Home / Forum / Ji Sarah N.Stern: Şerê kurdan şerekî mirovahiyê ye

Ji Sarah N.Stern: Şerê kurdan şerekî mirovahiyê ye

Ji Sarah N. Stern ku Nivîskar avaker û serokê EMET (Endowment of Middle East Truth – xelata rastiya rojhilata navîn) ku cihekî avakirina fikir û ramanan ê giredayî Îsraêl û Amerîka û siyasetê li Waşingtonê ye, The Jerusalem Post de nivisandiye, diyar dike ku şerê kurdan şerekî mirovahiyê ye.

Ji Sarah N. Stern ku Nivîskar avaker û serokê EMET (Endowment of Middle East Truth – xelata rastiya rojhilata navîn) ku cihekî avakirina fikir û ramanan ê giredayî Îsraêl û Amerîka û siyasetê li Waşingtonê ye, The Jerusalem Post de nivisandiye, diyar dike ku şerê kurdan şerekî mirovahiyê ye.

 

Nivîsa N.Stern wiha ye;

Ez dixwazim bawer bikim ku ABD dîsa sîwana rêvebirê cihanê bixe destê xwe.

Dema ku sala 1939’an  Polanya ketin hindur, xaltîk/metika min ku ji wê min navê xwe girtiye, pêwîst ma xwe rût bike û kunekî ji bona qetilkirina hemwext ê wê û endamên din ê gund, bikole.

Gelek kes li welatên Rojavayî dema ku qerînên xaltîk/metika min û 6 miliyonên cihûyên din dibihîstin, xwe ker dikirin.

Amerîka piştî tevlîbûna xwe yê şerê cîhanê yê yekemîn, ji ber di şer de mesruf/pir xerc kirîbû û betilî bû. Nêzî 30 miliyon mirov hatine kuştin û vêya pêvajoyekî tecrîdên kûrûdûr û paşvekêşînan bû.

Li wir rêvebirekî dilgir, ciwan germ dipeke ku bi axaftinên germ ser esasê bangawaziya serbilindiya welatê xwe ve berê xwe da gelê xwe ku ji têkbirîna xwe perçiqandî yê şerê cîhanê yê yekemîn, hatibû hejandin.

Amerîka axaftinên Hîtler dibihîst û dizanîbûn ku ewan tije antîsemîtîzm in. Bes Elmanya ewqas dûr bû û dijminê ku hate qurban kirin gelekî balkêşbû, bi adetên cuda, tenê cihû bûn.

Ev îro ne dûr in ji bûyerên ku li bakur-rojavayê Suriyê diqewimin. Serokwezîrê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, sewalekî cinawir e ku bê ku were ceza kirin berdewam mafên mirovahiyê yên gelê xwe ditepisîne. Ji derbeya binketî ya 2016’an ve, Erdogan bi kirîna girtinên gor keyfa xwe û paqijkirina akademisiyen, siyasetmedar û rojnamevanan ve berdewam dike.

Çawa Hîtler têkbirina cihanê piştî şerê cihanê ê duyemîn wek derfetekî tijêkirina valatiyê dît û milê xwe rakir li ser sahneya cihanê, Erdogan jî bi serokê Rûsyayê Wladimîr Putîn û şopdarên Îranê re têkbirina Amerîka li Rojhilata Navîn dibîne û ber bi tijêbûna valatiyan ve êrîş dike.

Amerîka, dîsa, piştî şerên bi xercên giran li Iraq ku me eziyeta 4 hezar û 486 qurbaniyan û li Afganîstan ku me eziyeta 2 hezar û 345 kêşand, dîsa di pêvajoyekî tecrîtên giran û têkbirînê de ye.

Çawa ku Hîtler cihûyan xiste qurban ji bona ku gel li piştî wî bicive, Erdogan jî kurdan qurban dike bê ku navxweyî ferq û cudatî navbera tevgerên kurd, wek PKK û YPG ku tevgera kurdên Sûriye ye.

Vê hefteya dawî, Erdogan gotarekî li Kilisê ku li ser sînora Tirkiyê û Suriyê ye, parve kir ku divê kurdên ji welatê xwe yê bav û kalan derkevin û wan tehdît dikir ku divê biçin herêma başûrê Firatê ku bi Minbica di destê kurdan de destpê dike. Ji bo vê mirovên kombûyî ji dil duruşmeya: “Lêdin, lêdin. Em ê rêve bibin û ji Trump re bidin hesandin” avêtin.

Kurdên Sûriye gelek ji karên me yên qirêj kirine, wek dema ku ew bi wêrektiyê ve şer dikirin da ku DAIŞ were têk birin. Ti car, ewan kesekî pirs nekirine ji bo rijandinda dilopekî xwîna xwe ji bo parastina wan. Herêma Efrînê stargehekî bi ewle ji bo nêzî kesên Sûriyeyê ku bêwar hatin hiştin, wek Kurd, Ereb, Erebên Sunnî, Suryanî, Êzîdî û hwd., bû.

Di hefteyên dawî de, Tirkî ceribandiye herêma kurdî yê Efrînê li bakur-rojavayê Suriye, di xefkê de bihele. Bi taybet, cihê Efrîn zehmet e, ji ber deverekî tenayî ya kurdan e, ji hêzên kurdên bi piştgiriya DYA lê dimînin,  dûr e.

Rusya her tiştî rojavayê ava Firatê beralî dike û Rûsya ku dest bi beralîkirina mewdayê ezmanî kiriye, ji Erdogan re çira kesk ji bo êrîşkirina hewayî yê Efrînê daye. Dema ez veya dinivîsînim, meşîneyên zirxî ên tirkan têre diçin û her dawî, 100 kurd hatine kuştin.

Dema ku ez van kurdan dinihêrim, ez rabihoriya gelê cihû beriya dewleta Îsraêlê dibînim. Ez gelê kurd ê Efrînê wek cihûyên rojhilata Ewrûpa an jî wek rûniştvanên yekem li pêş-dewleta Îsraêlê ku bi mêrxasî welatê xwe parastine, dibînim.

Ez dixwazim bawer bikim ku wezîfeya me, li Rojavayê cîhanê, yê bibîranîna kî hevalê me ne û bûn, û ku em wan ji xedariyên exlaqî wek van biparêzin.

Ez dixwazim bawer bikim ku DYA dîsa sîwana rêvebirê cihanê bixe destê xwe; ku em dikarin bibin “bajarê ku ji dûr ve li gûpekî diberiqe” wek serok Ronald Reagan berî bi nav dikir ku îlham bide netewên ji bona wek me tevbigerin. Ez dixwazim bawer bikim ku DYA ku wêrektiya xwe ji bo şerê hember şeytanên herî mezin ê sedsala 20’mîn, kom kiriye, Nazîzm û Komûnizm, dikaribe dîsa wêrektî, hêz û xwesteka ji bo şerkirina hember şeytanên ku îro beramberî mirovahiyê tên, şer bike. Rastî ew e ku, em bixwazin, nexwazin bipejîrînin jî, eksenekî navbera Tirkiyê, Îran û Rûsya pengiziye.

Û rastî ew e ku ne giredayî wê ye ku em di rewşa pejiranda vê yekî ne an na, li cîhanê xedarên dijwar ku amade ne aliyên me êrîş bikin dema ku dibînin xerca Amerîka tê de heye.

Ti kes dengê xwe nekir ji bona xaltîk/metîka min Sarah dema Nazî Polanya mêtin kirine. Û ji ber vê, ez ê dengê xwe bikim dema ku Erdogan êrîşa xwe yê bêrehm li herêma kurdî yê Efrînê pêk tîne. Mîna keştîgehên Rojavayî – beşekî reş di dîroka me de – çavê xwe ji qêrînên xaltîk/metîka min miç dikin, dîroka be heta dawî wê reş be ger ku em vebijêrka miçkirina qêrînên kurdan li Efrînê hilbijêrin. Şerê kurdan şerekî parastina mirovahiya me ye.

Nivîskar avaker û serokê EMET (Endowment of Middle East Truth – xelata rastiya rojhilata navîn) ku cihekî avakirina fikir û ramanan yê giredayî Îsraêl û Amerîka û siyasetê li Waşingtonê ye. Ew û koma wê niha li Capitol Hill endamên lijneyê ser esasê piştgiriya kurdên Efrînê perwerde dikin.

Çavkanî : The Jerusalem Post

About demnews

Check Also

Erkanên pergala nû ya dema ji wan re dibêjin ‘rûne’ rûdinên, ‘rabe’ radibin!

Hûlûsî Akar Serok Erkanê Leşkerî ya Tirkiyê bû niha li gor sîstema nû bûye Wezîrê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *