Home / Analîz / Li hemberê êrîşên Tirkiyê îtîfaqa Kurd-Ereb ava dibe

Li hemberê êrîşên Tirkiyê îtîfaqa Kurd-Ereb ava dibe

NAVENDA NÛÇEYANÊrîşên dewleta Tirk a li hemberê gelê Kurd rastî bertekên gelê Ereb tên. Lewra gelê Ereb bi taybetî êrîşên li ser Bakûrê Sûriyê tenê ne li dijî Kurdan her wiha êrîşek li dijî xwe jî dihesibînin û hewil didin bi Kurdan re bikevin nava têkiliyeke dostane.

Bi her êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd zêde dibe re rastî bertek û nerazîbûnên gel û pêkhateyên civakên din re tê. Bi taybetî dewleta Tirk çiqas êrîş û gef li ser gelê Kurd bi taybetî li çiyayên Herêma Kurdistana Federal û Bakûrê Sûriyê tê kirin, tevlîbûna gelê Ereb a nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û saziyên sivîl de zêde dibin.

 

Gelê Ereb êrîşên li ser Kurdan li dijî xwe jî dihesibînin

Berî çend rojan Serokê Giştî ya AKP’ê û Serok komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi daxuyaniyeke sînyaleke ji bo operasyoneke nû li ser Iraq û Suriyê da. Di daxuyaniya Erdogan de despêkê Şengal û piştre Bakûrê Suriye hat hedef girtin. Ji xwe Tirkiye ji sala 2016’an ve bi operasyona Mertalê Firatê, operasyona Efrînê û di dawî de operasyona li ‘Bakûr Iraqê’ sê operasyonên li dervayê sinorên xwe kir. Dewleta Tirk Kurdan hedef girtî bû. Lê tiştek ku berçav nehatibû girtin bertekên gelê Erep ji wan operasyonên re çawa bû? Operasyonên Tirkiye di nav Ereban de jî bû cihê metirsiyê. Lewra Ereban vê wan operasyonan ne tenê li dijî Kurdan di heman demî de li hemberê civaka xwe jî dihesibînin. Ji ber vê yekê jî ev êrîşên dewleta Tirk gelê Kurd û Ereb nêzî hev kir. Wisa xuyaye ku dê di navbera gelên Kurd û Ereb ku heta niha dostaniyek baş, bi hev re jiyanek hevbeş dimeşandin, wê îtîfaqeke xûrt jî derxîne hole. 

 

Sûriye û Iraqê wek e welatên Kurd û Ereb dihesibînin

Di serî de eger mirov niha di welatên Ereb de bigere mirov dikare bibêjê ku gelek bertek li dijî Tirkiyê hene. Ji Iraq heya Suriyê, ji Lîbya, Yemen, Lubnan heya Misrê ji siyaseta Dewleta Tirk nerazî ne û bi bertek in. Ji kesên lîberal, civaknasên democrat, sosyalîst heya beşeke ji netewperestên Ereb bi gelemperî aciziyeke li hemberê Tirkiye derdikeve holê. Divê neyê jibîrkirin ku her çiqas dewleta Tirk bi operasyonên xwe heremên ku Kurd lê dijîn hedef digire jî di rastî gelê Ereb Sûriye û Iraqê weke welatên Ereb û Kurdan dihesibînin û van êrîşan jî li hemberê du gelan dihesibînin. Tê gotin ku dewleta Tirk bi operasyonên xwe dixwest di serî de Tevgera PKK’ê û gelê Kurd hedef bigire, lê di heman demî de gelê Ereb jî hedef digire û di encamê de bertekek derket hole. Ev bertek di vê astî de ye; dema li Mûsil û Bexdayê an jî bajarekê din di nava hêz û gelên wir de bipirsin “Hûn PKK an jî dewleta Tirk weke dostên xwe dibînin?” wê teqez ji sedî 90 bersiva Kurd û PKK bibîhîsin. Sedema wê jî dê van êrîşên dewleta Tirk ên nehaq û têkoşîna Kurdan a li hemberê wan didin, diyar bikin. Ev nêrîn ne tenê di nav gelê Ereb gihiştiye hêzên Iraqî û Sûriyeyî jî. Heman tişt li Yekîtiya Emaratên Ereb, Misir, Sûriye, Urdun, Siûdî Erebîstan Lubnanê jî li pêş e. Ji ber ku ew siyaseta dewleta Tirk a êrîşkar di nava gelê Ereb de bûye cihê metirsiyê, jixwe gelê Kurd li dijî dewleta Tirk hêviyên jiyaneke azad a nava Tirkiyeyê qût kirine û derketiye asta an dê bi têkoşîneke bêhempa van êrîşan rawestînin, an jî mirinek bi şeref, radixin berçavan.

 

Plana ‘Osmaniya Nû’ negirt!

Plana “Osmaniya Nû” ya Erdogan û AKP ku dixwestin gelên di Rojhilata Navîn de li aliyê xwe bigirin, ji ber van bertekên Ereb û gelên din êdî bê wate ma. Destpêkê ev plan di nav derdorên komên îslama radîkal de kêmek encam girtibe jî lê ji ber piraniya gelê Ereb xwe zêdetir bi netewa xwe îfade dike, ev plan pêş neket. Ji ber ku netewa Ereb li hemberê Osmaniyan serî hilda bû. Dikarin bêjin ku dewleta Tirk her çiqas di aliyê leşkerî de hin serkeftinan bi destxisti be jî, lê bi taybet di mijara berfirehkirina plana Osmaniya Nû de winda kir. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de di hêla nifûs û cihên stratejîk de dijîn herî zêde yek ji Ereb ku di 22 welatan de jiyan dikin û ya din jî Kurd in. Dewleta Tirk ji ber polîtîkayên xwe yên înkarkirin û êrîşkar van her du gelan winda kir. 

 

Dewletên Ereb di nava hewildanên ku ya Tirkiyê ji axa Sûriyê û Iraqê derbixin de ne

Ew dînamîka li dijî dewleta Tirk di siyaseta dewletên Ereban de jî xwe da der. Dewletên Ereb ên weke Misir, Urdun, Sûdî Erebîstan, Emarat, Iraq û hwd, di nava lêgerînan de ne ku li hemberê Tirkiyê îtîfaqek ava bikin. Ev lêgerîn xwe di daxuyaniyên siyasetmedarên Ereb û Wezîrê Derve yê Emaratên Ereb Anwar Gargaş, Endamê Komîteya Têkiliyên Naverebî y3e Parlamentoya Misrê Gamal Essam El-Dîn û hwd e diyar dibe. Raste rast li hemberê bi taybet êrîşên dewleta Tirk a li ser Sûriye û Iraqê banga îtîfaqê kirin. Pêve girêdayî rêveberiya Şamê dist bi hevdîtinan bi rêveberiya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re kir. Lê komên girêdayên dewleta Tirk ên di bin navê Oppozisyona Sûriyê ku piranî girêdayên Îslama siyasî ne nakokiyên kûr bi rêveberiya Şamê re hene. Jixwe Wezîrê Derve ya Rêveberiya Şamê Beşar Caferî aşkere hebûna Tirkiyê weke dagirkeriyê bi nav kiribû û xwestibû hêzên xwe vekişîne. Li Iraqê jî heman tişt pêk hat. Di 18’ê îlonê de ji aliyê komîteya parlementoya Iraqê ku di bin rêveberiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de hatibû avakirin, derbarê êrîşên Tirkiyê de dosyayek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re amade kir. Di dosyayê de hebûna Tirkiye û operasyonên leşkerî ya li ser Iraqê weke sûcên hemberê qanûna şer hat nirxandin. Di heman demî de raqîbê sereke ya Ebadî Rêberê Tevgera sadir Maqtadir El sadir jî derbarê Kurdan de siyaseteke hin zêdetir vekirî nîşan da. Yanî xuyaye lingeke girîng a siyaseta dijber a li dijî Kurdan ku weke mutefîkê Erdogan e ji destê Tirkiyeyê diçe.

 

Metirsiya Ereban bi karaqtêra polîtîkaya dewleta Tirk ve girêdayî ye

Dewleta Tirk her tim di nava hewildana ku welatên Ereb jî bixe pozîsyona dijbertiya Kurdan an jî qet nebe wan li hemberê polîtîkayên xwe yên tunekirina Kurdan bêdeng bike. Lê wisa xuyaye ku dewletên Ereb vê siyaseta dewleta Tirk ji bo xwe xeter dibînin û ev polîtîkaya dewleta Tirk ji bo wan tu feydeyek tune. Sedema metirsiya welatên Ereban a pêşketî bi karaqtêra polîtîkaya dewleta Tirk ve girêdayî ye. Ji ber ku Tirkiye berê şer di hûndirê welat de dimeşand lê niha piranî derveyê sînor dike û cihê ku dikeveyê naxwaze derkeve ye. Ev karaqtêr heta digihije fetihkirina welatên din an go polîtîkaya “Osmaniya Nû” dimeşîne. Di encamê de derdikeve holê ku hem di aliyê gelê Kurd û Ereb, hem jî di aliyê siyaseta heremî de berjewendiyên her du gelan digihijin hev. Lê gelo wê vê îtîfaqî-Ereb û Kurd- çewa bê xûrtkirin?

Bêguman bersiva wê di demên pêş de hin zelaltir bibe lê, li gor şert û mercên heyî şîrove bê kirin xuya dike ku hem dewlet û hem jî hêzên heremî yên Ereb hin zêdetir bi hêzên leşkerî yên Kurd re pêş bikeve. Lê ev îtîfaq dê zêdetir bi hêzên Kurd ên li dijî dewleta Tirk têkoşînek xûrt dikin re pêş bikeve. Ev hêz kîjanin hewce nake bê aşkere kirin. Di Iraqê ji ber PDK û YNK nêzîkatiya wan a ji bo Tirkiyê ji aliyê her kesî ve tê zanîn, li wir kê dimîne? PKK dimîne. Li Sûriyê jî pratîka ENKS’ê ya hem di şerê Kobanê û hem jî Efrînê de diyar kir, li wir YPG û sîwana berfireh QSD dimîne. Jixwe cihbûn û nûnertiya sazî û tezgehên gelê Ereb ên di nava sîwana siyasî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de li ber çavan e ku çiqas berfireh e.

 

Dem News/Kerman Gilakî

About demnews

Check Also

Tirkiye piştgirî ji eşîrên heremê xwest lê bersivek nedît

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyeyê tevî parêzgeha Reqa û Dêra Zorê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *