Home / Forum / Di 2018 a Tirkiyê de Binpêkirina Mafan ya Hemû Dewletan ‘Dihesidîne’

Di 2018 a Tirkiyê de Binpêkirina Mafan ya Hemû Dewletan ‘Dihesidîne’

Di rojên ku bi dawiya 2018’an ve diçin de me pir dixwest dîmenên herî xweş a di “Tirkiyeya mezin dibe” de nîşan bidin lê; di destê me de jibilî binpêkirina mafan a ku ji her alî ve derketiye lûtkeyê ya hemû dewletên cîhanê ‘dihesidîne’ tune ye: di 5 salên dawî de di hejmara girtî û hikûmxwaran de zêdebûnek mezin çêbûye. Di 5 salan de ev hejmar ji sedî 70 zêde bû. Hêj jî di girtîgehan de 250 hezar kes hene. Nifûsa di girtîgehan de li gor nifûsa normal 12 qat leztir zêde dibe. Li gor Konseya Ewropa Tirkiye bi vê leza zêdebûnê re di nava 43 welatên Ewropa de bûye yekemîn… Bêguman bi vê halî welatên rojavayî dihesidîne. AKP, heta “Pîrozkirina salvegera sedsalî ya Komarê” ya 2023’an mizgîniya dê 228 girtîgehên nû ava bike da. Wezareta Dadê, aşkere kiribû ku dê di 2018’an de 53 girtîgehên nû ava bike. Bi saya vê razemeniya dewletê, girtî û hikûmxwar kêmbe jî dê razane ser hev xilas bibin.

Di xwepêşandanên civakî de ji wan 219 zarok 2 hezar û 581 kes ji aliyê ‘hêzên ewlekariyê’ ve şîdetê dîtine.

Di girtîgehan de hezar û 348 kes rastî muameleya nebaş û îşkenceyê hatine.

128 akademisyenên ku aştiyê dixwazin îmze avêtibûn ji kar hatin îxrackirin.

Li gor rêjeyê Navenda Dokumantasyon a TÎHV’ê, ji wan 504 zarok 13 hezar û 957 kes hatin binçavkirin. Ji wan 133 zarok, 3 hezar û 336 kes hatin girtin.

Ji ber qedexeya derketina derve herî kêm 1 milyon û 900 hezar kes mafê wan ên herî bingehîn a jiyanî, perwerde û tendûristiyê hatiye binpêkirin. Li navçe û bajarên ku qedexeya derketina derve hatî bikaranîn, di encama dorpêçkirinan de bi bandora hilweşandinê de herî kêm 500 hezar mirov bi zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, hatine koçberkirin. Di van hemû pêkanînan de bi biryara desthiladariya AKP-MHP’ê pêk hatiye…

Di Tirkiye ya 80 milyon kesî de wek kesê derheqê wan de şixûlê “biguman” hatî kirî berî 10 salan 3 milyon bû, îro 12 milyon kes in… Eger em zarokan ji derveyê hesabê bihêlin ji 5 kesan kesek ji aliyê dewletê ve wek “bi guman” e derdikeve holê…

 

Di deqîqeyek de derheqê 23 kesan de bi sifata bi guman e hatiye qeydkirin

Li gor rêjeyên fermî par di deqîqeyek de derheqê 23 kesan de bi sifata bi guman e qeyd hatiye girtin. An go di dema ku em van çend bêjeyan dinivsînin 23 kes niha di lêpirsînê de ne. Dîsa em hejmarek ku cîhanê dihesidîne bidin: Li welatê 80 milyon nifûsî de hejmara ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye ji 35 milyon kesî derbas kiriye… Nêzî 6 milyon jî bê kar hene. Piraniya van mirovan bi alîkariya civakî ya hikûmetê dijîn. Yanî AKP, “Zêdebûneke xizaniyê ya her tim heye” çêkiriye û desthiladariya xwe mîsoger kiriye…

 

…Lê em şad in

Rastî zêdebûna dahatûya netewî rawestiya ye; mezinbûn ziviriye neyinî, lê li gor rêjeyên Saziya Îstastîkan ji sedî 58 a gel şad e… Di rêjeya ku ditirsin bêjin “em ne şad in” de jî zêdebûnek cidî heye. Bi kurt û kurmancî, em xizanin, biguman in, hikûmxwarin, girtî ne, mahkum in, surgun in, birîndarin, dimirin lê em şad in. Di 2019’an de hilbijartin heye, şer heye; dibe ku em zêdetir xizantir bibin, zêdetir mahkum bibin, lê dîsa jî em hêvî dikin “Bi şadtir” bibin.

 

Binpêkirina maf a desthiladariya AKP’ê sînoran derbas kir!

Di operasyonên derveyê sînor a ji aliyê Desthiladariya AKP-MHP’ê ve hatî kirin de û bi taybetî li Efrînê ku hejmara wan tam ne diyare bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Di pêvajoya ku operasyon dewam dikirin de aliyên ku li hemberê şer nerazîbûn nîşan didan di serî de Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên meslekî, rojnamevan, bikarhînerên tora civakî di bin pêkûtiyên giran de hatin girtin.  Rejîma ku Rewşa Awarte (OHAL) ê bi hemû gemariya xwe dewam kir de, derbarê mafên xistiye bin lingan, hemwelatiyên ku li hemberê van nerazîbûnek biçûk nîşan didan dixe hedefa xwe.

 

Baş e em dê sala 2019’an de vana jibîr bikin?

Di rojên ku ber bi dawiya sala 2018’an ve diçin de, li pey xwe binêrin û di her alî de binpêkirina mafan derketiye lûtkeyê eger bê piştguhkirin herhal dê bê ujdaniyek herî mezin be. Bi taybetî li Tirkiyê ku bi destê îtîfaqa AKP-MHP’ê ketiye halê girtîgehek a rojnamevanan, akademisyen, siyasetmedar, parlementerên hatî hilbijartin, şaredar û hevserokên partiyê yê giştî, ku azadiya xweîfadekirinê hatî tunekirin, şaredariyên ku wek e mafyawarî dest danîn ser de, ji nezanîn ve hatî dê li hemberê gelên ku li Tirkiyê dijîn bê hurmetiyek mezin be. Lê li vir pirsek pir girîng li pêşiya me heye; baş e em dê sala 20197an de van hemûyan jibîr bikin?…

Dem News/Gîzem Kaya

About demnews

Check Also

Ji Sarah N.Stern: Şerê kurdan şerekî mirovahiyê ye

Ji Sarah N. Stern ku Nivîskar avaker û serokê EMET (Endowment of Middle East Truth …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *