Home / Cîhan / Şerê Sûriye û terzê Amerîka ya xwevekişandina şer-2

Şerê Sûriye û terzê Amerîka ya xwevekişandina şer-2

Siyaseta Amerîka di şerê Sûriyê de

Di beşa dîroka Amerîka ango beşa yekemîn a dosyayê de diyar dibû ku di kîjan şert û zurûfan de Amerîka xwe paşde vekişandinên heremî an jî lokal pêş dixe bû. Li ser vê esasî li Sûriyê şert û mercên wê yekê ji bo Amerîka hene an na divê destpêkê siyaseta Amerîka ya di şerê Sûriyê de bi awayeke kurt were pênasekirin. 

Şerê navxweyî ya Sûriyê ku beriya 2011’an de bi serhildanên bi navê “Bihara Ereban” an jî “Bihara gelan” hat destpêkirin û piştre di nava Sûriyê de jî belav bû, armanc, şert û merc, di kîjan astî de Amerîka tevlî vê şerî bû û siyasetek çewa meşand an jî dimeşîne dê divê beşî de bi “Şerê Sûriye û terzê Amerîka ya xwe vekişandina şer” re girêdayî kêm zêde bê analîzkirin.

 

Despêkirina şerê Sûriye û encamên destpêk 

Şerê li Sûriye di destpêka sala 2011’an de li du heremên esasî li heremên Deraa û Idlibê dest pê kir. Li van herêman ku bi xwepêşandanên hemberê rejîma Sûriyê destpêkir bû, di demeke kurt de li Heleb û heremên Rojhilatê Xutayê û hwd. Belav bû. Her çiqas di bingeha wan xwepêşandanan daxwazên demokrasî û azadiyê hebin jî, zû zivirî ji aliyê hêzên navneteweyî weke Amerîka, welatên Ewropa û Tirkiyê ji bo binxistina desthiladariya Beşar El Esad hatin bikaranîn. Di dawiya sala 2011’an ve ev xwepêşandan zivirîn şerê çekdarî. Di heman demî de hincetên rejîm çekên kîmyewî bi karaniye ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat ser ziman. Li ser vê esasî bi taybet Tirkiye, Qatar û Siûdî Erebîstan hem aliyê madî hem jî aliyê rêxistinkirinê ve bi sedan komên çete hatin avakirin. Amerîka û Ewropa piştgirî dan wan çeteyan û di encamê de Artêşa Sûriya Azad (ASA) hat avakirin. Ev komên ku xwe weke artêş pênase kirin destpêkê ji kesên sunnî yên ku ji Artêşa Rejîma Sûriyê veqetiyabûn pêk dihat. Di nava wan koman de her çiqas hêzên ne radîqal hebûn jî zû bi zû komên weke Ehrar el Şam, Feyleq el Rehman, Feyleq el Şam, El Cebhet el Şamiye, Ensar el Sunna û hwd ên selefî hatin birêxistinkirin. Lewra ew hêz li ser bingeha “Îslama Siyasî” ya di navbêra Brayên Misliman û Selefiyan bûn. Di encam de gelek herêm bi dest xistin û rejîm derxistin, xwe di taxên bajarn de bi piştgiriya Tirkiye, Qatar û Siûdî Erebîstan birêxistin kirin.

Di sala 2012’an de ji wî valatiyê El-Qaîde jî firsat dît û xwe bi navê Cebhet El Nusra bi rêxsitin kir. Her çiqas Amerîka li hemberê El-Qaîde şer bike jî diyar bû ku ji aliyê hemû hêzên navnetewî hebûna El Cebhet el Nusra hatibû qebûl kirin. Cebhet El Nusra xwe zû li Şam’ê, Idlib, Dêra Zor, Reqqa û bajarên din yê ku ji erebên Sunnî pêk tê bi rêxistin kir û gelek herêm bi dest xist. Tu mudahele ne hatîbu kirin. Ew hemû ji aliyê hêzên navnetewî ve hatibû pian kirin da ku hinceteke ji bo mudahelekirina Sûriyê were afrandin.

Aliyeke din ve rêjîma Sûriyê ax winda dikir. Bi taybet li Bakûrê Sûrî Cebhet El Nusra û Ehrar El Şam gelek erd bi dest xist.  Lê di bajarên kurdan de Tevgera Azadî xwe zû birêxistin kir û rêveberiya bajaran bi dest xist. Her çiqas ew herêm di qonaxa yekemînde biçuk mabin jî, bi dem re her tim xwe fireh dikirin. Bi avakirina YPG ew berxwedanî bû rêxistinek. Ew rêxistin xwe cara yekem di şerê Serekaniyê de hemberê êrîşa Cebhet El Nusra, Ehrar el Şam û çeteyên Lîwa Mişal Temo îspat kiribû.  Hin ji aliyê tu hêzan ve nehatibû destek kirin û neketibû îtîfaqên taqtîkî. Bi hêza cewherî xwe îsbat kir û her çiqas çû berfirehtir bû. Li ser vê esasî di tabloya Sûriyê de sê aktorên heremî yên bingehîn derketin holê. Yek rejîma Sûriyê bi piştgiriya Îran û piştre jî Rûsya, ya duyem; komên opozisyonê û El Qaîdê ku piştgiriya wan Amerîka, Ewropa û Tirkiye dikirin, ya din jî hêzên demokratîk ku pêşengtiya wan kurdan dikir bû. Bi tevlîbûna aktîf Amerîka û piştre jî Rûsya re ew şer ji şereke heremî derket û niha bûye şereke navneteweyî ku her kes dixwaze hespê xwe bajo ye. Ya rastî di vir de pergala navneteweyî bi riya şerê Sûriyê de dixwaze  xwe ji nû ve ava bike. 

 

Di şerê Sûriyê de siyaseta Amerîka ji sala 2011’an heya şerê Kobanê 

Amerîka bi siyaseta ji bo nûkirina pergala navneteweyî ya bi destê xwe, dixwest di Sûriyê de bimeşîne. Siyaseta Amerîka diyar bû; li hemberê desthiladariya rejîma Sûriyê wê komên çete yên opozisyonê û El-Qaîdê destek bike. Vê erkî jî dabû Tirkiyê. Siyaseta Amerîka ya di bin rêveberiya Barak Obama de, dihat xwestin tasfiyekirina Beşar El Esad û ya dani jî avakirina hikumeteke nû ya bi destê opozisyona Sûriyê bû. Li ser vê esasî bi dewleta tirk re proje pêşxist û bajarê Dîlokê (Entabê) kiriye bajarê Oposizyona Sûriyê û navenda birêvebirina şerê Sûriyê. Di wê demî de li hemberê YPG’ê jî siyaseteke dijber dihat meşandin. Pêşketinên ku YPG li hemberê Cebhet El Nûsra pêk tanî ji aliyê Serokê Amerîka ya demê Obama ve dihat redkirin. Di sala 2013’an de pêşveçûnên YPG’ê ji aliyê rêveberiya Obama ve weke “Qaraktêreke fetihkirinê” hatibû nirxandin. Amerîka dixwest mezinbûna YPG’ê sînordar bike. Ji aliyê din de jî Tirkiye li ser projeya Amerîka ya “Perwerde bike û biçek bike” karê xwe dimeşand. Ew proje di esasê xwe de bingeha mudaxeleya xwe bû lê encam negirt. Bi projeya “Perwerde bike û biçek bike” de Amerîka dixwest di nava oppozisyona Sûriyê de hêzeke leşkerî ya cuda ava bike da ku hem li hemberê Cebhet El Nûsra û hem jî li hemberê rejîma Sûriyê şer bike bû. Lê di dewreya perwerdehiya yekem de pirsgirêk derketin û piraniya endamên wan derbasî aliyê Cebhet El Nûsra bûn. Ew proje ji aliyê CIA ve hatibû pêşniyar kirin. 

Di dawiya sala 2013’an de hem şerê Iraqê kûrtir bû, hem şerê Sûriyê. Li Iraqê çeteyên DAÎŞ’ê xwe avakirin û îlan kirin. Di dawiya sala 2013’an de derbasî Sûriyê bûn û gelek herêm ji destê Oppozisiyonê, Cebhet EL Nusra û rêjîma Sûriyê derxistin. Çeteyên DAÎŞ’ê konsepteke ji bo kurkirina şerê Rojhîlata Navîn ê ku ji aliyê Emerîka, Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Qatar û Sûdî Erebîstan ve re hatibû pêşxistin bûn. Amerîka li ser çeteyên DAÎŞ’ê yekser siyaset meşand û wê yekê ji bo xwe weke hinceta mudaxelekirinê dît. Lê heta şerê Kobanê dixwest wê yekê bi riya çeteyên Opposiyona Sûriyê pêk bîne.  Aqilmendê wê projeyî  Robert Ford bû. Robert Ford balyozê Emerîka ya li Sûriyê bû.  Lê Kobanê bû noqtayeke gûhartinê.

 

Emerîka, QSD û şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê 

Şerê Kobanê di takdîka Amerîka de bû noqteyek guhertinê. Heya wê demî tenê piştgirî dabû komên Tirkiyê re. Lê çeteyên DAIŞ’ê ji bin qontrola Amerîka derketibûn û bûn xeteriyek mezin. Gelek axa Sûriyê ket destê wan. Di encam de bi piştgiriya Tirkiyê êrîşê ser Kobanê hat kirin.  Berxwedana gel û şervanên YPG’ê ya di Kobanê de heta deqîqeya dawî li pêşiya projeyên DAIŞ’ê bû asteng.  Lê bi taybet dema Amerîka dît ku çeteyên DAIŞ’ê yê ku ji hemû hêzan re cok dabû danîn li hemberê berxwedanê kêm ma û nikaribû hêzên YPG’ê tasfiye bike, biryarek pragmatîk da. Amerîka çeteyên DAIŞ’ê ji bo karibe mudaxeleyê Sûriyê bike dabû avakirin lê berxwedaniya gel a di Kobanê de ji pêşketina DAIŞ’ê re bû asteng. Îhtîmal hebû ku ew kom bê tasfiyekirin bê ku Amerîka hinceta xwe ya mudaxelekirina Sûriyê bibîne. Opozisyona Sûriyê ji şerê li dijî DAIŞ’ê re ne amade bû. Hêza amade û birêxistinkirî YPG bû. Li ser wê zeminî Amerîka siyaseta xwe guhert û îtîfaqeke taktîkî bi YPG’ê re pêş xist. Lê her tim bi tirs nêzîkbûn hebû. Bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re îtîfaq pêş ket û koalisyonek li hemberê DAIŞ’ê hat avakirin. Amerîka di wî rêyê de ket nava şerê Sûriyê û ji xwe re zemin ava kir. Şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû zemina siyaseta Amerîka ya li Sûriyê. Lê di heman demê de dixwest îttîfaka stratejîk bi Tirkiyê re ser piyan bihele. Lê her tim ket nav nakokiyan de. Komên girêdayên Tirkiye ne amade bûn da ku tevlî şerê dijî DAÎŞ’ê bibin. Lê hemvext li Halebê di şerê dijî rêjîma Sûriyê de bi destekdayina hêzên opposiyona Sûrî devam kir. Lê di sala 2016’an de Tirkiye di ser Operasyona Mertalê Firatê yekser derbasî Sûriye bibe Helebê da rêjîma Sûriyê. Ji wir û şûnde her ku çû siyaseta Amerîka û Tirkiye ya li Sûriyê ji hev dûr ket. Tirkiye komên din pêş xist, Amerîka jî bi QSD’ê re şerê li hemberê DAIŞ’ê pêş xist. Ev yek heta şerê Reqqayê dewam kir. Rûxmê ku bi hilbijartinên li Amerîka hikumet hatibû guhertin jî. 

 

Siyaseta Amerîka piştî rizgarkirina Reqqa 

Operasyona Rizgarkirina Reqqa mirov dikare weke noqtaya guhartinê ya di nava şerê Sûriyê de pênase bike. Reqqa yê ku nêzîke çar salan bû paytaxta çeteyên DAÎŞ’ê di riya QSD û hêzên Koalîsyonê ve hatî bû rizgar kirin. Ew aliyeke de serkeftineke bû, lê aliyeke din de despêka pêvajoyeke nû li Sûriyê da destpêkirin. Êdî diyar bu ku şûna komên heremî ango wekaletê dewlet yekser dê bikevin qadê û mudaxeleyê Sûriyê bikin.  Ji ber vê yekê di hedef û armancan de guhertin çêbûn. Şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê yê ku bi rewabûna hebûna Amerîka ya di Sûriyê de êdî dibû mijara nîqaşê. Çeteyên DAÎŞ’ê tasfiye dibin. Li gor wê yeke Amerîka niha hêzêke din derxist pêş. Amerîka dixwaze mudaxeleya Îranê û hêzên Şîa yên li Sûriye bike. Tê zanîn bi hatina Donald Trump mudaxeleyeke hemberê Îranê hatiye despêkirin û hin tê meşandin. Aliyeke din mudaxeleyên Tirkiyeyê zêdetir bûn. Dewleta Tirk di şûna komên girêdayên wê, niha yeksek ew bixwe dikeve Sûriye. Di vê mijarî de bi taybet ketine Efrînê girîng bû. Her çiqas dewleta Tirk ji bo wê operasyona destûra Rusya girtîbe jî, bê destûra Amerîka dê nikaribûya hamleyekê wisa pêş bixista. 

Ji bo vê yekê jî ev yekser nîşan dide ku di hedefên Amerîka de sarbûneke hemberê îttîfakên bi QSD tê jiyan kirin. Minibçê jî niha her ku diçe zêdetir dibe mijara bazirganiyê di navbera Tirkiye û Amerîka de. Her çiqas Amerîka têkiliyên xwe bi temamî ji QSD qut nekîrî be jî ,di asta weke berî rizgarkirina Reqqa jî nîne. Ji xwe bi temamî nikare qut bike, ji ber ku ew tê wateya rewabûna xwe li Sûriyê dê winda bike ye. Lê siyaseta wî yê li Sûrî her ku diçe dikeve niqaşê. Gelek mijaran de bê helwestmayin çêdibe. Herî dawî daxuyaniya Amerîka li hemberê operasyona Idlib’ê yê ku ji aliyê rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê ve tê amadekerin, ew yek pêş dikeve. 

Amerîka dixwaze bi riya daxuyaniyên wek e “Rejîm dê çekên kîmyewî bikar bîne”, “Divê di operasyonê de sivîl baş baldar bin” dixwaze nîşan bide ku mafê wê yê axaftinê heye, lê di aliyê pratîkî de bê bandor dimîne ye. Mijareke ku niha sereke di rojevê de ye û tê nîqaşkirin gelo ew ê ku avakirina Sûriyê û bi taybet Bakûrê Sûriyê de destek bike an na ye. Jixwe ji gelek aliyan ve siyaseta Amerîka ya niha di Sûriyê de tê nîqaşkirin. Kesên derdora CIA û lobîya Ewropa siyaseta Amerîka ya di Sûriyê de weke binketî dinirxînin. Sedema vê jî ew kesên hin di hilweşandina rejîma Sûriyê de israr dikin û piştgiriya xwe ji bo opozisyona Sûriyê re aşkere dikin e. 

Analîzvanên weke Steven A. Cook ji malpera Foreing Policy û analîzvanê malpera The Guradian, di mijarên Rojhîlata Navîn de weke Simon Tisdall pêşengtiya wî dikin.  Ji aliyekê din ve jî kesên weke Michael Rubin, analîzvan û yek jî fîkîrmendên operasyona Iraqê, siyaseta Emerîka du alî di navbera Tirkiye û Kurdan de rexne dikin. Ew kes piranî nêzîke Pentagon in û hin zêdetir alikariyên siyasî ji bo kurdan pêşniyar dikin. Heman demê qutbûna Tirkiye û Amerîka jî pêş dibînin. Ew kes kesên nêzîkê Dewleta Emerîka ne û bi rol û misyonan diaxivin. Ev yek nîşan dide ku di nav siyasetmedarên Amerîkî de derbarê Sûriyê de yek nêrîn tune ye. Mirov dikare bibêje ku Amerîka ji nû ve siyaseteke li Sûriye dide avakirin û pozisyona xwe dixwaze diyar bike. Ji ber wê yeke hewil dida hêzên mûtefîk hin zêdetir tevlî vî şerê bike. Hatina Fransa û destekdayina Sûdî Erebîstan ji bo herêma Bakûrê Sûriyê ser wî esasê pêşketin.

 

Şert û zirûfên real ji bo paşde vekişandina Amerîka ya ji Sûriyê hene?

Xuyaye ku guhertineke di siyaseta Amerîka ya Sûriyê pêwîst tê dîtin. Ne rewabûna xwe yê berê dikare bipareze, ne jî siyasetek şember derdikeve hole. Divê xelet neyê fêmkirin, Amerîka tu caran bi xwestek ji Sûriyê dernakeve. Encax şert û merc dikarin ji bo derketinê wê zor bikin. Bi kîjan şert û merc dikarin hemleyeke wisa pêş bixe? Divê neyê ji bîr kirin mudaxeleya Amerîka ya Sûriyê tu caran ne tenê ji bo Sûriyê bû, lê ji bo dizayinkirina herêma Rojhîlata Navîn û nûjênkirina hegemonyaya xwe yê ku her roj dikeve niqaşê. Ser wî esasê kijan zurufan de Emerîka dikare xwe paşde vekşîne jî diyar in. Eger qrîzeke navendî ya pegala hegemonîk derkeve hole, Amerîka dê mecbûr bimîne ji Sûriye  weke mijara Şerê Vietnamê de derkeve. An jî da ku siyaseta xwe yê rojanê biguhere û hamleyeke nû pêş bixe paşde kişandineke demkî mûmkûn xuya dike da ku ciheke din li Rojhîlata Navîn bike. Di rojeva îro de mijara duyem hin zêdetir nêz xuya dike. Bi taybet mudaxelekirina Îranê bi taybet qrîza Iraqê kûr dike. Da ku hewildanên xwe li Iraqê hemberê Îran’ê zêdetir bike, divê demkî derketineke ji Sûriyê pêş bixe. Lê mijara qrîzeke pergalî jî di niqaşê de ye. Gelek pisporên di mijara aborî de li Amerîka ji krîza 2008 mezintir pêş dibînin. Xuyayê ku Dewleta Emerîka jî niha de ket nav hewildanên pêşî girtine. Ne dûrê ku şerên aborî yê ku emerîka hemberê hêzên weke Çînê, Îranê û hvd. dimeşe da ku pêşiya wê bigire, an kêm bike.

 

Kurt û kurmancî,

*Eger qrîzeke mezintir yê ku bandora xwe ser hebûna Amerîka di cihanê de bibin tehdît weke qrîza aborî ya di sala 2008 de,

*siyaseta rojanê di bin çarçoveya stratjiya ”Rojhîlata Navîn a nû” de bikeve tengasiyeke. Bi wî vê girêdaye da ku armanca giştî nekeve xeterî divê di asta herêmî de li Sûrî kêmkirina faaliyetan pêş bikeve

*Da ku hêzên weke Rusya û Îranê bê tesîr bike û hemberê wan mecburiyeta hamleyeke derxe hole, da ku valatiyeke siyasî li Sûriyê were avakirin û dînamîkên nû pêşbikevin

*Di mecburiyeta lihevkirinekê de ya di navbera hêzan de ji Sûriye derbikeve ye.

 

Dem News/Kerman Gilakî

SÊYEMÎN: TABLOYEK-SÛRİYEYEK BÊ AMERÎKA

About demnews

Check Also

Ji Yekemîn Şerê Cîhanê heya Efrînê; Polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan-1

NAVENDA NÛÇEYAN – Sowyet Rûsya ya ku wek pergalek ‘komînîst’ bixwe pesindar e lê di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *