavkaniyê sûd werdigirt. Heta Tirkiye ji bo PKK’ê reş bike û qada firehbûna wê asteng bike bi salan vê wekî amûrê dij-propagandayê bikaranî. Her tim ya PKK’ê wek rêxistinek Marksîst-Lenînîst dida nîşandan, weke sûcek mezin be têkiliya wê ya bi Rûsya re datanî, wekî pîyonê Rûsya dida nîşandan, wek tewanbariyek ku PKK rêxistinekî Rûsya ku dixwaze li heremê pergalekî komînîst ava bike û hwd bikar tanî. Lê ligel vê yekî Sowyet Rûsya tu caran Tevgera Azadiya Kurd ne di qada netewî ne jî navneteweyî de polîtîkayek piştgirî bike helwest nîşan neda. Wisa bû ku dema di sala 1998’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket û derbasî Rûsya bû, lê dewleta Rûsya siyasetek rêgezî û vînek dananî holê, weke hevkarê vê komployî malevanî ji serokekî tevgerek, civakê re nekir û hişt ku Rûsyayê terk bike. Sowyet Rûsya vê siyaseta xwe di dema şerê sar de jî li dijî kurdan her tim meşandiye. Lê Tirkiye wek welatek endamê NATO’yê di dema şerê sar de li cem Sowyet Rûsya de cih negirtibû. Tirkiye mutefîkê xwezayî ya Amerîka ku dijberê Rûsya bû. Lê polîtîkaya Kurd a Rûsyayê di wê demî de jî di heman xetî de dewam dikir.

Dem News/Ejder Aslan

About demnews

Check Also

Ruxmê êrîşên PDK’ê Em ê Çalakiya xwe Berdewam Bikin!

Ruxmê êrîşên PDK’ê Em ê Çalakiya xwe Berdewam Bikin! HEWLÊR- Asayîşa PDK’ê, doh êrîşê çalakvanên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *