Home / Kurdistan / Tirkiye piştgirî ji eşîrên heremê xwest lê bersivek nedît

Tirkiye piştgirî ji eşîrên heremê xwest lê bersivek nedît

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyeyê tevî parêzgeha Reqa û Dêra Zorê bi çanda êl û eşîrtî tên naskirin. Li ser vê yekê jî hewldanên Tirkiye her tim li ser xirakirina hevsengiya di navbera pêkhateyên herêmê û heta niha jî berdewam dike.

Di 13’yê Kanûnê de Tirkiye bi serkêşiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi awayekî fermî daxuyanî da ku dê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê bike. Bi vê hate eşkerekirin ku ev operasyon dê bi ser herêmên ku li ser prensîbên êltiyê dimeşin pêk were. Ji ber vê jî Erdogan bi alîkariya komên çekdar ên pê ve girêdayî di mijara êl û pêkhateyên herêmê de xwest tevliheviyan derbixe û li ser cudahiyên di navbera pêkhateyan de kar bike, lê hevsengiya di navbera tevina gelê Sûriyê de nehat bandorkirin, berevajî wê yekgirtin û hevgirtina wan derket pêş.

 

AKP’Ê BI ŞÊXÊN ÊLÊN BAKÛRÊ SÛRIYEYÊ RE CIVÎN KIR

Tirkiye, ji bo avakirina bingeha êrîşa li ser heremê ewil bi êl û eşîrên herêmê re civînek pêk anî. Li gorî çavkaniyên herêma Şedadê ku nêzî kesek ji êla El Cibûra yê bi navê Mider Hemad El Esed e, diyar kir ku di 11’ê Kanûnê de civînek li bajarê Rihayê hat lidarxistin. Civîn bi amadebûna 110 nûnerên êl û qebîleyên Sûriyeyê yên ji herêmên Reqa, Hesekê, Dêra Zorê û ji aliyê din ve jî bi serbazên komên çekdar û kesayetên di nava hikûmetê de cihê xwe digrin de pêk hatiye.  Xalên ku di civînê de hatin nîqaşkirin di çerçoveya rewabûna êrîşa li ser herêmê bû û desteka wan êlan ji bo Tirkiye têkevin Rojava. Çavkanî destnîşan kir ku di nava civînê de nêrînên dij hev derketin û kesên hazir tevlî operasyonê nebûn, lê piştî redkirina hin kesayetên xwedî bandor biryara operasyonê, bi awayek dizî derdora 40 şêx û serbazên komên çekdar tevî Mider Hemad El Esed û bi rêvebirina civînê ji hêla Ehmed Temê ve li hev civiyan. Di vê civînê de jî serçeteyê ketîbeya Sultan Şah Ebû Emşa, serçeteyê ketîbeya El Cebha El Şemiyê Ebû Elî Sico û serçeteyê Siqûr El Şam Ebû Îsa El-Şêx jî tê de amade bûn. Hate gotin ku kesên li dijî wan û li dijî birayara operesyonê derketine di demên pêş de wê bêne înfazkirin û ji holê bêne rakirin ji ber ku weke metirsî tên diyarkirin ji planên wan re.

 

‘ARMANCA TIRKIYEYÊ GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ YE”

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşan dan. Welatî Ehmed Selamî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezar kirin û wiha got: “Armanca Tirkiyeyê guhertina demografiya herêmê ye. Tişta li Efrînê kirin û dikin, dixwazin niha li vê derê jî bikin. Ev gef îradeya gelê herêmê naşikîne. Bêguman ev yek israra me ya di berxwedanê de zêdetir dike.”

Berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî jî destnîşan kir ku armanc ji van gefan dûrxistina bala cîhanê ji aloziyên hundirîn ên Tirkiyeyê ne û desteka çeteyên DAIŞ’ê ku di rojên xwe yên dawîn de ne.

Zelîxe, da zanîn ku herêmên ku bi saya xwîna şehîdên wan hatin parastin, herêmên herî bi ewlene û wiha got: “Weke şêniyên bajarê Reqayê em ê piştgiriya QSD’ê bikin.”

Demnews.net

About demnews

Check Also

“DITIB Milê Dirêj ya Erdogan e.”

BERLİN- Serokê berê ya parastina makezagonan Hans-Georg Maaßen diyar kir ku saziya DITIB ya li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *