Home / Dosiya / Politîkayên Abdulhamit yên pişavtina kurdan bi Erdogan berdewam dike!- 1

Politîkayên Abdulhamit yên pişavtina kurdan bi Erdogan berdewam dike!- 1

Di çarçoveya politikaya asimlekirina Kurdan de ji dîrokê heya niha katlîamên ku li ser Kurdan berdewam dikin, bi zihniyeta Abdulhamid despêkir bi zihniyeta şoven a Erdogan berdewam dike.

Di çarçoveya politikaya asimlekirina Kurdan de nêrîna, ji dîrokê heya niha katliamên ku li ser Kurdan berdewam dikin, bi zihnîyeta Abdulhamîd dest pê kir û bi zihniyeta şoven ya Erdogan berdewam dike desthilatdare. Gotina ‘’Dirok xwe dubare dike’’, politîkaya Serokê Giştî û Serok Komarê Tirk Recep Tayyip Erdoğan ku despêkê ‘mamosteyê’ xwe Necmettin Erbakan, paşê jî parêzvanê di aliyê îdeolojik de meşandina sistema parelel Fethullah Gülen, yek bi yek hevrêyên xwe tûne kirî di şibe politîkaya 2’yemîn Abdulhemîd ku ji bo were ser Împeretorîya Osmaniyan, di bin întîxarî mamê xwe kir qurbanê cinayete ev rasti veşart, esas girtina Erdogan a politîkayên Ebdulhemîd divê ne tesadufî be.

Bi ‘destên ku nayên zanîn’’ re zarokên Kurd, Ereb û Arnavutan ku malbatên wan di qetlîaman re hatin derbaskirin di bin navê ‘’Mekteba Eşiretê’’ ku di dîroka 21 îlona 1892’an de hatî avakirin hatin asimle kirin, bi destê Abdulhemîd ew tevlî gruba milisên bi navê Alayên Hemîdiyan hatin kirin, fermandarên alayê di saraya Yildiz de ew pêşwazi kirin, sembol û diyarî pêşkêşî wan kirin.

Hêj Serokê Şaredariya Stenbolê bû, kolêjên Işik yên Cemaeta Fethullah Gulen bi dibistanên polis û subayan re esas di girtin û Erdoganê ku her curê alîkariya wan ya aborî û manevî pêşwazî dikir, tişta ku hemu cihanê dizani û di ifadeyên tetikkêşên JİTEM yên dozan de gelek caran bi belge, ji bo bi deh hezaran gundên ku ji aliyê dewletê ve hatin xirabkirin û şewitandin pişti sala 2003’an, bi imzekirina daxwaznameyên (dilekçe) bi naveroka ‘’mala min, bax û bostanên min, gundê min ji aliyê gruba terörist ve hatin şewitandin’’ di berdêla pereyekî kêm tazminat hatin dayîn û politîkaya ‘’mirinê nişan bide bi ta razî bike’’ hat despê kirin. Paşê ji bi baca ku ji gel hatî standin ‘Saraya’ ku bi 2122 odeyan dayî çêkirin, di deriyê wê de ‘’leşkerên Osmanî’’ ku Abdulhemit bi bîr tîne poz dide û cerdevanên weke berdewamiya kevneşopiya Alayên Hemidiyan, disan di bin navê civînê de muxtarên herêman vedixwîne û şerefa gerandina sarayê (Qesrê) pêşkêşî wan kir.

 

Di polîtîkaya asîmilekirinê de dibistanên keç û eşîretê

Ebdulhemid di 21 îlona 1842 li Stenbolê ji dayîk buye, bavê wî 1.Abdulmecid, dayîka wî Tir-i Mujgan Efendiye. Ebdulhemid ku bi politikayên xwe yên ‘’asîmlekirinê’’ 33 salan kariya xwe li ser lingan bigire, li bajarên Balqanan serhildanên li pey hevdu derdiketin û şêlubuna ku her diçû mezin dibû, pêşengên Cemieta Îttîhat Terakki kir hêcet û Sultan Abduleziz ji text anî xwar û li şuna wî Sultan Muratê 5’emîn bi cih kir, piştî wê jî demekî kurt Sultan Abdulhemîdê 2’yemîn derket ser text. Pêkaneyên di dewleta Osmaniyan de ku di encama danustandinên bi Ewropa re derketin, dihat bawer kirin ku tebeqeya rewşenbîran bi hatina rêveberiya Meşrutiyetê ya Cemiyeta Îttihat Terakki re wê di welat de aramiyek çêbibe. Beriya ku 2. Abdulhemîd were ser text Meşrutî îlan kir, di 23 Kanuna 1876’an de jî yekemîn qanuna bingehîn ya Osmaniyan ‘’Qanuni Esasi’’ ilan kir. Di 19’ê adara 1877’an de bi vekirina Meclis-i Mebusan re ket dema 1. ya Meşrutiyetê. Piştî ku di sala 1880’an de di dîroka Osmaniyan de cara yekem bi awayeki pir berfireh teşkîlata polis ya Teşkilata Îstixbareta Yıldız hati avakirin, di sala 1981’an de bi biryarnameya Muharrem bi teşkilata Duyun-i Umumiye sistema bacê hat guhertin. Di sala 1908’an de bi vekirina dibistanên keç û eşîretan re asîmlekirina hinek gelên herêmê hatin despê kirin. Di 10’ê sibata 1918’an de Abdulhemîd li Stenbolê mir.

 

Polîtîkaya Abdulhemîd a perçekirina Kurdan wek e eşîretan

Osmanî di dema Yavuz Sultan Selim de, li hemberî dewleta Sefewiyan bi Kurdên Sunne re li hev kirin û Emîrê Bidlisê Îdris Bidlisi ji gola Urmiyê heya rojavayê Meletya ji bo ku ferman û fermandarên Kurdistanê yên belavbuyîn di bin siwana Osmaniyan de kom bike şandin Rojhilatê Anatoluyê. Bi Îdris Bitlisi re fermanên Ermi, Esni, Soran, Sason, Bitlis, İmadiye, Hasankeyf, Xizan û Omeriye xistin bin desthilatdariya Osmaniyan de. Dewleta Osmaniyan ku di nava fermandarên Kurd de İdris Bitlisi teşfikê ixaneta li hember Kurdan dikir û bi vê re kariya gelek fermandarên Kurdan bixe bin destê xwe. Li hemberi Sefewiyan, serwerê Bitlisê Emir Şerefedin, emirê Hesenkeyfê Xelil, serwerê Îmadiyê Sultan Huseyîn, Melikê Xizanê Emir Dawid, li Urmiye, Cizir, Gêl (Egil), Palu, Sêrt û Farqin ji bo 25 begên Kurdan li hemberi seri tewandina wan li ser xakên girêdayî begitiya wan qaşo belgenameyên ku mafên wan nas dikin ji wan re dişinin. Mafên xwezayî yên Kurdan despêkê ji destê wan digirin paşê jî li hemberi serî tewandina wan weku mafekî nû ji wan re hatî naskirin van mafan pêşkêşi wan dikirin.

 

Kurd kirin perçe û xwestin winda bikin

Dewleta Osmaniyan erdnigariya Kurd belavê herêm û senceqan (rêveberiya leşkeri) dikir, ji bo navçe û bajarokan beg an jî walî danîn, hin zêdetir pêşengên malbatên eşirên Kurd ên bi hêz hatin tayînkirin û bi vi rengî şer û nakokî di navbera eşîran de zêde dikirin. Ev herêm piranî ji bajarên mezin weke Erzerum, Wan, Amed û Musil hatin birêvebirin. Li rexmê vê ji Osmanî û Sefewiyan tu carî nikarîn bi temamî Kurdan bixin bin desthilatdariya xwe. Osmaniyan destur dan hukumet û herêmên Kurdan, di herêmê de sud ji şêniya begên Kurdan digirt û xwest herêmê bike navendekî otorîter û politîkaya sudgirtinê ji hêza eşiretên Kurdan bigire, bide meşandin.  Piştî şerê Osmanî-Rusya yê salên 1877-1878’an bandoriya Rusya li rojhilat zêde bûye û di plana navnetewî de pirsgirêka Kurd û Ermeniyan derketiye holê. Di sedsala 19. de di navbera eşîretên Kurdan de li hemberi Osmaniyan serhildanên ku şiklekî xweser girtî de, eşîretên Baban (navend Silêmanî), Soran (navend Rewanduz), Behdîna (navend Amêdiyê), Botan (navend Cizîr) pêşengtî ji van serhildanan re kirin. Bi van serhildanan re di serî de serhildana Şêx Ubeydullah û serhildanên din yên Kurd ku hatî jiyankirin, Ebdulhemîdê 2. li hemberî Kurdan teşwiqê politikayên taybet û stratejik kirin.

 

Bi çekên ku Abdulhamîd dabû Kurdan bi wan çekan dida qetilkirin

Di encama lezdayîna faliyetên netewperest û mêtinger a dewleta Osmaniyan ku serobin kontrol dikir li rexmê gelek ceribandinên Ebdulhemîd jî, politikaya Osmantiyê îflas kir û dewleta Osmaniyan ket serdema xwe ya belavbûnê. Li ser vê yekê Ebdulhemid dest bi şopandina politikaya Îslamtiyê (ummetçitiyê) kir. Ebdulhemid gelek hewil da ku bibe rêber û xelifê cihan û tevahiya muslimanan, li rex vê jî bi politîkaya Îslamtiyê ji xwe re sîwaneki berfireh da ava kirin û rêveberiya xwe da qebul kirin. Bi politikaya îslamê re, politikaya bi riya eşîretan anîna gel hev ya Ereb, Arnavut û Kurdan da meşandin. Bi rêya vê politîkayê ji bo Arnavutan ‘’Alayên Muhafizên Sarayê’’, ji bo eşîretên Ereban ‘’Mekteba Eşîretê’’ û ji bo eşîretên Kurdan ji ‘’Alayên Hemîdiyan’’ ava kir. Di sala 1890’an de çek û diyariyên cuda li pêşengên eşîretên Kurdan belav kir û bi awayeki qirêj politikaya bi xwe ve girêdanê da meşandin. Bi vê politîkaya ku dayî meşandin di çavê eşîretan de bibu ‘’Siltan’’. Di wê demê de di Anatoluyê de herêma Kurd lê jiyan dikin û cihê herî zêde ji bo Osmaniyan pirsgirêk herêma Dêrsime, ji bo bixe destê xwe 70-75 operasyonên leşkeri pêkanin û di encam de bi sedan Kurd qetil kir. Piştî operasyonan jî li rexmê ku Kurdan her tiştê xwe winda kiribûn ji, li ser wan politîkayek hîn tundtir da meşandin.

 

Çima ‘Bavê Kurdan’?

Ebdulhemidê 2. ji bo ku desthilatdariya xwe bi parêze politikayên cuda dida meşandin. Di heman demê de ji bo Kurdên Mislimanên li Rojhilat jiyan dikin gelek şêwazên cuda bikaranîn. Yek ji van rêbazan jî, ji bo eyaletên rojhilat di bin destê xwe de bigire di sala 1981’an de di rêveberiya serok eşîretên Kurdan de, milisên eşiretê Alayên Hemîdiyan ava kir. Mektebên Eşîrê ku bi Alayên Hemîdiyan re hatîn ava kirin, zarokên eşîrên Kurdan girtin bin siwana xwe. Armanca vê yekê sistema eşîretên Kurd û sistema parastina eşirên Kurd her wiha di rêya vê armancê de mekanizmaya parastina cewheri ku xweseriya Kurd temsil dike ji holê rabike bû. Ebdulhemîd bi gotina xwe ya ‘’Bavê Kurdan’’ xwest politîkaya xwe ya hovane ku li ser gelê Kurd dide meşandin veşêre ev gotin hate belavkirin, lê ev gotin tu caran ji aliyê Kurdan ve nehatiye bi karanîn.

 

Bingeha sîstema cerdevaniyê Alayen Hemîdiyan

Ebdulhemîdê 2. Piştî ku hat ser text ji ber ku ji pêşketinên li herêmê bê xeber bû, di despêkê de ji bo Kurdên li Rojhilat jiyan dikirin, ji bo rêveberiya wan a xweser ku berdewam dikir dengê xwe dernexist. Bi taybet di hevpeymana Berlînê de li gorî benda 61. pêşketinên di bin navê ji bo Ermeniyan çêbûn û reform de, Ebdulhemîd ji vê fikra xwe lave bû û li hemberî Ermeniyan politîkaya bikaranîna Kurdan da despêkirin. Bi vê armancê di sala 1891’an de ji bo İmperetoriya wan eyaletên rojhilat dagir bike, di bin rêveberiya pêşengên eşîrên Kurdan de grubek bi şêwazê sistema cerdevaniyê (qoriciti) roja meya îro bi navê ‘’Hemidiyên Sultan’’ ava kir. Alayên Hemîdiyan, ji mînaka Kazakên Rusya derket rê û hat ava kirin. Ji bo armanca derketina wan nêrînên cuda derketine holê.

Li gor Lazarev: armanca Alayên Hemîdiyane, Kurd li hember Rusan kirina çeperek bi hêz, li hember Îranê anîna rewşa amûreke êrîşê, pêşiya Kurdan girtin û wan fêrî bin çavdêriya şidayî ya meqamên îdarî ya Tirkan kirin bû. Li rex vê Alayên Hemîdiyan bi armanca bikaranîna wan li hemberî bilindbûna tevgerên azadiyê yên Ermeniyan hat avakirin.

Li gor Ahmet Akgündüz: Li hemberî Rusya avakirina fikra xetek parastinê, avêtina bingeha sistema cerdevantiyê ye. Di teşkilatkirina van alayan de fermandarê 4. yê artêşê Muşir Zeki Paşa, Mufetişê Islahat Umumi ya Anatoluyê Mehmet Şakir Paşa, endamê komisyona Teftiş¬i Askeri Miralay İbrahim Beg erkdar bûn. Di teşkilatkirina van alayan de fermandarê 4. yê artêşê, Mufetişê Anatoliyê, endamê komisyonê di sala 1891’an de serokeşîrên ku tevlîbuna Alayên Hemîdiyan qebul kirîn bi kurên wan re vexwendin Stenbolê. Sultan, serokeşirên ku çûne Stenbolê rutbeyên cuda, sembol, diyarî û pere dan wan û hem giringiya wan di nava dewletê de hem jî çêkirina teminata girêdana wan bi dewletê re hat armanc kirin. Alayên Hemîdiyan di 2 herêman de hatin pêkanin. Ya yekem Erzerum ya duwem ji herêma Rihayê bû. Navenda alayan bû Erzincan. Di van herêman de derdora sed alayên eşîran hatin avakirin. Paşê ji ber sedema xwesteka İttihat Terakki rakirina alayan pişti sala 1909’an bi mehan beriya wê hatibûn bêçek kirin, paşê hinek ji wan bi awayekî fermî tevlî artêşê kirin yên mayîn jî hatin tasfiyekirin.  Piştî ku Ebdulhemîd ji text ket û şunde nav û şiklê teşkilatê hat guhertin û navê ‘Hamidiye’ di sala 1910 an de ji aliyê Partiya İttihat ve Terakki ve cara dawî hat sererast kirin û bi navê Alayên Suwarên Sivik yên eşîran hatin bi nav kirin û paşê ji bi derxistina nizamnameyekê ji holê hatin rakirin.

 

Weke navenda yekemîn a asîmilekirinê dibistanê eşîretê

Ebdulhemidê 2. ji bo ku zarokên xort ên axa û şêxên eşîrên Ereban perwerdê bike di 21 îlona 1892’an de li Stenbolê bi navê Mektebi (Mektep-i Aşiret-i Hümayun) dibistanên Eşiretê avakirin. Politikayek din ku li hember muslimanên Kurd û Ereb dihat meşandin, bi dibistanên eşiretê re li ser eşîrên Ereban politikaya desthilatdarî meşandin bû. Armanca vê politîkayê ew bu ku zarokên serokeşîr û began bi zihniyeta Osmaniyan werin mezinkirin û ji bo berdewamiya xwe wan bi desthilatdariyê ve bidin girêdan. Dibistanên eşiretê, cara yekem li wîlayetên Heleb, Bexda, Sûriye, Musul, Besra, Amed, Trablusgarp û bajarokên Qudus, Bingazi û sencaqên Zur hatin vekirin û zarokên di navbera temenê 12-16 yên malbatên mezin û xwedî nav û deng li van dibistanan hatin tomarkirin. Di van dibistanan de despêkê zarokên serokeşîrên Ereban dihatin tomar kirin, lê piştî ku politikaya asîmlekirinê di van dibistanan de encam girt zarokên serokeşîrên Kurd û Arnavuttan ji hatin tomarkirin û asimlekirin. Xwendekarên ku ev dibistan diqedandin li gorî armanca avakirina vê dibistanê di hatin perwerde kirin û li gorî pleya wan rutbe didan û di qedemên dewletê de dihatin erkdar kirin. Di sibata 1907’an de Mektebên Eşîretê bi hinceta serhildana şagirtan a ji ber sedema ne ecibandina xwarinên mektebê hatin girtin. Lê di rastiyê de sedema girtina van dibistanan, di navbera şagirtan de belavbûna fikra netewperesti û politikaya ku li ser şagirtan dihat meşandin bi demê re şagirtên Kurd diketin wê zanebûnê, êdi ev politikaya asimlekirinê ku li ser wan dihat meşandin qebul nedikirin û rê li ber serhildanan vekirin.

 

Dem News/Sema Yildiz

About demnews

Check Also

Ruxmê êrîşên PDK’ê Em ê Çalakiya xwe Berdewam Bikin!

Ruxmê êrîşên PDK’ê Em ê Çalakiya xwe Berdewam Bikin! HEWLÊR- Asayîşa PDK’ê, doh êrîşê çalakvanên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *