Home / Cîhan / Şerê Sûriye û terzê Amerîka ya xwevekişandina şer-3

Şerê Sûriye û terzê Amerîka ya xwevekişandina şer-3

Tabloyek Sûriye ya bê Amerîka

Li gor polîtîka û armanca Amerîka ya di Sûriyê de tê zanîn heta şert û mercên pêwîst a di beşa duyemîn de anî ziman ava nebe wê dernekeve, lê eger derkeve li gor hêzên heyî û rewşa heyî di Sûriyê de dê rewşek çewa derkeve holê tê meraqkirin.
Di beşa dîroka Amerîka ango beşa yekemîn û polîtîkaya Amerîka ya di Sûriyê de beşa duyemîn a dosyayê de diyar dibû ku di kîjan şert û zurûfan de Amerîka xwe paşde vekişandinên heremî an jî lokal pêş dixe bû. Li gor polîtîka û armanca Amerîka ya di Sûriyê de tê zanîn heta şert û mercên pêwîst a di beşa duyemîn de anî ziman ava nebe wê dernekeve, lê eger derkeve li gor hêzên heyî û rewşa heyî di Sûriyê de dê rewşek çewa derkeve holê tê meraqkirin.

Tabloyek- Sûriyeyek bê Amerîka
Di encamê de derdikeve hole ku Amerîka tenê bi şertê ku dema hêza wî têrê neke derdikeve. Her çiqas dikare siyaset bimeşîne wê hewil bide li Sûriye bimîne. Lê eger derkeve jî we hewil bide hêzên din jî bi xwe re lewaz bike. Di encama nirxandina dîrokî de ew yek derdikve pêş. Di siyaseta îro de jî xuya ye ku Amerîka zahmetiyê dikşîne li Sûriyê. Ji bo vê yekê divê kurt rewşa hêzên din jî ya li Sûriye were niqaşkirin.

Rewşa hêzên li Sûriye
Di serî de hêza sereke ku înîsiyatifa Sûriye xist bin destê xwe Rûsya ye. Bi taybet piştî şerê Helebê, bi civînên Astana û pêşketinên leşkerî ên ser erdê Rûsya, pozîsyona xwe xûrt kir. Di heman demî de her tim di nava hewildanan de ye ku bi Amerîka re bikeve nav hevsengiyekê. Bi taybet aliyê asîmana Sûriyê de Rûsya roleke girîng e. Her çiqas Amerîka bi bandor be jî, Rûsya jî bi qasî wê bi bandor e. Weke xeteke siyasî armanca Rûsya ne ew e ku rejîma Sûriyê ser piyan bihêle ye. Rûsya dixwaze di asta navneteweyî de bibe hêzeke hemberê Amerîka û cihê xwe di siyaseta navnetewî de xûrt bike. Di aliyê heremî de ciheke girîng Derya Spî ye. Parastina heremên derdora wê ji Rûsya re stratejîk e.
Di kêleka Rûsya de yê alîkariyê dide rejîma Sûriyê, Îran e. Îran jî di destpêka şer de bi riya komên xwe yên taşeron ket tevgerê. Bi taybet Hizbûllahê Lubnanê li Sûriye bi cih kir. Baregehên leşkerî nêzîkê Îsraîlê ava kir. Ev yek bû sedem ku bikeve hedefa Îsraîlê.
Rejîma Sûriyê di destpêka şer de gelek windahî da. Lê bi alîkariya Rûsya û Îranê dîsa beşek ji herêmên winda kiribû bi dest xist. Dendika xwe ya îdeolojîk karibû biparêze û rûxmê hemû êrîşên dîplomatîk û leşkerî desthiladariya Beşar Esad neket. Lê ji bo wê jî gelek bedelên mezin da. Hêza artêşa wê gelek kêm bû û gelek fermandarên wê hem ji ber nakokiyên hûndirîn, hem jî di nava şer de hatin tasfiyekirin. Lê rastiyeke yê wê ser piyan girt jî îstîxbarata wê bû.
Her wiha pê ve girêdayê dewleta tirk di Idlib û Bakûrê Sûriyê bi saya komên selefî ku El Nûsra ya ji aliyê El Qaîdê ve hatiye avakirin jî di nav de wek aktorek cihê xwe di Sûriyê de girt. Armanca Tirkiye ya sereke tasfiyekirina tevgerên kurd û bê statukirina kurdan a di Bakûrê Sûriyê de ye. Di demên dawî de piranî bi lihevkirinên xwe yên bi Rûsya re dixwaze hewildanên xwe yên mayîndebûnê zêde bike. Di demên dawî de opozîsyona Sûriye ket bin qontrola wê de. Li gorî berjewendiyên xwe dide xebitandin. Ji ber vê yekê û bi taybet bi operasyona Mertalê Firatê û dagirkirina Efrînê re, dewleta tirk li ser erdê Sûriyê hem bû aktorek navîn û hem jî bû hedef.
Komên girêdayên dewleta tirk ên wek e Cebhet El Nûsra , Ehrar El Şam, Mertalê Firatê û hwd di nav qadê de ne. Di rastiya xwe de tu hêzeke esasî ya wan hêzan tune ye û xwe dispêrin Tirkiyeyê. Di nava wan de weke xeteriyek tenê Cebhet El Nûsra ya girêdayê El Qa3idê derdikeve pêş û dikare heta astekî ji Tirkiyê cuda siyaset bimeşîne.
Li aliyê din a yek ji aktorekî girîng ku li ser parastina civaka Sûriyê di bin navê şoreşa bakûr û rojhilatê Sûriyê de birêxistin kirin e. Hem di aliyê leşkerî, hem di aliyê siyasî û civakî de pergaleke weke modeleke ji bo tevahiya Sûriyê hatî afirandin. Ev aktor, li ser erdê Sûriyê niha jibilî rejîma Sûriyê aktorekî esasî ye.

Derketina Amerîka û şertên wê
Rastiyek jî heye ku dê Amerîka dê her tim li Sûriyê nemîne. Îhtîmalek derketinê heye. Lê ew derketin bê şert çênebe. Divê Amerîka weke di dîrokê de hat dîtin tu caran heta tiştek bi dest nexe dê dernekeve. Rastiya din jî ew e ku êdî nikare rejîma Sûriyê tasfiye bike. Ji ber ku ew bingeh li Sûriye nema. Di nav komên çeteyan de jî hem ji ber siyaseta şaş ê Tirkiyê, hem ji ber nakokiyên hûndirîn pergalek û alternatîfek nehat afirandin. Ji ber vê yekê weke hêzeke sereke ya heremî tenê şoreşa gelên Bakurê Sûriyê dimîne. Ger Amerîka ji Sûriye derbikeve wê hewil bide hevpeymanek derbixe, yê ku hemû hêzên ji derve di serî de Rûsya û Îranê sînordar bike. Vê yekê jî dikare bi riya Netewên Yekbûy3i (NY) de pêş bixe. Weke li modela şerê Sirbîstan û Bosna de dikare heremên bê pêvçûn diyar bike û ragihîne. Muxatabê wê yê esasî jî wê bibe Rûsya. Amerîka heta bandora Rûsya ya di Sûriyê de kêm neke dê nexwaze derkeve. Ji ber wê yekê lihevkirineke di navbêra her du hêzan de pêwîst tê dîtin. Heta wê hewil bide ku beranberê derketina xwe Rûsya jî ji şerê Sûriyê derbixe. Jixwe ev yek jî ji aliyê Rûsya ve tê pêşniyarkirin ku ji aliyê NY ve heremên kêm pêvçûn werin ragihandin. Mirov dikare ser îhtîmaleke wisa bisekine.
Rûsya bi taybet bi riya şerê azmanî de beşdarê şerê Sûriye bû. Ji ber wê yekê îhtîmaleke heye ku Amerîka azmanê Sûriyê ji bo balafirên şer re bide girtin û hemû hêzên derveyê Sûriyê xwe paşde vekişînin. Amerîka jî encax bi vê awayî vekişandina xwe ya ji Sûriyê bixe rojevê. Ev yek jî dê bê wateya ji hemû hêzên heremî re bibe statuyek demkî. Di şûna wan hêzên navneteweyî dê rola Neteweyên Yekbûyî zêdetir bibe. Jixwe yek ji armanca civînên Cinevê jî ya destpêkê ew bû. Ji ber şert û mercên heyî nehişt bikeve rojevê. Bi taybet rola Tirkiyeyê asteng bû. Di mijara derketinê de jiî dê bertekên hêzên heremî jî diyarker bin. Bi derketina Amerîka û Rûsyayê ya ji Sûriyê wê ev hêzên heremî hewildanên xwe zêdetir bikin. Mirov dikare mercên ku ji bo derketina Amerîka ya ji Sûriyê zext bike bi wisa komî ser hev bike.

Îhtîmala Sûriyeyek bê Amerîka û Rûsya
Eger li ser îhtîmaleke ku Amerîka û Rûsya ya ser esasê lihevkirineke kêmkirina şer a li Sûriyê xwe paşde vekişînin bê nirxandin dê tabloyek nû derbikeve holê. Zîra sê hêzên bingehîn a ser erdê Sûriyê hebûna xwe didomînin. Yekem rejîma Sûriye ye, duyem Tevgera Azadî û yê sêyem komên çekdar ên di bin serweriya dewleta tirk de ne. Ji wir û şûnde hêzên cewherî ya aktorên li Sûriyê dê diyarker bin. Rejîma Sûriyê di vê mijarî de ji kevneşopiyek dirêj tê û dikare siyasetekî bimeşîne. Desthiladarayi axwe di gelek hereman de parast. Lê di şerên dawî de xuya bû ku bi tenê xwe nikare tevahî Sûriyê de biparêze. Ew dem çû. Sûriye ne Sûriyeya berê ye. Hem di aliyê hejmara leşkerên xwe de pisgirêkan jiyan dike, hem di aliyê rewakirina sîstema xwe yê berê tengasiyê dikşîne. Hejmara leşkerên Artêşa Sûriyê berê di derdora 300 hezarî bû, lê niha tê texmînkirin ku hejmareke di navbêra 120 -150 hezar ma ye. Gelên li Sûriyê weke berê ya rejîmê qebûl nakin. Ji ber wê yekê neçare îtîfaqan pêş bixe. Bi komên çeteyan re îtîfaqek pir zahmet e. Jibilî Cebhet El Nûsra komên din ji berxwe ve nikarin tu siyasetekî pêş bixin. Di nava wan de koma herî xurt El Nûsra ya girêdayê El Qaîdê ye. Îtîfaqekê di navbêra rejîm û vê komî de jî hinek zahmet e pêk were.
Di vê mijarî de rola herî girîng dikeve ser milê hêzên demokratîk a Bakûrê Sûriyê. Di aliyê leşkerî de hejmara hêzên ewlekarî yê ku xwe di pergala Xweseriya Demokratîk a li bakur û rojhilatê Sûriyê de birêxistin kirine, ji 100 hezarî derbas dike. Mirov dikare bi rehetî bibêje ku hêzên demokratîk dibe raqîbek esasî. Hin zêdetir rejîma Sûriyê muxtacê wan hêzan e da ku tevahî herêma Sûriyê bikaribe biparêze. Di aliyê siyasî û dîplomatîk de jî rewabûneke ber bi statuyeke pêş dikeve. Diyare ku rejîma Sûriye bi tenê hêza xwe nikare tevgerên demokratîk a Sûriyê tasfiye bike. Ji ber wê yekê lihevkirinekê bi wan hêzan re hin rastir xuya dike. Di heman demî de ne mimkûne jî tevgerên demokratîk weke aktoreke bi tena serê xwe tevahiya Sûriyê birêve bibe. Lê ji wê zêdetir guhertinek pergala desthiladariya rejîma Sûriyê hin zêdetir rastirîn xuya dike. Divê rejîm jî qebul bike ku kurd û tevgerên demokratîk ên pê re rastiyekî ya li Sûriyê ne. Ew rastî herî zêde xwe ji niha ve di bajarê Helebê de nîşan dide. Rûxmê ku rejîma Sûriyê komên opozisyonê ji Helebê derxist jî nikaribû tevgerên demokratîk ji bajar derbixîne. Berovajê wê muxtacê wan bû. Ji bo parastina bajarê Helebê hebûna tevgerên azadî û demokratîk ji aliyê rejîmê ve pêwîst hat dîtin. Tenê ji bo Tirkiye û komên girêdayên wê re di vê tabloyî de cih tune ye.

Îhtîmala êrîşa Tirkiye û encamên wê
Li vir divê bersivek ji çend daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên Amerîkî ya derbarê paşde vekişandinê re hatibûn kirin re bê dayîn. Siyasetmedar û rayedarên Amerîkî daxuyaniyên weke “Eger Amerîka ji Sûriyê derbikeve wê Tirkiye ya YPG’ê tasfiye bike”. Ew daxuyanî ji rastî durin û armanca wan rewakirina hebûna Amerîka ye. Armanca wan daxuyaniyan ew e ku Tevgera Azadî muxtacê Amerîka bibe. Raste dê Tirkiye bikeve nav hewildanên êrîşên din û wê hewil bide ku êrîşa xwe li hemberê kurdan bi taybet bi riya hevpeymanên berê ya bi rejîma Sûriyê re rewa bike. Bi taybet peymana ku ji dewleta tirk re destûr dide 20 km bikeve axa Sûriyê, eger tehdîtek hûndirîn derkeve holê wê bikeve nîqaşê. Lê eger nikaribe balafirên xwe bi kar bîne tu caran nikare encamek dirbixe. Jixwe rayedarên dewleta tirk bixwe di encama şerê Efrînê de lixwe mikûr hatibû û gotibû “Şerê Efrînê bi riya teknîkek bêhempa, balafirên şer û artêşek mezin hatiye qezanckirin”.
Di heman demî de wê helwesta hêzên rejîma Sûriyê ya li hemberê êrîşên Tirkiye çewa be girîng e. Eger bê gotin dê rejîm tu caran êrîşên dewleta tirk qebûl neke dê xefletek mezin be. Ji ber ku ji niha ve rejîm bi dualî dilîze. Di aliyekî de hebûna dewleta tirk weke dagirkeriyê dibîne, di aliyekê din de jî ji berê ve di îtîfaqa dijî kurdan de cih digire û çavên xwe ji êrîşên ser kurdan re digire. Mînaka vê jî di şerê Efrînê de diyar bû. Wezîrê Karê Derve ya Sûriyê Beşar Caferî hewildanên Tirkiyeyê weke dagirkerî nirxand, lê di aliyê pratîkî de jî ligel hemû yasayên Neteweyên Yekbûyî ya “Binpêkirina sînor” li ber çavan bû jî tu gav navêt. Her çiqas di vê mijarî de ji ber Rûsya bi Tirkiyeyê re lihev kiribû û ya rejîmê bêdeng kiribû jî lê ji bo gavavêtinê gelek hincetên wê hebûn. Lê rastiyek jî heye rejîm tu caran naxwaze hebûna Tirkiye daîmî ya li Sûriyê hebe. Ji bo vê jî pêwîstiya wê bi îtîfaqên heremî re heye da ku ewlekariya Sûriyê mîsoger bike. Eger hêzên demokratîk ên Bakurê Sûriyê di vê mijarî de xwe karibe îsbat bike îhtîmal heye ku bi rejîm jî bertekên xwe ya li hemberê Tirkiyeyê zêde bike. Jixwe komên girêdayên Tirkiye nikarin bê Tirkiyê şer bimeşînin.

Encam
Di encamê dosyayê de nêrîneke ser pirsa ”Sûriyeya bê mudaxeleya Amerîka vê çawa bibe” derdikeve hole. Amerîka paşdekişandineke bi temamî ya ji Sûriyê û bêalîbûn nikare pêk bîne. Ji ber ku ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn biparêze divê her tim hemleyên nû pêş bixe. Lê ger bikeve qrîzeke mezin an jî guhertina taktîkî mecbûr bimîne ji nû ve komî ser hev bike. Encax di wê demî de mirov dikare li ser paşdevekişandina Amerîka biaxive. Vê yekê jî teqez dê aktorên din ên di Sûriyê de jî lawaz bike. Hemleyek wiha dê di serî de piştî lawazkirina bandora Rûsya û Îranê pêş bixe piştre. Di vê pêvajoyî de wê Tirkiye jî neyinî bandor bibe. Ev yek jî dê valatiyek siyasî, civakî û leşkerî bi xwe re bîne. Di encamê de hem xeterî, hem jî derfet ji vê valatiyê derbikevin holê. Di vê valatiyê de bi taybet hêzên ser erdê dê karibin îtîfaqên nû pêş bixin. Yên bi hêza xwe ya cewherî bawer karibin pêş bikevin. Komên opozisyona Sûriye û hwd bê alîkariyên derve dê nikaribin tu gavî bavêjin û wê ber hilweşandin an jî helandinê ve herin. Li ser erdê wê rejîma Sûriye û hêzên Tevgera Azadî bimînin. Îhtîmalek mezin jî dê lihevkirinek derkeve holê.

Dem News/ Kerman Gilakî

About demnews

Check Also

Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-1

NAVENDA NÛÇEYAN – Sowyet Rûsya ya ku wek pergalek ‘komînîst’ bixwe pesindar e lê di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *