Home / Dosiya / Cudahiya di navbêra Şîatiya Îran û Iraq û bandoriya li ser desthiladariyê-2
Iraqi Shi'ite Muslims from Hashid Shaabi (Popular Mobilization) march during a parade marking the annual al-Quds Day, or Jerusalem Day, in Baghdad, Iraq June 23, 2017. REUTERS/Khalid al Mousily - RC160C330360

Cudahiya di navbêra Şîatiya Îran û Iraq û bandoriya li ser desthiladariyê-2

Nakokiya di navbêra Şîayên li Iraq û Îranê 

Nirxandina şîatiyê li gor çavkaniya derketî bê kirin çewa dê me bibe nirxandin û encamên xelet ewqas jî dê bibe asteng ku em bandora şîatiyê ya li ser desthiladariyan û firqa navbêra Şîatiya li Îran û ya Iraqê de bibînin. Çalakiyên girseyî ya di serî de bajarên Bexda, Basra û Necef a Iraqê û gelek bajarên Îranê, cudahiya di navbêra şîatiya li Îran û Iraqê, bandora şîatiyê ya hem li ser hevûdin û hem jî li ser desthilatiyê radixe ber çavan. 

Di demên dawî de li Iraqê bajarên Besra, Bexda û Necefê li dijî pirsgirêkên civakî, aborî û bi taybet jî pergala desthiladariya heyî bi sed hezaran kes derketin qadan, hem avahiyên aîdê hikumeta Iraqê, hem jî şewitandina avahiya balyozxaneya Îranê, hişt ku cudahiya di navbêra şîaya Îran û Iraqê, bandor û bertekên li dijî desthilatiyê çiye, çewa pêş dikeve bi niviseke binirxînin. 

Dema sala 1979’an de ku şoreşa gelên Îranê çêbû, Seddam Huseyîn firsend bikaranî û rêkeftinê el-Cezayîr (Ev rêkeftin li El-Cezayîr di navbêra Îran û Iraqê de hat berovajî kirin li ser xalên sinorî) red kir û ragihand ku parêzgeha Xûzîstan beşeke ji axa Iraqê û pêwîste radestê Iraqê were kirin. Ev yek şerekî 8 salan di navbêra Iraq û Îranê bi xwe re anî. Îran ku dixwest bi îdeolojiya Şîatî, Şîayên Iraqê li hember Seddam bide bikaranîn, bi hemû awayê xebata xwe di nav Şîayên Iraqê de da destpêkirin. Îran yekemîn tabûra Şîa yên Iraqê bi navê Bedir rêxistin kir. Lê rêveberên tabûra navborî hemû nîv Irawî û nîv Îranî ne. Kesayetiyên weke Haşimî Şahrûdî, Ebû Mehdî Muhendis, Hadî Amerî ne ku an dayika wan Îranî ye an jî bavên wan. Iraq jî li hember plana Îran bêdeng nema û Şîa yên Iraqî li ser navê neteweya Ereb li dijî Îranê da rêxistinkirin. Di eniya şer de du aliyên Şîa hatin beranberê hev. Yek bi nasnameya miliyetperweriya Ereb, ya din jî bi nasnameya nîv Îranî û nîv Iraqî hatin beranberê hev. Ev mesele hişt ku heyanî roja me ya îro Şîa yên Iraq û Îranê bi temamî weke nakokiya Necef-Qum xwe dide pêş. Li Îranê Xameneyî û li Iraqê jî Ayetullah Sîstanî vê yekê dimeşînin. Ne ya Iraqê dixwaze tiştên mezhebî xwe ji Îranê bigire û ne ya Îranê qebul dike ku yek Iraqî bibe navenda biryara Şîa ya cîhanê. Îran di wê çerçoveyê de hewil dide ku piraniya molayên Iraqê bixe bin qontrola xwe. 

 

Asta serweriya Îran li ser Şîa yên Iraqê 

Di pêvajoya şerê navbêra Îran û Iraqê ya salên 1981-89’an de  koma Hêza Bedir hatin avakirin. Ev hêz heta ketina Sedam a di sala 2003’an de li Iraqê çalakiyan pêk tanîn. Lê dema ketina Seddam Îran firsend bikaranî û destwerdana Şîa yên Iraqê kir. Di wê demî de Îran ji bo qontrolkirina Şîa meclîseke bi navê “Meclîsa bilind a Îslamî” ava kir. Serokê meclîsê Ayetullah Hekîm bû ku bi eslê xwe digihije serdema Sefevî ya li Îranê. Yanî bi eslê xwe Îranî ye. Hewil hatdayîn ku bi pêşengtiya wê meclîsî keseke şîa li derve nemîne. Lê ev plan bi temamî bi serneket û kesên weke ayetullah Sîstanî (bi eslê xwji bajarê Meşhedê ya Îranê hatiye dinyayê, lê weke ji xelqê Sîstanê ye û her dem li kêleka desthiladaran meşiya ne) û Muqteda Sedr (bi eslê xwe ji Lubnanê ye) tevlî wê meclîsî nebûn. Nakokî di navbera her du aliyan ewqas zêde bû ku carcaran li hember hev ketine şer. Ayetullah Sîstanî tenê di nêrînên feqî de dijbertiya wî li gel Îranê derketiye pêş. Lê Muqteda Sedir di pratîkê de gelek caran li hember Şîayên ku xwe bi Îranê re dane girêdan şer daye destpêkirin. 

 

Şîayên Iraq û rola wan a li Iraqê

Di 3’ê adara 20047an de dema hêzên Amerîka li Iraqê serwer bûn û şewrayê hikumetî ku bi destê wan hatibû çêkirin, bi biryarê Şewrayê Bilind ê Dadê ya wê demî destûra binçavkirina Muqteda bi tuhmeta kuştina Ebdulmecîd Xûyî ku melayê pêşengtiya Îslama nerm dikir û fikir û ramanên wî li ser Rojavayî bû û her wiha kurê muftiyê berê Şîa Seyîd Ebdulqasim Xûyî bû, hat dayîn. Muqteda vê biryarî red kir û weke planekî ku hatiye programîze kirin bi nav kir.

Hîum şewirmendê “Lewis Paul Bremer” dema dagirkirina Iraqê de gotibû “Eger xelqê Iraqê bi xwe Muqteda binçav bike ev mesele ji bo me pir bi feyde ye”. Ev daxuyanî bû sedema Amerîka di sala 2004’an de li ser Necef bîne ji bo kuştina Muqteda. Ceiyş Mehdî li bajarokê Sadir a girêdayê Bexdayê û şerê Necef bi navê “Întifazeyê Mahdeviye” di sala 2004’an de hejmarek mezin ji leşkerên Amerîkayî kûşt. Di heman salî de yekitiya ligel Sûnniyên Felûce bû li dijberê Amerîka. Lê piştî teqandina “Herêmeyin Esgereyin” cihê pîroz ên Şîa di sala 2006’an de tola wê ji Sûnniyan rakir. Di bihara sala 2008’an de ji ber acizbûna wê ji hikumetê Nûrî El-Malikî li bajarê Basra li dij3i hêzên hikumetê ket nava şer û hejmareke zêde hatin kûştin. Lê piştî navbeyinkarî ji bo parastina berjewendiyên Şîa Ceîyş Mehdî betal kir. Niha koma “Seraya Selam” ku endamên wê ji Ceîyş Mehdî yê kevin bûn di bin qontrola wî de ne. 

 

Îran rêxistina Muqteda Sedir parçe kir

Ji ber destwerdena Îran û rikberiya navbera rêxistina Sadr, komên weke “Esaêb Ehl Heq” ê bi rêveberiya Xez Alî, dîsa “Hareketa Noceba ya Hizbûllah” û ya din jî “Fazîlet” ku xwe Sadrî bi nav dikin lê tu girêdayîna wan bi Muqteda Sedr re nemane û ji aliyê Îranê ve tên piştgirî kirin, perçebûna rêxistina ku pêşengtiya wê Sedr dikir çewa hat belavkirin radixe berçavan. Ji ber ku aliyên girêdayên Îranê wek e Emar Hekîm û Nûrî Al-Malikî her tim nakokiya wan bi Muqteda re hebûne. 

 

Di Iraqê de nakokiyên dîrokî ya Muqteda Sedir ên girêdayên Îranê ne

Malbata Hekîm ji aliyê mezhebî ve muhafezekarin û nêzî Ayetullah sîstanî û bi eslê xwe Îranî ne. Ceîş El-Mehdî girêdayê Muqteda Sadr di bûyera sala 20077an de ligel Supay Bedir ê girêdayê meclîsa bilind Hekîm ketine şer û herî dawî jî bi neçarî aşitî bi encam bû. Sadr di wê demî de Supay Badir wiha pênase dike û got Supay Badr hêzeke rêxistinkirî û fedayî bû lê dema ku daket nav siyasetê û hêzên xwe tevlî polîsên Iraqê kir, ji rastiya xwe dûr ket. 

Di hilbijartinên parlementer û dewleta yekem a Iraqê di sala 2006’an de, Malikî ji ber koalisyona Sadr, Hizbê Dawa û Hekîm bûye serokwezîr û peywira wî li ser esasê parastina yekpareyiya axa Iraqê hat diyarkirin. Lê dema bû serokwezîr peywira xwe cihbicih nekir û di pêvajoyên cuda cuda de li hember Sadr şer da destpêkirin. Şerê Basra a sala 2008’an nakokiyên wan gihiştibû asta herî jor. Piştî ku hêzên Brîtaniya ji Iraqê derketin, Ceiyş El-Mehdî qontrola bajarê Basra xist destê xwe û şer di navbêra Nûrî Malikî û Muqteda zêdetirî hefteyekê dewam kir. Di vê pêvçûnê de ji her du aliyan hejmarek zêde kûştî û birîndar çêbûn. Piştre lihev hatin û biryar dan ku hikumet û îdareya basra di bin qontrola dewleta merkezî de be û Ceiyş Mehdî bê belavkirin. Lê di lihevkirinê de biryar hat girtin ku çekên Sadr di destê wî de bimîne û Muqteda Sadr tevlî xebatên siyasî bibe. Di sala 2010’an de ligel hemû nakokiyan jî Muqteda Sadr ji bo parastina berjewendiyên Şîa ya Nûrî Malikî li ser desthilatiyê hişt û wî li ser lingan girt. Di sala 2013’an de Eyad elawî û piştre jî Mesûd Barzanî li diî Malikî îmzeya parlementeran kom kirin. Sadr jî vê kampanya îmzeyan destek kir. Mûqteda Sadr derket bi daxuyaniyekê ya Nûrî Malikî weke sedema derketina DAIŞ bi nav kir û got: “Malikî yek ji sê axa Iraqê firote DAIŞ û êdî nikare di siyaseta Iraqê de mudaxeleyan bike.” Niha Amerîka û Siûdî Erebîstan dixwazin vê nakokiyî li dijberê Îran bidin bikaranîn. Ji bo vê jî piştgiriya xwe ji Şîayên Iraqî re ku ji Îranê nerazî ne pêş dixin. 

 

Siyaseta Siûdî li ser Iraqê 

Siûdî Erebîstan ji bo di Rojhilata Navîn de bandora Îranê bişkêne xwediyê xebateke stratejîk e. Siûdî Erebîstan piştî hilbijartinên parlemena Iraqê nakokiyên di navbêra hêzên Şîa de derketin vê yekê ji xwe re weke firsendek dît û van nakokiyan dişûxulîne û dixwaze aliyê qewmiyeta Ereb bûyîna Şîa ya Iraqê bide pêş û bi aliyê xwe ve bikşîne. Hevdîtina Muqteda û Şah selman a li Siûdiyê pêk hat di vê çerçoveyî de bû. Siûdî van xebatên vekirina qadên aboriyê, çêkirina sehaya futbolê ya li Iraqê û vekirina qada hewayî (balafirgeh) a piştî 28 salan, di vê çerçoveyî de dişûxilîne. 

 

Di nava Şîatiya Iraqê de du xet çêbûn

Niha li Iraqê du xetên Şîatiyê tê meşandin û di navbêra wan de nakokiyên pir cidî hene. 

Xeta ku xwe dispêre Îran: Kesên ku pêşengtiya wê dike;  

1-Emar Hakîm: Kurê Ayetulla Hakîm û serokê berê ya Meclîsê Bilinda Îslamî û serokê Partiya Hîkmet e.

2-Hadî Amerî: Serokê berê ya Rêxistina Bedir û Serokê heyî ya Haşdî Şabî û Serokê Lîsteya Feth ji bo hilbijartinê perlemana Îraq e ye.

3-Ebu Mehdî Muhendîs : Yek ji serokên berê yê rêxistina Bedir û serokê heyî ya Milîsên Esaêb Ahl-Haq e.

4- Mola Xezalî: Serokê milîsên Ketaêb Hizbullah

5-Nurî Al-Malikî: Serokê Hizbê Dawe ya Îslamî

Xeta Ku Xwe Dispêre Neteweya Ereb: Kesên ku pêşengtiya wê yekê dikin; 

1- Muqteda Sadir: Serokê milîsên Seraya Selam û Serokê Lîsteya Saêrûn ji bo perlemana Îraqê ye.

2-Heyder Ebadî: Serokwezîrê Îraqê ye. 

Îran di ser gelek qenalan de têkiliyên xwe yên bi Şîayên Iraqê re didomîn e. Bi armanca lawazkirina Şîatiya navenda wê li Necefê ye dixwaze xwe tekane navenda Şîa ya di cîhanê de bide nîşandan û ji bo vê jî hewildanên cidî pêk tîne. 

Dem News/Kardox Pêşewa

About demnews

Check Also

Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-1

NAVENDA NÛÇEYAN – Sowyet Rûsya ya ku wek pergalek ‘komînîst’ bixwe pesindar e lê di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *