Home / Analîz / Hêzên serdest, şer, zulim û têkoşîna gelan…! JI EDÎTOR

Hêzên serdest, şer, zulim û têkoşîna gelan…! JI EDÎTOR

Li dijî tercîha berxwedana gelên Rojhilata Navîn ên ku li hemberê DAIŞ û rêxistinên wekî wê ku bûne bela serê mirovahiyê têkoşînek mezin didin, hêzên serdest jî pêdivî bi girtina pozisyonek nû dîtin. Li dijî hêzên serdest ku ji bo berjewendiyên desthiladariya xwe serî li her cûre lêstikên şerê taybet didin civak jî ji bo berxwedaniya xwe bilind bikin di organîzasyonên cuda de digihijin hev.

Şerê hêzên hegemonîk ên navneteweyî ku navenda wê Rojhilata Navîn dimeşîne bi qonaxeke nû ve diçe, di heman demî de ji bo civakan jî gelek rîsk derdixe. Qonaxa pêşî ya şerê ku li ser esasê dawîkirina DAIŞ’ê pêk tê, bi saya hewildanek mezin a Kurdan ber bi dawiya rê ve diçe. Serwerî û rêveberiya cihên ku ji DAIŞ’ê hatine paqijkirin dewrê gelan kirin aliyê herî diyarker a qonaxa duyemîn a şer bûye. Rêxistinkirina rêveberiya xweseriya Rojhilat û Bakûrê Sûriyê ku li ser esasê vîna hevpar a gelan hatiye sazkirin, ji bo Rojhilata Navîn a ku xwîn û dijminatî hatî belavkirin bûye tekane alternatîf. Hêzên serdest ku xwe weke piştgiriyê didin Kurd û gelên heremê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin nîşan didin, piştî şer li dijî tercîha gelan ên derketî holê pêwîstî bi pozîsyonek nû bigirin dîtin. Hêzên hegemon ku dixwazin li ser heremê pêvçûnên berjewendî û armancên hakimiyeta xwe pêk bînin, di her dema tengav dibin de ya Kurdan wek hêmanên bazariyê nîşan didin.

 

‘Ne Rûsya ne Tirkiye, ne DYA, ne jî Îran gelên heremê nafikirin’

Bi taybetî Rûsya, hewil dide ya Tirkiye û Îranê li cem xwe bihêle û dixwaze qada tevgerandina xwe ya di Sûriyê de berfireh bike. Ji bo rejîma Esad a ku piştevaniya wî dike di xeta ku ew dixwaze de bi hêz bike, bandorkeriya Tirkiye ya ku li ser OSO heyî bikar bîne û gav bi gav di van qadan de bi cih bibe. Tirkiye ya ku di polîtîkaya xwe ya Sûriye û heremê de xitimiye, li beranberê erêkirina polîtîkayên xwe ya dijbertiya Kurd nêzîkatiya Rûsyayê qebûl dike. Ev nêzîkatî ji hewildanên hakimiyetê ya di navbera hêzên serdest wek serbûxwe nayê dîtin.

Ji ber vê jî Rûsya, dixwaze bi piştgiriya Tirkiye û Îranê pêvçûn û qrîzê ji qada hakimiyeta xwe dûr bixe û ber bi aliyê Minbic û rojhilatê Firatê ve bikşîne. Dema vê dike jî dixwaze hewildana Amerîka ya dixwaze di qadê de bandor bibe bi sînor bike û qadên di bin serweriya Kurdan de nehêle bigihije statuyek. Rûsya bi pêkanîna polîtîkayê re ya Kurdan bi hin mafên kesayet û çandî bi sînor bihêle, her wiha ya Kurdan bîne beranberê Amerîka, rojavayê Firatê di encamê de ji rejîma Esad re bihêle. Rûsya baş dizane xebateke anjî hevpariyek bi rêveberiyek demokratîk a piralî re bi berjewendî û hewildanên dagirkeriya wê re lihev nayê. Ji ber ku Sûriyeyek hatî dagirkirin û rêveberiyek yek kesî ya di bin qontrola wê de li gor berjewendiyên xwe baştir dibîne. Çewa ku beriya êrîşa li ser Efrînê Amerîka, diyarkiribû ku hêzeke piraniya wê dê QSD’ê di nav de hêza parastina sînor ava bike û bi vê daxuyaniyê zemîn ji êrîşa Tirkiye ya ser Efrînê amade kiribû, îro jî dixwazin rewşek bi wê awayî pêş bixin. Daxuyaniyên rayedarên Rûsya ya di rojên dawî de “Amerîka dixwaze Kurdistanek mezin ava bike” rewşek bi plansazî û zanebûn tê kirine ye. Di ser vê hişmendiyê de armanc dikin ku ya Tirkiyê û hêzên statukoparêz ên heremê di ser Kurdan de bidin êrîşkirin.

 

Lêstikên hêzên serdest xilas nabin!

Hêzên modernîst kapîtalîst her çiqas di nava xwe de nakokî û pêvçûn bijîn jî pêvçûnên pêk tên ne bîrdozîne (îdeolojîk), şerê berjewendî û hevpariyê ye. Mijara sereke ya di hêla bîrdozî de li dijî disekinin û ji bo statu neyê qezanckirin hevkariya hev dikin mijara têkoşîna Kurdan e. Hêzên serdest û dewletên heremê ku pêkhateyek a ji sîstema kapîtalîst re dibe alternatîf ji xwe re wek e tehlûke dibînin, bi pêvçûnên berjewendiyê re, di tasfiyekirina kurdan de jî nêzîkatiyek hevkar nîşan didin. Ji ber vê yekî di qonaxa heyî de şerê tê meşandin piranî dê di erdnigariya Rojhilata Navîn de nexşerêya siyasî çewa şekil bigire de ye. Di pêvajoyên dawî de êdî tu hêz mijara ‘bila rejîma Esad biçe’ nayinin rojevê. Di şûna wê de di têşegirtina nû ya Sûriyê de wê Kurd ciheke çewa bigirin bûye rojeva sereke. Ji ber vê yekê li dijî Kurdan û deskeftiyên Kurdan konsepteke nû ya hêzên serdest û dewletên statukoparêz ên heremê bûne hevkar ketiye dewrê. Bi taybetî berî çendek di lûtkeya li Tehranê pêk hat de, tê fêmkirin ku di navbera Tirkiye-Îran-Rûsya de li ser konsepta antî-Kurd de lihevkirinek çêbûye. Bi vê ve girêdayî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), têkiliyên bi Tirkiyeyê re hatine pêşxistin, daxuyaniyên wan ên li ser Rojava û Bakûrê Sûriyê, li hemberê vê hêzên din jî ku dibêjin “Kurd girîngin” lê tiştek nakin, hebûna konsepteke wisa îşaret dike. Her çiqas Kurdan bi temamî ji çav dernexistibin jî polîtîkayek ku naxwazin bi hêz bibin heye. Piştî lûtkeya pêk hat gotinên dijberê Kurdan û êrîş destpêkirin îfadeya vê yekî ye. Di roja hevdîtinan de êrîşa li Koyê ya girêdayê Hewlerê, di heman pêvajoyî de li Îranê darvekirina sê ciwanên Kurd û pêkûtiyên li heremê pêş ketin.

 

DYA dualî dilîze

Ji helwesta Amerîka jî xuyaye ku nêzîkatiyek polîtîk a dişibeyê heye. Serokê DYA’yê Trump ku ji aliyekê ve wek heyrana Kurdan be diaxive, ji aliyê din ve hewil dide çalakiyên ji bo Efrînê pêk tên asteng bike, ev yek hewildana ya kurdan bê berxwedan bihêle ye. Ev nêzîkatî nêzîkatiyek nenaskirina têkoşîna Kurd ku dixwazin hebûna xwe ya cewherî biparêzine ye. Ji bo vê ziman û gotinên beriya operasyona Efrînê bikar tanî balkêşe heman tiştî ji bo rojhilatê Firatê jî anî rojevê. Ev konsepta ku ya kurdan bi zorê tînin şer lê astengkirina deskeftiyên heyî bixin statuyek mayînde jî tehlûkeyên cidî di nava xwe de dihewîne. Ev hewildana têkoşîna azadiya Kurdan û gelên heremê û berxwedana li ser vê esasî xistina asta amûrekî ye. Şerê berjewendiyê ya ji navenda Sûriyê tê pêşxistin û di pêvajoyekî nîqaşên pir zêde ya derbarê têşegirtina siyasî ya Sûriyê de helwesta li hemberê Kurdan nîşandayîn pir manîdar e.

 

Dixwazin hêzên Rojava û rejîma Şamê bînin pêşberê hev

Şoreşa Rojava û di encama berxwedana li dijî DAIŞ’ê hatî dayîn de rojhilat û bakurê Sûriyê de gelek cihên stratejîk ketin bin qontrola rêveberiya xweser. Ev bûyîna îradeya siyasî û statuyek fermî derbarê paşeroja welatên Rojhilata Navîn û heremê bandorên cidî çêbibe. Di heman demî de astengkirina polîtîkaya hêzên serdest ên li ser civakan dimeşîne roleke diyarker bilîze. Pergala ku di firqa vê yekî de ye bi hincetên cur be cur dixwaze deskeftiyên gelan biçewsîne. Ji derveyê hin mafên kesayetî û çandinî xwe nêzî statuyek siyasî ya civakan nake. Rejîma Sûriye û Rûsya, di vê mijarî de ya Tirkiyeyê li dijî Kurdan wek e tehdîdê bikar tîne. Di ser vê de dixwaze daxwazên statuya gelên heremê bitepsîne. Lewra derbarê paşeroja Sûriyê de fikarên wan hene. Bi taybetî qebûlkirina statuya siyasî ya civakên Bakûrê Sûriyê ji bo Sûriye, Îran, Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê rîskek e. Di rewşa civakên heremî bibin xwedî statuyek de dewleta unîter dê neçar bimîne demokratîk bibe û bi fikarin dê ev yek ji bo perçeyên din jî bikeve rojevê. Bi têkçûna DAIŞ’ê re di firqa ku di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de hêza herî bi bandor civakên Bakûrê Sûriyê ku pêşengtiya wan Kurd dikin de ne. Xûyaye ku ji bo astengkirina pêşxistina pergalek demokratîk an jî eger pêk were jî pêşiya xwedî statûbûna gelên bakurê Sûriyê bigirin hewildan bikin û dê hewil bidin jî. Ne Rûsya ne jî DYA pergalek federal naxwazin an jî encax federaliyek ew dixwazin, pêk were. Her çiqas DYA di gotin de dijbertiyek cidî neke jî di mijara naskirina fermî ya rêveberiya heyî de tu gavek navêje. Ev nediyarbûyîn û hewildanên astengkirinê di pêvajoyên pêş de pêvçûnek di navbera rejîma Sûriye û hêzên Bakûrê Sûriyê de bîne rojevê. Heman rewş îhtîmalek mezin, dibe ku di Tirkiyê de jî bijî.

 

DYA, dixwaze ya Tirkiyê bikşîne nav konsepta ser Îranê  

Rejîma Îranê polîtîkaya di pêvajoya dawî de pêk tîne, îhtîmala bi Kurdan re gengeşiyekê jî derbixe. Îran, bi ambargoya li hemberê wê tê bikaranîn re ji ber pirsgira aborî û civakî ya di nava xwe de bertekên gel pêş dikevin dixwaze ya Kurdan ku hêza muxalif a herî bi bandorin di bin qontrola xwe de bigire. Ji ber vê yekî her çiqas vekirî li dijî kurdan şer neke jî, fikarên wê yên cidî hene. Rejîma Îran di vê pêvajoyî de pêvçûnek bi kurdan re li gor berjewendiyên xwe nebîne jî, bi Tirkiyeyê re parvekirina siyasî, leşkerî û îstîxbaratî ji operasyonan re zemîn vedike. Lê di vir de bi taybetî du mehên dawî rewşa siyasî-leşkerî ya di navbêra Rûsya, Amerîka, Îran, Tirkiye, Iraq, Suriye, Siûdî Erebîstan, Îsraîl, Almanya û Fransa de pêşketî, her tim hewildanên hêzên serdest ên mezin hêzên biçûk bikar tînin. Ev rewş bi taybetî Amerîka ya Tirkiyeyê dixwaze her tim li dijî Îranê bi kar bîne û ji Rûsyayê veqetîne de ye.

 

Tirkiye, bi destê PDK’ê dixwaze li ser hin kesên YNK’ê bandorker bibe 

Di heman demî de dewleteke din a ku Kurd bi hev re dijîn li Iraqê jî, xebatên avakirina hikumetê di encama hin qrîzan de encax hat lidarxistin. Çewa tê zanîn li Iraqê qrîzek aboriyê jî heye. Pirsgirêkên weke valahiya desthiladariyê, raperîna gel a li aliyê Besrayê berdewam dikin. Ji ber vê bendewariyek dê li Iraqê demek kurt de demokratîkbûyîn çêbe pir zahmet e. Heta li Iraqê zemînek ku demên pêş de şereke din rû bide heye. Her wiha pirsgirêkên di navbera rêveberiya Herêma Kurdistana Federal û hikûmeta navendî de hêj çareser nebûne. Dîsa nakokiyên di navbêra hêzên rêveberiya Herêma Kurdistana Federal de jî tu encamek negirtiye. Di navbera PDK û YNK’ê de di ser hilbijartina serokomariyê de nakokiyên pir cidî hebûn. Tê fêmkirin ku hêzên navneteweyî di ser YNK’ê de biryar girtin. Lê di hêla avakirina hikumetê de PDK hin avantajan bidest xist. Derbarê Kerkûkê de jî gengeşiya di navbera PDK û YNK’ê de didom e. Bûyîna Berham Salîl serokomar, dîsa YNK di hilbijartinan de bû partiya duyemîn, îşareta ku hêzên navneteweyî û heremî naxwazin YNK zeyif bikeve. Lê YNK di nava xwe de nêzîkatiyek yekbûyîn zêde tune ye.  Bi taybetî Tirkiye, bi destê PDK’ê dixwaze di ser hin endamên YNK’ê bandorker bibe.

 

Gengeşiya di demên dawî ya di navbera AKP û MHP’ê de derket holê ku ‘taktîkî’ ye

Tirkiye ligel hem hûndir hem jî derve qrîzên cidî dijî pêkûtiyên xwe yên li ser Kurd û derdorên demokratîk didomîn e. Li ser esasê kurd weke vîna siyasî hebûnê nîşan nede polîtîkayek tê meşandin, ev yek ji aliyê berdevkên desthilatan ve vekirî tê ziman. Di navbera îtîfaqa AKP-MHP’ê de mijarên wek e efuyê, biryara darizgeriyê de nelihevkirinek tê dîtin. Koalisyona AKP-MHP’ê, di hêla dijbertiya kurd û tunehesibandina rengên cuda de taybetmeniyên dişibin hev hene. Tê şîrovekirin ku di firqê de ne bi taybetî di hilbijartinên heremî de wê dengên kurdan diyarker be. Dîsa derdorên siyasî nirxandin dikin ku di civaka kurd de li hemberê van pêkutî û pêkanînan hêrsek pir mezin heye û li ber teqandinê ye. Pêve girêdayî bi fikarin ku li bajarên mezin ên li metrepolên wek e Stenbolê, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê  ew potansiyela dengê kurdan ji nişka ve li hemberê van partiyan biteqe. Ji ber vê yekî dixwazin bidin nîşandan ku AKP, di mijara nijatperestî-faşîzmê de li dijî MHP’ê derdikeve. Jixwe bingeha desthiladariya AKP-MHP’ê li ser esasê lawazkirina tevgera siyasî ya kurdan hatiye avakirin. Her wiha tê şîrovekirin ku AKP di polîtîkaya Kurd e here guherandinê tê wateya hemû armancên wê vala derbikeve. Ji ber vê yekî ev rewş wek e “taqtîkî ye” tê nirxandin.

Dem News

About demnews

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *