Home / Forum / Ji Zîzek re temaşekirina rêzefilma Tirkî, ji gelê Behrareş re jî îsyan tavsiye dikin!

Ji Zîzek re temaşekirina rêzefilma Tirkî, ji gelê Behrareş re jî îsyan tavsiye dikin!

DEM NEWS – Em di firqê de sernavekê bi îdea ye, her çiqas qadeke girîng ku li ser pisporiya polîtîk û civaknasî dixwaze jî; lêpirsîna rêzefilman jixwe sernavekî divê xebatek lêkolînek kûr jê re pêwîst dike lê tenê peyamên dixwazin bidin em dê hewil bidin bi seranser be jî xwendinek bikin.

Cihbicihkirina nasnameya jinê ya di nava pêkhateya civakiyê de; bi gelek dînamîkên civak, polîtîk, aborî û çandî ve girêdayî çêdibe. Ev şêweya cihê jinê ya di nava civakê de ji civaka neolîtîk ber bi civakên şaristaniyê, ji çoltarê heta bajaran, ji rojhilat heta rojava firqên ciddî nîşan dide. Lê ev cudayî ji biyolojîk zêdetir, bi têgeha zayendiya civakî re ango zayend di bingeha civakê de cudayîbûnê ve girêdayî ye. Ev cudabûn ji dîrokê heta roja me di nava demê de cudatiyan nîşan daye, ji jiyana dayiksaralî derbasî pergala baviksaralî bûyînê re cihê jinê ya di nava civakê de bi awayek vekirî guheriye. Nasnameya jinê di encama vê cudabûyînê de paşde ma û ketiye asteke duyemîn, azadiya xwe ya hem aborî, hem polîtîk û hem jî civakî winda kiriye. 

Me di nivisa xwe ya beşa yekemîn de rêzefilm bandora xwe çewa li ser civakê kiriye û ya civakê çewa ji çanda xwe dûr xistiye dest girtibû. Di berdewamiyê de jî em dê di rêzefilmên tên weşandin de jin û heyîna jinê çewa tê bikaranîn û pêşkeşê civakê tê kirin hewil bidin vebêjin. 

Em di firqê de sernavekê bi îdea ye, her çiqas qadeke girîng ku li ser pisporiya polîtîk û civaknasî dixwaze jî; lêpirsîna rêzefilman jixwe sernavekî divê xebatek lêkolînek kûr jê re pêwîst dike lê tenê peyamên dixwazin bidin em dê hewil bidin bi seranser be jî xwendinek bikin.

 

Ji darazên nirxên xwe re serbixwe ye

Sektorekî rêzefilmê ya li ser zayendiya civakbûnê hatî avakirin û rêzefilmên ku ya jinê weke nesne (eşya) tê bikaranîn weke mesela çerezê davêjin ber civakê. Di rêzefilmên ku civakê ji cewhera xwe dûr dixe û ji darazên nirxên xwe re serbixwe tê bidestgirtin, vekirî û aşkere li holê ye. Kesayetiya jinê tune tê hesibandin û weke obje hema bêje di hemû reqlamên eleqe-bêeleqe de tê bikaranîn dema em taxrîbata li ser civakê digirin berçav tê bê dîtin ku jin çewa di cudakariyek zayendî re rû bi rû maye. 

 

Qaşo îdeayên ku rêzefilm ji bo bal bikşînin ser şîdetê ji “Normaldîtinê re’ xizmet dike

Rêzefilm û filmên ku di sektora televizyonê de beşek herî girîng digire û êdî hema bêje bûne hestiyê pişta sektora televizyonê, di jiyana rojane de, hatiye asta rolên ji mêr û jinê re hatiye dayîn ji nû ve tê hilbêrîn, hişmendiyê ji nû ve avakirinê ye. Rêzefilmên ku bi îdeayên “em tundiya li ser jinê” digirin dest lê ji ber şêweyê bikaranîna mijarê normal û ji rêzê dike, jinê aciz, reben, bê parastin û her tim di bin hîmayeya zilam de muxtacê parastinê ne di ekranên televizyonan de cihê xwe digirin.

 Ligel ewqas xirab nîşandayînê jî bêdeng û bê bertekin.

Ev rêzefilmên ku ya jinê lawaz, naîf, bêhêz, bêparastin nîşan didin girêdayînbûyînek civakî ava kiriye. Cihê mixabûyînê ya mijarê jî ewe ku van rêzefiliman herî zêde ji aliyê jinan ve tên temaşekirin e. Temaşekerên jin ligel di rêzefilman de ewqas xirab nîşandanê jî bêdeng û bê bertek dimînin e. 

 

Ji Slavok Zîzek re dawetkirina hînbûna tirkî!

Îro hûn li ber ekranên televizyonên tirk 24 seat rûnên sapixê bi îmzeya Slavoj Zîzek a di sala 2012’an de dihat weşandin hûn dikarin bi dehan belgefilmên bi naverokên wan jin ku dikare Rêhberê îdeolojiyê bihesidîne zêde bikin. Eger em bêjin ji ber Zîzek zimanê tirkî nizane dezawantaja herî mezin dê ev be ez bawerim dê pir ne mubalaxa be. 

Dê hadê em tên li ser mînakek rêzefilmekî derkevin rê û binirxînin; Bê ku em kêm an jî zêde tê temaşekirin rêzefilma bi navê “Sen Anlat Karadenîz-Tu Vebêje Behrareş”. Di vê rêzefilmê de di serî de tundiya qaba ya li ser jinê, tundiyên psîkolojîk û civakiyê çewa xistine ji rêzê û di civakê de çewa hewil didin meşrû bikin aşkere dibe. Rêzefilm li Behrareş tê kişandin. Serpêhatî li qesabaya Vakfikebir a Trabzonê derbas dibe. Naveroka sereke ya serpêhatiyê ya li Behrareş (Karadenîz) derbas dibe, serpêhatiyekî ku tundiya li jinekê tê kirin û di çerçoveya vê tundiyê de ‘aşq’ ek tê jiyîn. Nefes a ku di serlîstikvanên rêzefilmê ye, dayika wê dema wê aniye dinyayê miriye, ji aliyê bavê xwe jî hê di temenê 16 salî de difroşe kurê Sayarlar Vedat. Vedat nexweşekê aqilê, şîzofren e. Nefes, di temenê 17 salî de di encama rastî tecawuzkirinê de ducanî dimîne û zarokekê wê ya bi navê Yîgit çêdibe. Ji wê demî û şûnde, bi kurê xwe re di mala tê de hatiye asê kirin de, hewil dide berxwe bide û jiyan bike. Gelek caran kurê xwe hildaye û reviyaye, her carê hatine dîtin û paşde anîne. Her carê lêdan dixwe, îşkence tê kirin, her carê rastî tecawuzê hatiye û hatiye derbkirin. Nefes, diçe xwe dispêre Tahirê Dîn ku wê diparêze, xwedî lê derdikeve lê malbata Tahîr, jineke zewicî û bi zarok, ji hevjîna xwe reviyayî û xwe spartina malbateke din pir baş nayê pêşwazîkirin û bi vê awayî şîdet berdewam dike. Tahirê Dîn di rêzefilmê de bi hêz û bi merhamet, rihim, qeraqtêrek ku hemû neyiniyan dizivrîne erêniyan tê nîşandan. Ev serpêhatî wisa didom e. 

 

Di rêzefilman de tecawiz di kesayeta jinê de tê meşrûkirin

 Tecawuz di roja me de wisa pir dixwazin meşrû bikin ku wek xelekekî zincirê ya ji dewletê ber rêzefilmçêkeran, heta derhêneran diçe. Di vê rêzefilmê de jina ji aliyê hevjîna xwe ve rastî tecawizhatin û şîdet dibîne dixwazin di civakê de normal bidin nîşandan. Feraseta “Hevjîna wî ye çi bike mafê wî ye” di vê rêzefilmî de tê meşrûkirin. Bi hêzbûna jinê dîsa di ser xwe dispêrîna zilamê de tê honandin. Yanî hêzbûna jinê bi hêzbûna zilam ve hatiye girêdan. 

 

Di rêzefiliman de rola didin jinê tê tecawuzkirin lê xilasbûna wê encax bi ‘zilamekî’ din re tê!

 Peyama jin, encax xwe bispêre zilamekî dikare li ser lingan bimîne û dikare xwe biparêze didin. Di temenê zarok de zewicandin jî di tu sahneyekî rêzefilm de cih nagire û di çerçoveya tê vegotin de tê kirin. Di esasê xwe de bi vê pêşiya zewaca zarokî tê vekirin û meşrûkirin. Di vê serdema ku tacîz û destdirêjiya li ser jinê her çiqas diçe belav dibe de tacîz, tecawuz û şîdetê li vê rêzefilmê binêrin bi kîjan rêbazan tê meşrûkirin hûnê bibînin. Di rêzefilim û ragihandina dîtbarî de her çiqas jin bi hêz bê nîşandan jî vê hêzbûna wê bi hêzbûna mejiyê zilam ve tê girêdan û bi vê awayî tê nîşandan. Sahneyên ku yê  ya jinê ji pirsgirêkên psîkolojîk û xitimandinê encax zilamek dikare derbikeve jî dixin çavên civakê. Çewa di vê rêzefilmî de ji bo jin ji tundiya dibîne bireve xwespartina malbateke din yanî xwespartina civakeke din xirab tê dîtin û ji civakê dûr tê xistin. Çewa di rêzefilmê de jin ji aliyê wê malbatî ve baş nayê pêşwazîkirin û tundiya ku ji hevjîna xwe dîtiye wek ji rêzê tê pêşwazîkirin. Pirsgirêkên jin dijî tê berterafkirin tenê serpêhatiya evîndariyê derdixin pêş. 

 

Li gor sektorvanên rêzefiliman du cins tenê dikarin li ser hêsta têkiliya cinsî têkilî deyinin!

Di rêzefilman de şêweyê hemû têkiliyên bingehîn di ser hêst-hişmendiya cinsî ya jin û mêrê têşe digire û vê yekê jî bi hemû civakê bidin qebûlkirin dikevin nava hewildanan. Tenê li ser mînaka hatî nîşandan jî bidest bigirin jin bi rêzefilmên ku amûrê pergala qapîtalîst e hêza cewherî ya jinê çewa tê tunekirin, jin nikare li ser lingê xwe bisekine, tacîz û destdirêjî di kesayeta jinê de çewa tê meşrûkirin aşkere li holê ye. 

 

Jinên ser dikê hem jin hem jî weke karker du caran maxdur dibin 

Yek ji tengasiya lîstikvanên jin ên di sektora rêzefilmê de dijîn jî di setên rêzefilmê de rastî tacîzê tên. Ji xebatkarên setê, heta digihije lîstîkvanên mêr ji aliyê van ve bi sedan jin rastî tacîzê tên. Ev jin dizanin ku ligel mafdarin jî lê ji ber wê neheq bên derxistin bêdengiyê tercîh dikin. Her wiha yek sedemekê din a jin karkerên sînema-rêzefilm-setê ku rastî tacîz û tecawizê tên bêdeng dimînin ji ber sektor mîsogeriya ewlekariya xebatê nîne ye. Ji ber ku di tu welatekî cîhanê de zagonên mafê jinê û jinê wek jin bibîne jixwe tune ye. 

 

Gelê Behrareş ji talana çandê re bêje ‘raweste’!

Em dîsa vegerin, rêzefilma di bin navê “Sen Anlat Karadenîz-Tu Vebêje Behrareş”; Heta niha tu dengekê protestoyê ya ji gelê Behrareş ku hêstên wan ên netewperestî pir bilind e derneketiye û rêzefilm ji weşanê hat derxistin pir balkêş e. Ne tenê jinê, di heman demî de gelek hêmanên ku heqaretê li çanda gelê Behrareş dike di nava rêzefilmê de dihewîne, gelo ye ji Behrareşiyên vê rêzefilmî temaşekiriye heya an na bê pirsîn û lêpirsînkirin. Lakîn ji şîve, devokê bigire heta elimandina jiyana rojane, ji çanda zewacê û cihê jinê ya di civakê de ku civaka Behrareş biçûk dike, heqaret dike çewa gelê Behrareş tehamula vê rêzefilmî kirine, di serî de jinên Behrareşê hemû welatiyên vê heremî divê dest bavêjin vê meseleyî, divê ji vê talana çandê re bêjin ‘rawest e’.  

Divê jin di her qadê civakê de weke qurbanê zihniyeta zilam û objeya nesne tê bikaranîn baş bê dîtin û di serî de nêrînên li ser jinê ya ragihandina dîtbarî û rêzefilmên tên weşandin bê lêpirsînkirin. Ev lêpirsîn jî di serî de ji aliyê jinan ve bê kirin. 

Li gor min ev; rêzefilima bi navê “Yasak Elma-Sêvê Qedexe” bi bûyera tacîza jineke di xebatê sedê de rastî tacîza lîstikvan Talan Bulut hatibû kete rojevê. Her çiqas ev bûyera tacîzê çûbe dadgehê jî lê dîsa yê neheq jin tê dîtin. Û bûyera tacîzê li dijî jina rastî tacîzê hatî hat zivirandin.  Tenê em li van mînakên dayî binêrin ji aliyê zihniyeta zilam ve rolek çewa ji jinê re hatiye pîvan wê bê dîtin. Divê qismê wê hatibûya derxistin. Çewa binê wê nehatiye tijekirin ji ber sedemên nêrînên polîtîk ên vê zilamî rastî sûcdariyê hatiye wek lê komplo hatiye kirin dixwazin bidin nîşandan divê ji ber çavên we nereve!!!

 

Dem News/Hilat Çelîkbîlek

About demnews

Check Also

Erkanên pergala nû ya dema ji wan re dibêjin ‘rûne’ rûdinên, ‘rabe’ radibin!

Hûlûsî Akar Serok Erkanê Leşkerî ya Tirkiyê bû niha li gor sîstema nû bûye Wezîrê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *