Home / Analîz / Tirsa windakirina hêzên desthiladar û ya hêzên civakî jî hêviyên wan mezin dibin!- JI EDÎTOR

Tirsa windakirina hêzên desthiladar û ya hêzên civakî jî hêviyên wan mezin dibin!- JI EDÎTOR

NAVENDA NÛÇEYAN – Di Rojhilata Navîn de bi taybet hêzên statukoparêz û hêzên desthiladar ên navneteweyî hem di hûndirîn û hem jî derveyê dewletên wan qrîzên heyî yên aborî, siyasî û civakî nikarin derbas bikin, tirsa wan a windakirinê jî her çiqas diçe mezin dibe. Hêzên ku civakê esas digirin jî hêviya wan a azadiyê her çiqas diçe mezin dibe. Hêzên desthiladar ji bo windayiyên mezin nedin ji bo tevahiya hakimiyetê di destê xwe de bigirin plana giştî zîvirî avakirina “Dewlet-Bajêr” e.

Statukoya serdest a di cîhanê de ku bi şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê re ava bûyî; di şert û mercên îro de di astek girîng de belav dibe, rewşeke pir navendî û piralî derdikeve holê. Piştî belavbûna Sovyetan, li cem DYA ku bi îdeaya bi tena serê xwe li cîhanê hikûm bike derket holê; îro hin hêzên cuda yên wek e Rûsya, Çîn, Yekîtiya Ewropa (YE) xwe bi cihkirine. Ne DYA û ne jî hêzeke din, bi tena serê xwe nikare tiştê dixwaze pêk bîne û tevbigere. Pêvçûnên di nava pergalê de zêde bûne, ji siyaseta rojane dest pê bike, aborî, dîplomasî, leşkerî di hemû qadan de, şerê berjewendiyê ya van hêzan zêde bûye. Bêguman ev rewşa nû, derfet û firsendan diafirîne lê herî kêm weke van, di nava xwe de berdelek û rîskek jî heye. Ev hemû hêzên ku di nava xwe de nakokî dijîn û pêvçûn hene, dema mijar dibe muxalifên pergalê; çewa li hev dicivin, dibin yek deng, dikevin nava pratîkên ku dişibin hev me pir dît û dibînin. Her çiqas di nava pergalê de rewşa şer û pêvçûn hebin jî, li hemberê tevgerên demokratîk û azadîxwaz dibin yek, mijara nirxandinek girîng e.

 

Xeta sor a hemû hêzên serdest ‘bila muxalefetiya sîstemê neyê kirin’ e

Tê zanîn! Berê hin bloqên diyar hebûn û hêzên muxalif xwe dispêran hin ji van bloqan an jî pêvçûnên di navbêra wan de ji xwe re wek e firsend didît û derfeta xwe îfadekirinê dikaribûn bidîtana. Lê di roja me de, hema bêje ev rewş ji holê rabûye. Ji bo van hemû hêzan, xeta sor, divê muxalifa pergalê neyê kirin e. Êrîşên li ser Efrînê ku giravek biçûk a azadiyê bû, ji bo vê mijarî mînakek pir girîng e. 

Di mînaka Efrînê de hat dîtin ku hêzên di nava xwe de pirsgirêk dijiyan, dema mesele bibe hêzên demokratîk û azadîxwaz, di yek terefî de saf digirin û bi hev re êrîş dikin. Balkêş e ku dema mijar dibe Idlib hêzên wek e DYA ku digot “Ez bi rojavayê Firatê re eleqedar nabim” dengê xwe bilind kir û naxwaze hêzên selefî tasfiye bibin. Her çiqas vê gavî bi armanca di rojavayê Firatê de cih ji xwe re veke, bandora xwe zêdetir bike jî, ev hewildana hatî kirin wateya xwe pir kûrtir e.

 

Ji bo astengkirin û lawazkirina hêzên civakî her tişt mubah tê dîtin

Di vê noqteyî de mijarekî bi taybet divê li ser bê sekinandin heye; ev hemû hêzên hegemonîk bi taybetî hêza sereke ya dixwazin tasfiye bikin hêzên ku civakê esas digirin e. Hêzên hegemon ên pergalê ger di heremê de ger jî cîhanê de di nava aliyên şoreşger, demokratîk û çepgir de bandoreka wê çewa heye baş dizanin, vê yekê wek tehdîtê dibînin û dixwazin bibin asteng li pêşiya berfirehbûna wê. Ji bo van hêzan, Tevgera Azadiyê têkoşîna wê ya di Kurdistanê de çewa weke tehdît ji xwe re digirin, bandora wê ya di berfirehiya cîhanê de jî herî kêm weke tehdît tê dîtin. Ji aliyê şoreşgerên Başûrê Amerîka, sendîqayên li Brîtanyayê, di nava aliyên çep û sosyalîstên di serî de Almanya û Ewropa de sempatiyek û hiskirinek li beranberê Tevgera Azadiyê heye û ev yek jî ya hêzên hegemon ên pergalê aciz dike.

Em vê hineke din jî şênber bikin, NATO naxwaze Tevgera Azadiyê bi hêz bibe. Ji ber vê yekê jî, ji astengiyên fiîlî bigire, heta siyasî, dîplomatîk di hemû qenalan de polîtîkayên ji bo astengkirin, sînorkirin û lawazkirina bandora Tevgera Azadiyê dixe dewrê.    

 

Hêzên serdest ji lawaztiya Tirkiyeyê sûd werdigirin!

Dikarin bêjin ku, hêzên emperyalîst di firqa hêza guherîn û veguherîna kurdan ku Tevgera Azadiyê pêşengtiya wan dike de ye. Bi taybetî di heremê de di nava hewildana ku vê hêzî bikarbînin, bixin bin serweriya xwe de ne. Enerjiya vegurtinê ya kurdan dixwazin bikar bînin û zext li ser netew-dewletan bikin da ku wan karibin biguherînin û veguherînin. Dîsa dewletên heremî bixin nav tevgerê, siyaseta wan a li ser înkarkirina kurdan li gor xwe bi kar bînin, li dijî kurdan nêzîkatiyekî çewsandinê û kişandina nava pergalê pêk tînin. Ya Tirkiyeyê li ser vê esasî bi kar tînin. Kî Tirkiye ji ber polîtîkayên faşîst-pêkûtiyê pir lawaz bûye û bi vê awayî dixwazin wê bikşînin nav tengasiyek asta fetisandinê.  Hêzên hegemon ku vê yekî dibînin ji vê rewşa lawaz a Tirkiyeyê dixwazin sûd werbigirin û tiştên dixwazin pê bidin kirin. Di vê noqteyî de, diyare ku Tirkiye çewa îdea dike ewqas ne bi hêz e, berovajê wê pir pir lawaz bûye û vê jî ji hêzên ku dixwazin wê bikar bînin re jî zemînek cidî ava dike. 

 

Hêviya dikin û encam hev nagire

Mijara din a divê bê fêmkirin jî qeraktêra mudaxeleya li ser heremê ye. Hêzên emperyal ên navneteweyî, dema dixwazin heremê ji nû ve dizayn bikin, bêguman ne di îdeaya anîna demokrasiyê de ne.  Ji bo van hêzan yê esas berjewendiyên wan in û ev jî di roja me de li ser bingeha bihêzkirina rêveberiyên faşîst de tê jyankirin. Di cîhanê de aliyên rastgir di vê astî de bilindbûyîn, rêveberiyên yek rêbaz, faşist hatine ser kar, pratîkbûyîna aqilekî wiha çêbûye. Pergal qrîza kûr a dijî ketiye parastinê, zêdetir xwe ji yê heyî re dipêçe û dixwaze derbas bike lê hêviya dikirin û encam hev nagire. 

 

Amerîka dixwaze hêzên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê lîberalîze bike

Di vê çerçoveyî de, nêzîkatiya Amerîka ya li hemberê hêzên azadiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê re mijarek tahlîlkirinek girîng e. Amerîka, bi hêzên azadiyê ya Rojava re bi temamî li ser têkiliyekê berjewendiya xwe ye, li ser bingeha xizmeta armanca emperyal, dixwazin vê têkiliyê bidomîn in. Bê kurdan Amerîka di siyaseta Sûriyê de zahmete xwedî gotin be. Ji ber vê yekî ye, bi Tirkiyeyekê ku bi deh salan mutefikê xwe re hin carina dikeve nava dijberiyê û bi hêzên azadiya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re têkiliyên xwe berdewam dike. Lê li vir noqteyekî ku divê em piştguh nekin heye; Amerîka, dixwaze hêzên azadî ya Rojava di nava pergalê de bihelîne, hewil dide bixe yedeka xwe. Jixwe gelek caran ku gotinên “Mesafeyê bixin navbera xwe û PKK’ê” anîna ziman başqe jî tu wateya xwe tune ye. Amerîka, dibîne ku hêzên azadiya Rojava bi vê halê xwe wê tu feydeyê nede wê. Ji ber vê yekê ye ku di her firsendî de, dikeve nava nêzîkatiyên ji bo ya van hêzên azadiyê lîberalîze bike, dixwaze têkiliya van hêzan zêdetir bi PDK’ê re, di xeta PDK’ê de bide tevgerandin. Tu derdê Amerîka ya ji bo demokratîkbûyîn û çareserkirina pirsgirêkên gelên Sûriyê tune ye. Ji bo wê yê girîng berjewendiyên emperyal û ev jî divê di heremê de bibe hêzeke bi bandor. Amerîka dizane eger di Sûriyê de tunebe dê zêdetir qad ji Rûsyayê re veke, ji bo wê jî heya ji destê wê tê xwe di qadê de bi cih dike û aşkere dike ku ew dê demdirêj di Sûriyeyê de bimîne. Li ser vê esasî çareseriya herî cidî ya Amerîka ji bo Sûriyê, di bin serweriya wê de heremekî xweser çêkirin e. 

Pêve girêdayî em dikarin bêjin ku, hêzên dixwazin li ser heremê bibin xwedî gotin tu perspektîfekê wan a çareseriyê nîne. Derbarê çareseriyê de pêşniyara tekane alternatîf, ji hêzên azadiya kurdan tê û hêzên hegemon jî heya ji destê wan tê dixwazin vê hêzî lawaz bikin, di bin qontrola xwe de bihêlin. Têkiliya hêzên koalisyon û hêzên azadiya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê wisa bidest bê girtin dê şîroveyekê nêziktirê rastiyê be. 

 

Rûsya, Îran, Tirkiye binê hev dikolin 

Li aliyê din bloqa Rûsya, Îran û Tirkiyeyê heye. Ev her sê dewletên ku nakokiyên wan ên dîrokî bi hev re heye, rastî ev e ku ji ber konjoktura heremî tên gel hev. Lê rewşek teqez heye ku, ew jî ev têkilî li ser esasê berjewendiyên rojane têşe digire ye. Têkiliya Rûsya û Tirkiyeyê li ser vê bingehî bidest bê girtin dê rastir be. Rûsya hesasiyeta Tirkiyeyê ya li ser Kurdan dizane û dixwaze tawiz ser tawîzan jê bigire û qada serweriya xwe ya ser heremê berfirehtir bike. Ji ber dizane Tirkiye bi hezaran endamên çete dîsa, koçberiyekê nû dê nikaribe rabike serî şantajê dide, li Idlibê bijêreya şer datîne ser masê û hemû tiştên dixwaze pê dide kirin. Pêvajoyekî ku bi Tirkiyeyê komên selefî yên ji aliyê wê ve hatine xwedîkirin da tasfiyekirin tê jiyîn. Yanî gotin di cih de be bi Tirkiyeyê gemariyê dide paqijkirin. Rewşa ku ji bo Tirkiyeyê tam hezîmeteke, zemîna ku weke serkeftinek pir mezin ji aliyê Tirkiyeyê ve tê pêşkeşkirin tam vê îfade dike. 

 

Rûsya dixwaze zêdetir Tirkiyeyê dîl bigire

Bêguman Rûsya, dema van dike herî zêde zirarê dide kurdan. Rûsya dixwaze kurdan ji rojavayê Firatê derbixe, di rojhilat de jî li otonomiya çandê razî bike. Wisa tê xuya ku, Rûsya, dema derbarê Kurdan de gavên erênî davêje jî, di esasê xwe de armanc dike ku ya Tirkiyeyê hineke din teslîm bigire. Bala xwe bidineyê, qada ku berê komên selefî dide yê jî, cihên piraniya ku kurd lê dijîn e. Van komên selefî, dikşîne sînorên kurdan û dixwaze weke amûrekî gefxwarinê bikar bîne. Xuyaye ku Rûsya xeta Efrîn-Cerablûsê hem li hemberê kurdan û hem jî li hemberê hêzên navneteweyî weke qozek bi kar bîne. Ya kurdan bi van komên selefî ya bi destê Tirkiyeyê ne tehdît bike da ku muxtacê rejîmê bibe; ya Amerîka jî di ser vê cebheya ava kirî bixe zahmetiyê û rewşa wê ya li Sûriyê bixe nîqaşê. Di vê noqteyî de, derdê Rûsyayê, ji bo wê tehlûkeya esasî pêkhateya komên selefî ku nêzî ji 5 hezar kesî pêk tên ên ji Qafkasya hatine û li wir şer dikine ye. Rûsya, di firqa vê de ye jî ku eger ev pêkhateya çeteyan vegerin welatê xwe, dê belayeke pir mezin were serê wê. Ji ber vê yekê ji Tirkiyeyê re dibêje “Çi dibe bila bibe van çeteyan tasfiye bike”. Tirkiye jî ji ber pir ketiye zor û zahmetiyê neçare ji vê teklîfî re dibêje erê. 

 

Îran ji ber dizane dora wê tê naxwaze qrîza Sûriyê çareser bibe

Yek ji hêzên ku mudaxilê şerê Sûriyê bûye Îran e. Îran wek çewa tê dîtin, ne alîgirê çareserkirina qrîza Sûriyê ye. Her çiqas di nava hewildanek wiha de tê dîtin jî, di esasê xwe de alîgirê berdewamiya şer e. Îran dizane, eger di Sûriyê de şer raweste, qrîza heyî derbas bibe, wê dor were wê. Ji ber vê yekî jî, heya ji destê wê tê hewil dide çareserkirina pirsgirêkê taloq bibe û dixwaze rejîm tam hakimiyetê ava bike. Di vê qonaxî de, rejîma Sûriye ya îtîfaqa bingehîn a Îranê ye, wê bi hêzên selefî re lihevkirinek pêk neyine. Bendewariya ku tê hêzên selefî û rejîm lihev werin, çewa ku ne pêkane dijberê xwezayiyê ye jî. Ji ber ku îdeolojiya her du hêzan jî li ser tunekirina hevûdin e, lewra eger hewildanek lihevkirinê hebe jî wê bê dîtin ku teqez dê aliyek tasfiye bibe. 

 

Têkoşîna hêzên civakê ya di rojavayê Firatê wê mîsogeriya deskeftiyên rojhilat diyar bike

Di şênberiya qrîza Sûriyê de weke encam em dikarin bêjin ku, demeke ku dê pêvajoyên Cinew û Soçî bigihijin hev nêz bûye. Kurd û gelên Bakûr-Rojhilatê Sûriye lez bidin xebatên înşayê ya li ser bingeha hêza xwe ya cewherî, weke çewa berê, îro jî dikare xwe bi ger rejîmê û ger jî hêzên serdest ên heyî re bidin qebulkirin. Ji pêvajoya şoreşa Rojava re her kes bû şahid. Û hate dîtin ku şoreş, ligel hemû van hêzan pêk hat, hebûna xwe îsbat kir. Şoreş, mezintirîn û xwe li ser bingeha înşayê xwe sazkirin bêguman dê bi têkoşînê çêbibe. Têkoşîna ku hêzên azadiyê yên di rojavayê Firatê de bidin, dê têkoşîna rojhilatê Firatê jî bandor bike û pêş bikeve. Ger hêzên azadiyê di rojavayê Firatê de encam bigirin, dê deskeftiyên li rojhilat jî zêdetir karibin biparêzin, xwe bidin qebûlkirin. Bêguman ev jî, siyasetekê ku hîtabê hebû gelên Sûriye bike û vê birêxistinkirin pêwîst dike. 

 

Tirkiye ji bo kurd di Sûriyê de nebin xwedî statuyek amadeye hemû komên selefî pêşkeşê Esad bike

Li Tirkiyeyê tê xwestin ku rejîma Kemalîst bê tasfiyekirin, di cihê wê de rejîmek oldar-netewperest bê ava kirin. Dikarin bêjin di vê rêyî de gavek girîng jî hatiye avêtin. Koalisyona AKP-MHP weke îtîfaqa AKP-Ergenekon jî tê nirxandin. Lewra yê li ser desthiladariyê Ergenekon e. Yê welat birêve dibe fikir û ramanê Ergenekon e. Di şert û mercên şer de, di bin navê parastina netew dewletê de ev îtîfaq, xwe dispêre rêgeza “Kurd bila nebe xwedî statû, çi dibe bila bibe” ye. Jixwe ev jî tê zanîn ku Tirkiye, ji bo “Kurd nebin xwedî maf û statuyek” amadeye hemû komên selefî yên di bin emrê wê de ne pêşkeşê rejîma Esad bike.  Ev hemû tawîzên ku daye Rûsya, dîsa sedema bingehîn a têkiliyên wê ya bi Amerîka re xira bûye, bêguman israrkirina polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Lewra sedema bingehîn a ewqas komên selefî amade kir û berda nav axa Sûriyeyê jî kurd in. Lê di vê qonaxî de Tirkiye pir ketiye zahmetiyê.  Jixwe li gor agahiyên ji heremê tên li ser bangewaziya Tirkiye ya “Teslîm bibin” dê ev komên selefî naçin teslîm nabin. Ev komên ku nayên qontrolkirin, li ser wan hakimiyetek nikarin bê kirin, ev pêkhateyên ku meyila wan a serbûxwe dixwazin tevgerandin heye, îro nebe wê sibê li pêşiya Tirkiyeyê bibin pirsgirêk. Li ser vê esasî, hevpeymana di taybetiya Idlibê de hatî kirin dê pir nemeşe. 

 

Ergenekon û AKP çima dixwazin bi Esad re rûnên?

Hatibû ragihandin ku Tirkiye Til Rifat ji Rûsya xwestibû lê ne Îran û ne jî rejîma Sûriyê vê yekî pir zêde qebûl nekirine. Rejîma ku ji Efrînek Kurd zêdetir Efrînek Ereb tercîha wê ye, ew jî naxwaze Tirkiye pêşde biçe, ji bicihbûna Tirkiyeyê ya di heremê de aciz e. Rejîm ditirse ku piştî Til Rifat bikeve dê Heleb bikeve xeteriyê, ji bo wê jî di her firsendî de dixwaze Tirkiye hêzên xwe vekişîne. Dikarin bêjin ku, Tirkiye li ser esasê xwe dide bikaranîn polîtîkayê dimeşîne, rewşa jeostratejîk a di navê de ye jî di vê çerçoveyê de dinirxîne. Lê em di dîroka nêz de jî dibînin ku, Tirkiye di her gavê davêje de bi îflasê re rû bi rû dimîne. Yê ku dê di mijara Idlibê de biqewime jî heman rewş e. Bala xwe bidineyê pêkhateya Ergenekon a ku AKP pê re îtîfaq kiriye, dixwaze Erdogan bi rejîma Esad re rûnê ser masê. Dibêjin, “Eger em bi Esad re rûnên em dê karibin qrîzê derbas bikin.” Lê Erdogan dibêje “Na”. Lewra ji van komên selefî re bi salane propagandaya Sûriyeyek Îslamî kiriye û di qonaxa tê de tu encamek negirtiye. Em dev ji afirandinek Sûriyeyek wiha berdin, siyasetekî ku hin hêzên selefî aniye asta ber tasfiyekirinê hatiye meşandin. Bêguman ev dê ji rêveberiya Erdogan re bibe windayiyek. Kî qrîza aborî ya derketiye, wek encamekî vê siyasetî derketiye holê. Ev qrîza aborî ya ku çavkaniya xwe di serî de ji têkoşîna gelê kurd û siyasetên xelet a desthiladariya AKP’ê digire, her kes hemfikir e ku qrîzek siyasî ye. Erdogan her çiqas hewil dide vê veşêre jî di şerê dimeşîne de têk diçe, ev jî di qada aborî û civakî de weke qrîzek xwe dide der. 

 

PDK li beranberê serokomariyê ji bo alîgiriya Tirkiyê tawîz ji YNK’ê girt

Iraq jî, bûye navendeke girîng a şerê stratejîk ên hêzên hegemon. Ji aliyek ve Îran ji aliyê din ve Amerîka, dixwazin têşe bidin rêveberiya nû ya Iraqê. Qrîza ku li ser sorkirina Îranê dest pê kir lê bi şewitandina balyozxaneya Îranê ya li Basrayê re kete qonaxek cuda û xuyaye ku dê demeke dirêjtir ev rewş wisa bidome. Ev rewşa li Iraqê ji bo kurdan firsendên girîng çêdike lê kurd jî di nava xwe de-di hilbijartina serokomariyê de hat dîtin- nebûne yek û ev pirsgirêk jî didom e. Partiyên li Herêma Kurdistana Federal jî şûna ku bibin yek ji bo desthilatiyê ji hev tawîzan digirin. Li ser vê pirsgirêkê Namzetê Serokkomariyê yê YNK’ê Berhem Salih di 28’ê îlonê de li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevditinek pêk anî bû.  Di derbarê hevdîtinê de  Berhem Salih daxwaz ji Barzanî kiriye ku PDK li ser yek namzetê Serokkomariyê razî bibe, ji bo wê jî tawîzan daye PDK’ê. Li gor agahiyan li beranberê serokomariyê gelek tawîzan daye YNK’ê û di encamê de jî di hilbijartina 2 îlonê ya serokomariya Iraqê de di tura duyemîn de namzetê PDK’ê Fuad Husên xwe ji hilbijartinê vekişand. 

Ev tawîz jî wiha bûn: “Divê erka parêzgariya Kerkûkê ji PDK’ê re bimîne, dosyaya petrolê di destê PDK’ê de bimîne, li Silêmaniyê û gundewarên wê, li dijî Tevgera Goran û partiyên din hejmara çeteyên cur bi cur bên zêdekirin, divê erka serokatiya hikumetê di destê PDK’ê de bimîne, serokatiya Herêm û destura bingehîn li gorî daxwaza PDK’ê were bi cihkirin, divê dosya Asayîş û diplomasiyê di destê PDK’ê de bimîne, erka cigirê serokkomariya İraqê ji bo PDK’ê bimîne, YNK weke hêzekî çete li rex çeteyên PDK’ê pêşengtiyê ji bo çeteyên Tirkiyê li nav xaka Başurê Kurdistanê li dijî gerîllayên PKK’ê bike bişîne, her wiha divê YNK li deverên di bin destê xwe de astengiyan ji bo xebatên partiyên din derxe.“

Partiyên kurdan şûna pirsgirêkên civakê proje çêbikin dîsa bi hev ketin

Hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistana Federal jî pêk hat. Lê di hêla beşdariya gel a hilbijartinan dinêre, xuyaye ku gel peyamek dide partiyên heremê. Lewra di hêla êrîşên ji aliyê hêzên derve ve ji ber van partiyan tu helwestek nîşan nedan, dev ji helwestdayînê berdin ji bo taybetî Tirkiye bikeve heremê rê vekirin û dibin alîkar. Her wiha heta niha ji ber hemû hêz û partiyên di Iraq û Herêma Kurdistana Federal tu plan û projeyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên civakî tuneye û serêşandinek tuneye, hemû dibin bertek, nerazîbûn û ev çûna ser sindoqan de jî xwe da der. Bêguman li heremê tenê ne PDK pirsgirêke, wisa tê fêmkirin ku hemû hêzên li heremê naxwazin PKK’ê ku weke alternatîf dibînin xûrt bibe. Ji bo vê jî hin hêz kêm hin hêz zêde ji bo hêzên ji derve bikevin heremê rê vedikin û ji îstîxbaratê bigire di gelek mijaran de alîkarî dikin. 

 

Îran jî weke Tirkiyê hewil dide bi polîtîkayên zextkirinê ji qrîza heyî derkeve

Îran, her çiqas bixwaze dîtbariyek pir bi hêze bide nîşandan jî lê di cewhera xwe de rewş ne wisaye. Îran hem di heremê de pir zahmetî dikşîne, hem jî di hûndir de bê navber bi çalakî û serhildanên civakê re rû bi rû dimîne. Ger wek aborî, ger siyasî û civakî qrîzek dijî. Lê pir vekirî xuya dike ku Îran ji bo derbaskirina van qrîzan dê ne bi riya demokratîk de pêk neyine, ev yek xwe di demên dawî bi êrîşên-darvekirin û êrîşa Koyê-baştir hat dîtin. Yanî Îran difikire ku dê qrîzê bi riya zor û zextê derbas bike lê pêşketinên çend salên dawî yên di heremê de hatî jiyankirin jî îsbatbûye ku ev riya çewsandin, zext û zordarî ne riyeke çareseriyê ye. 

About demnews

Check Also

Biryara Hêzên Derve Çi Dibe Bila Bibe, Têkoşîn Wê Her Tim Berdewam Bike

Amerîka û hêzên derve ku xwe li herêmê bi cih kirine, hebin jî û tunebin …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *