Home / jin / Di destpêka civakê de JIN

Di destpêka civakê de JIN

Destpêka cîvaka îro heye, ya rast destpêka her hebûn û pergalekê heye. Tu tişt ji tunebûyînê çênebû ye. Her pergalek encama hişmendiyekê ye, her nasnameyek îro encama kedên civakekê ye.

Destpêka cîvaka îro heye, ya rast destpêka her hebûn û pergalekê heye. Tu tişt ji tunebûyînê çênebû ye. Her pergalek encama hişmendiyekê ye, her nasnameyek îro encama kedên civakekê ye. Cardî her buyerekê îro diqewime destpêka wê heye. Em tenê wek hebûn jîn bi îrove şirove bikin wê kêm bimîne. Destpêk girînge, Ji bo wê destpêk baş naskirin, destpêk îro jiyan dikê. Beguman dema qala destpêkê tê kirin dîrok tê bala me ji bo wê rastiya jin di civakê de ji bo nas bikin em dîrokê bi hişmendiyeke rast bigirin dest. Roja îro de ji bo jîn rast were pênasekirin û were fêm kirin pêwîste bi hişmendiya zilamsalarî dîrok neyê mêzekirin. Lê belê ne tenê di asta zayendî de, di hemû çavkaniyên jiyanê de bi hişmendiyeke civakê ya destpêkê dîrok lêkolînkirin wê me ber bi rastiyê ve bibe. 

Civaka xwezayî li ser bingehên nirxên jin ê afrîner hatiye avakirin. Ev nirx û afrandin avakirina jiyanê bi xwe ye. Lê bi derketin û destavêtina hişmendiya zilam ya van nirxan, pergala civakî dest dayê guhartin. Bi destê rahîbên Sûmer civaka desthilatdariya zilam ya hatiye avakirin bi tecawuza jiyana jinê xwe weke çanda şaristaniyê da avakirin, weke çanda jiyanê xwe bi riya nifşên nû derbasî pêşerojê kir.

Divê rastiya heqîqeta civakê were eşkere kirin. Lê ji bo vê di serî de pêwistiya heqîqeta jinê û nirxên ku avakirine derxînîn zanebûyînê. Sîstema nêr pêşiya vê zanebûnê girtiye. Bi hezar û yek dek û dolaban pêşiya wê digre, bi hişmendiya xwe ya qirêj tola lewaziya xwe ji jinê radike. Di her civakê de çêbûn, pêkhatina çandê gelek demên dirêj digirin. Bi civakbûyîneke ku mirov dike mirov, bi hiş û zîrekiyeke afirîner, bi dest û neynûkan, bi ked û xwîdaneke kolektîf nirx tên afrandin. Heta di encamê de dibin ayidî hemû mirovahiyê jî. Ev nirx dibin çand, dibin nasnameya civakê. Ji ber ku erênî ne û jiyana civakê ye, mirovahiyê xweştir û geştir dikin mirov wan nirxan diparêzin û li wan xwedî derdikevin didin û distînin, parve dikin hevdu bandor dikin lê tune nakin. 

Madî û menewî nirxên tên avakirin hema bêje tu car winda nabin. Ger Îro, şopa wan nirxan li gel kê derfetên jiyanê dibînê ew xudan wan nirxanin. Gelên kevin zu bi zu winda nabin jîn jî heman şêweyî dîrokê di nava çanda xwe û nirxên ku îro jiyan dike de dihewînê îro jî heman şêweyî nebe jî tê jîyan kirin, ji cewherê xwe dûr nakevin, diguherin, lê bi pêş dikevin, paşve naçin. Bi navgînan ji nifşek derbasî nifşên din dibin. Ev navgîn an jî amûr her yek jê carna parçeyek ji jiyanê ne weke destar, aş, tevn, dîzik, kûzik û hwd. Carna jî bilûr e. Lê yek jê heye ku tucar erka wê naguhere ew jî dayîk e. 

Di rûpelên dîrokê de gelek behsa jinê û rola wê di birêvebirina jiyanê de tê kirin. Ji bo gihîştina heqîqet û rastiya jinê zanîna sosyolojiye û felsefeyê û nirxandina wê ji aliyê dîrokê ve girînge. Ji bo avakirina hişmendiyeke rast û xwedî heqîqet pêwîstî bi vegera li dîroka rast heye. Ji bo watedayîneke rast ya jiyanê dîrok bi heqîqeta wê lêkolînkirin û xwandin pêwîste. Bi hişmendiya baviksalarî dîrok girtina dest wê bi xwere nirîneke şaş bîne. Jin di dîrokê de destpêka civak avabuyînê de naskirin wê erka wê îro naskirin diyarkere. Yek ji tiştên bingehîn ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev girêdana dîrokê bi nirxên ku jinê pênase dikin weke jiyan, civak û xwezayê re ye.

Nirxên ku dîrok behsa wê dike ked û hilberîna jinê ye. Nirxên ku jinê avakirin ne. Hin nirxên ku bi destê jinê hatine avakirine weke çandên berxwedanê, ziman, exlaq, çand û çîrok heta roja îro jî berdewam dikin lê weke ku keda zilame û karê wî ye tê nirxandin û dest girtin.

Di serdema civaka xwezayî de ya ku jiyan, kilan, zarok, mal, kar, tendurustî, çand, huner, ziman û parastin dikir û birêve dibir jin bû. Di civaka xwezayî de jinê ji bo tendurustiyê giya peyda kiriye, ji bo parastina xwe û kilana xwe ji êrîşên ajalên ne hatine kedîkirin çek pêşxistiye û cihên xwe têde biparêzin weke şikeft û bin kevirên mezin peyda kiriye, ji pelên daran cil çêkirine, şoreşa çandiniyê bi pêşxistiye. Ya herî girîng di civaka xwezayî de û ya ku îro berovajiya wê tê jiyan kirin, jin weke amûreke cinsî nedihat bikar anîn, têkiliyên cinsî tenê li ser esasê xwezêdekirinê pêk dihat, têkiliya cinsî a di navbera jin û zilam de di wan serdeman de bi zilam û jineke taybet re nedihat jiyan kirin. Bi armanca xwezêdekirinê salê carekê ev têkilî di navbera jin û zilamekî de diqewimî. Dema ew jin ducanî jî dibû ew zarok û wê dayîkê ne dizanîn bav kiye. Ew zarok bi berpirsyartiya jinê û parastina wê dihate xwedî kirin û mezin kirin. 

Ji ber ku jin hêza sereke ya Neolîtîkê û şoreşa çandiniyê bûye, hemû xwedayên ji zayokiya wê hêz girtine bi şeklê jinê ne. Di demên destpêkê yên Sûmerî, Misrî û Hindiyan de xwedayîtî bi pêşqertafa mê tê binavkirin. Di civaka xwezayî de û ji belge û bermahiyên ji dîrokê mane heta roja îro nasnemaya jinê ya sereke mîna xwedaventiyê pênasedikin. Di gelek mîtolojiyan de hebûna jinê, hertim bi xwedavendên cuda û pir xurt hatine îfadekirin. Jinê bi xwedayekî alîkar ê mêr re hêza xwe parve dike û bi têkoşîneke bêhempa karibûye di hevsengiyê de bimîne û mafê herdû aliyan di jiyanê de biparêze. 

Ji serdema 4000 – 6000 BZ re tê gotin serdema jinê Civakibûna li dorhêla jinê ku bi hezaran vedîtin pêk hatiye dihat pîroz kirin. Di wan serdeman de xwedevenda bi navê Nînhûrsagê jiyan dike û her yek navekî cuda lê dike, mînak Babîlî jê re dibêjin Gula Bau, xwedavenda dayîk Star e ku li Mezopotamyaya Jorîn Kurd weke Stêrk bi nav dikin e. Navê Nînhûrsagê, weke delîlek e ku çanda xwedavendîtiyê ji çiyayan daketiye. Ji ber ku wateya vî navî wiha ye bi Sumerî Nîn= nasnava Xwedavendê ye, Hûr=çiya/gir, Sag=perçe, herêm e. Ji bo Mezopotamyaya Jêr çiya; Zagros û rêzeçiyayan wiha tê gotin. 

Nînhûrsagê dema xwedevantiya çiyayên zagrosê dike asta wê ji ya Enkî bilindtire û xwedî bandore, lê ji ber ku Enkiyê xasûk ji aliyê Sumeriyan ve weke seboleke çîna serdest û şaristaniya dewletdar e, dibe ji yek her çar xwedayên xuliqdar.(An, Enlîl, Nînhûrsag, Enkî). 

Dema em li vegotina mîtolojîkî ya Sumer dinihêrin, em dibînin ku jin nasnameya sereke ya serdema şoreşa çandiniyê ye, di şexsê Nînhursag û paşê Înanna de hatiye tunekirin. Rastiya dîrokî ya di çavkaniya mîtolojiya Sumer de bi balkêşî derdikeve holê. Weke berhema şoreşa çandiniyê ya Neolîtîk a çanda xwedavendê, hêza wê û bi Sumerî çawa dane veguherandin bi zelalî tîne ziman. 

Di van serdeman de gelek xwedavendên ku di dîrokê de bi nav û dengin derketine, jiyan û civak bi edalet û wekhevî birêve birine. Lê her ku aqilê zilamê serdest  bi alîkariya jinê û di encama xuliqkariya wê de hin tişt derketine holê, bi pêşdiket û bi xêra jinê bi sazî dibû xwestin gav bi gav nasnameya xwedavendîtiyê ya hemû taybetiyên civakî û jiyanî di şexsê xwe de bighînin hev, bi alîkariya afirandina gelek efsane û mîtolojiyan, tune bikin. Hemû nirx û taybetiyên xwedavenda dayîk parçekirin, her taybetiyeke wê, li xwedavendên cuda belavkirin. 

Êdî nasnameyên xwedavendên dayîka xwedayan ku hemû otorîteya civakî di xwe de dihewîne, tune ne. Bi destpêkirina modernît qabîtelîste, ol, bajarbûyîn û derketina dewletê re hemî nirxên ku jinê avakirine bûn ên zilam û mafê wî. Weke ku jinê tiştek nekiriye û tu mafê wê di van nirxan de nîne weke mêjiyekî hate avakirin.

Demnews/Şîrîn Aydin

About demnews

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *